• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hevşaredarên Misircê: Bingeha karesatê xemsariya saziyên dewletê ye

    Hevşaredarên Misircê: Bingeha karesatê xemsariya saziyên dewletê ye

    Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

    MED TUHAD-FED kongreya xwe li dar dixe

    Dewaya Gulîstan Doku de 6 kesî bînî zî ameyê girewtene

    Di doza Gulistan Dokuyê de 2 kesên din hatin binçavkirin

    Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê: Pêkane ku piştî Îranê dor bê Tirkiyeyê

    Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê: Pêkane ku piştî Îranê dor bê Tirkiyeyê

    Tengava Hurmuzê: Pira navbera şaristaniyan û korîdora enerjiyê ya cîhanê

    Tengava Hurmuzê: Pira navbera şaristaniyan û korîdora enerjiyê ya cîhanê

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 25ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hevşaredarên Misircê: Bingeha karesatê xemsariya saziyên dewletê ye

    Hevşaredarên Misircê: Bingeha karesatê xemsariya saziyên dewletê ye

    Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

    MED TUHAD-FED kongreya xwe li dar dixe

    Dewaya Gulîstan Doku de 6 kesî bînî zî ameyê girewtene

    Di doza Gulistan Dokuyê de 2 kesên din hatin binçavkirin

    Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê: Pêkane ku piştî Îranê dor bê Tirkiyeyê

    Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê: Pêkane ku piştî Îranê dor bê Tirkiyeyê

    Tengava Hurmuzê: Pira navbera şaristaniyan û korîdora enerjiyê ya cîhanê

    Tengava Hurmuzê: Pira navbera şaristaniyan û korîdora enerjiyê ