• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    Piştî 24 saetan bi binçavkiriyên Stenbolê re hevdîtin hate kirin

    Piştî 24 saetan bi binçavkiriyên Stenbolê re hevdîtin hate kirin

    Saziyên Zimanê Kurdî dê deklarasyona 15ê Gulanê eşkere bikin

    Saziyên Zimanê Kurdî dê deklarasyona 15ê Gulanê eşkere bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    Piştî 24 saetan bi binçavkiriyên Stenbolê re hevdîtin hate kirin

    Piştî 24 saetan bi binçavkiriyên Stenbolê re hevdîtin hate kirin

    Saziyên Zimanê Kurdî dê deklarasyona 15ê Gulanê eşkere bikin

    Saziyên Zimanê Kurdî dê deklarasyona 15ê Gulanê eşkere bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şoreşa 19ê Tîrmehê Şoreşa jinê ye 

Navenda Nûçeyan /AW

17 TÎRMEH 2025 - 08:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 19ê Tîrmehê de despê kir. Li ser xeta sêyemîn xeta parastina gelan meşiya.
19ê Tîrmehê di dîroka gelê Kurd û cîhanê de rojek taybet û dîrokî ye. 19ê Tîrmehê ji bo gelê kurd destpêka şoreşeke xwe avakirin û afirandinê ye. Şoreşa xwe parastin û rêxistinkirinê ye. Gelê kurd bi vê zanîn û kelecanê her sal Şoreşa 19ê Tîrmehê bi coş û kelecan pîroz dikin.

Bi pêvajoya ku di 2011an de dest pê kir û pê re, Tevgera Azadiyê gav bi gav ji bo Rojava, Bakurê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyê û Rojhilata Navîn, proje pêş xist. Hemû rêyên din ku li Kurdan hatin ferzkirin qebûl nekir. Rêya sêyemîn esas girt û hilbijart. Her wiha li gorî wê xwe bi rêxistin kir. Vê tevgerê welatên wekî Îran, Tirkiye, Siûdî Erebîstan û Katar xistin nava tirsê. Di êrîşên li dijî gelên serî hildan de bi sedan kes hatin kuştin.

Di destpêka sala 2011an de li Rojhilata Navîn rojên bi tevger û serhildanê li Tunusê dest pê kir. Erebên ku mafên wan dihat binpêkirin, li dijî malbatên desthilatdar serî hildan. Ji vê serhildana ereban a li dijî hikûmetên dîktator Bahara Ereban hat gotin.

Kurd gihiştin sînorê azadiyê 

Şoreşa 19ê Tîrmehê bi berdêlên pir giranbuha, berxwedaneke bê hempa, nasname û hebûna gelê bindest parast. Di van 13 salên şoreşê yên tijî berxwedan û têkoşîn de, destkeftiyên mezin û dîrokî hatin bi destxistin.
Şoreşa 19ê Tîrmeha 2012an, li Kobana bi berxwedanê dest pêkir. Şoreş 13 sal in di serî de li Rêveberiya Xweser û hemû gelê Kurd, li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûri û hemû cîhanê bi pergala netewa demokratîk paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girseyî tê pîrozkirin. Di vê şoreşê de Kurd gihîştin sînorê azadiyê. Ji ber vê sedemê jî hemû dewletên hegemonîk bi awayekî hovane li dijî vê şoreşê derketin. Gelê Kurd û Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrîşên dijmirovî tu carî qebûl nake.

Di rûpelên dîroka cîhanê de gelek mînakên serhildan û şoreşan hene. Gelek şoreş û serhildanên kurdan di dîrokê de cih girtine. Yek ji vanan Komara Mihabadê ye. Lê îro şoreşa 19ê Tîrmehê ku di nav rûyê dinyayê de nimûneya herî berbiçav û xurt e. Şoreşa ku karibû hemû pêkhateyan tev ol û mezhebên wan di hembêza xwe de di bin sîwaneke hevgirtî de bihewîne.

Di pêşengiya têkoşîna jinê de pêş ket 

19ê Tîrmeha 2012an destpêka Şoreşa Rojava ye. Ji ber vê yekê wekî Şoreja 19ê Tîrmehê tê zanîn. Ev şoreşa ku di pêşengiya têkoşîna jinê de li Kobanê hat îlankirin, dibe hêviya tevahî karker, kedkar, ciwan, jin û gelên bindest. Şoreşa Rojava ku 13 sal li pey xwe hişt her sal li hemû cîhanê bi coşeke mezin tê pîrozkirin.
Hêzên kapîtalîst di dawiya salên sedsala 20emîn de “Dawîbûna serdema şoreşan” îlan kiribûn. Lê dîrokê nîşanî mirovahiyê da ku heta nakokiya navbera serdest û bindestan de berdewam bike û serdest li ser bindestan zextan bike dê serdema şoreşan naqede. Li welatê Tûnusê di 2011an de gel serî hilda. Van çalakiyên gel rê li pêşiya serhildanên gelê Ereb ên welatên Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur vekir. Serhildana gel di demek kurd de belav bû û pêl bi pêl li dijî dîkdatoriyê belav bû. Li Sûrî jî li dijî rejîma dîkdatoriya Baasê ya ku di rêveberiya malbata Esad de çalakiyên gel destpê kir. Di aliyekî de serhildan belavî tevahî bajarên Sûrî bû, di aliyê de din de bi mudaxeleya dewletên herêmê û emperyalîstan şerekî paşverû ya navxweyî destpê kir.

Hemû pêkhate tev li şoreşê bûn 

Li ser axên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gelê Kurd ku xwedî tecrûbeya têkoşînê bû, bi lez ket nava tevgerê û xwe bi rêxistin kir û şoreş pêş xist. Bi sîlehan axên xwe parastin û gîhaştin azadiya netewî. Gelên Suryan, Asûrî, Tirkmen, Ereb, Ermen jî tevlî şoreşa ku gelê Kurd destpêkirin bûn. Bi yekîtiya dilxwaz û azad pergaleke demokratîk ku tevahî gel û baweriyên li herêmê dihewîne hundirê xwe pêşxistin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi dayina bedêlên mezin hat avakirin. Şoreşa Rojava, di heman demê de xwe weke şoreşeke jin bi rêxistin kir û pêş xist. Jin ji bo azadiya xwe de di bin ala YPJê de kom bûn. Vê gavê di milê azadîxweziya jin a şoreşê de roleke girîng lîst. Jinan ji destpêkê de heta niha ji avakirina şoreşê heta parastinê di her merhaleyê de cihê xwe girtin û lêhengiyên mezin pêşkeşkirin. Wekî Barîn Kobanê, Arîn Mîrkan, Sarya Ozgur, Avaşîn Têkoşîn Gûneş, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Jiyan Tolhildan, Lîman Şiwêş bi hezaran jin weke fidayiyên şoreşê bûn nemir.

Şoreşa Rojava ya ku li dijî çeteyên DAÎŞê ya ku dewleta Tirk xwedî kir bi berxwedana Kobanê navê xwe di dîrokê de da nivîsandin û di heman demê de bû şahîdê tevahî bindestên tevahî cîhanê. Ji welatên cuda bi sedan ciwanan ji bo parastina şoreşê di mewziyan de cihê xwe girtin û tevlî xebatên avakirina şoreşê bûn. Bi dehan şervanên enternasyonalîst ji bo parastina şoreşê canê xwe fidakirin.

Li tevahiya cîhanê bi coş tê pîrozkirin

Ciwanên sosyalîst ku ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê derketin rê û hatin Pirsusê bi şiyara “Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” xwestin ku birînên şoreşê derman bikin. 33ê rêwiyên xeyalan ku li Pirsusê di komkujiya ku bi hevkariya AKP-DAÎŞ’ê hatiye rêxistin de hatine qetilkirin şehîdên şoreşa Rojava ne.
Îngiltere, Fransa û gelek welatên Ewropa bi peymana Lozanê 100 sal berê axên Kurdistanê kirin çar parçe. 4 parçeyên Kurdistanê di navbera Tirkiye, Îran, Îran û Sûriye de dabeş kirin. 13 sal in Şoreşa Rojava ku wekî Şoreşa 19ê Tîrmehê tê zanîn li hemû aliyê cîhanê bi coşek mezin tê pîrozkirin. Lê hêzên serdest dixwazin bi hevpeymanên emperyalîst yên herêmê vê şoreşê tune bikin. Şoreşa azadîxweziya jin, demokratîk û gelparêz li dijî siyaseta emperyalîstan weke mişraqeke berxwedanê pêş dikeve. Ev şoreş rêya azadiyê nîşanî gelên Rojhilata Navîn dide.
Dewletên ku dixwazin destkeftinên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tesfiye bikin, li dijî şoreşê pîlanên nû yên şer amade dikin. Êrîşî durziyan dikin. DAIŞê ji nûve zindî dikin. Dewletên ku dixwazin armancên xwe pêk bînin, hêzên wekî DAIŞ û HTŞê li herêmê dîsa serwer dikin. Di 6-7 salên dawî de Tirkiyeyê bi piştgiriya NATOyê êrîşî Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrîn kir û axa van bajaran dagir kir. Di nava çend salan de hêzên girêdayî xwe û malbatên wan lê bi cih kir û di demek kin de demografiya herêmê guhert. Niha li ser reseniya bajarê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tiştek nemaye. Di çend salên dawî de bi hezaran mirov hatin revandin û kuştin. Lê li dijî vê yekê Neteweyên Yekbûyî li dijî van kuştin û binpêkirinên mafan bêdeng e.

Şoreşa Rojava ku bingeha xwe ji Şoreşa 19ê Tîrmehê diger û ji bo hemû gelên cîhanê bûye çavkaniya hêviyê, ji bo hemû hêzên serdest jî bûye tirseke mezin. Hêzên şoreşa Rojava li dijî tevahî êrîşan xwedî hêz û vîna mezinkirina berxwedanê ne. Şervanên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên wekî Xebat Dêrîk, Arîn Mîrkan, Sosin Bîrhat, Ferhad Erebo, Baran Serhed û Ehmed Şoreş ji bo parastina şoreşê heta dawiya dilopa xwîna xwe têkoşiyan û li ber xwe dan.
Şervanên Kurd ji bo şoreşa Rojava û destkeftiyên wê biparêzin, bi dil, can û hemû hêza xwe ya maddî û manevî amadene ku heta wawî van nirxan biparêzin. Şoreşa 19ê Tîrmehê bi têkoşîn û berxwedana jin û ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen û tevahî gelên herêmê pêş ket û gihişt lûtkeyê. Şoreşa Rojava îro ji bo hamû gelên cîhanê yên têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê didin ji bo wan dibe mîna fanosa ronahiyê.

 

Etîket: 19ê TîrmehêJinRojavaşoreşa jinê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

28 NÎSAN 2026
Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

26 NÎSAN 2026
Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

23 NÎSAN 2026
Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

21 NÎSAN 2026
Meşvanên TJAyê gihiştin Gemlîkê

Meşvanên TJAyê gihiştin Gemlîkê

19 NÎSAN 2026
Deriyê Sînor ê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin

Deriyê Sînor ê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin

19 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî: Em ê rêxistinkirina komunan bi hev re ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1015)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne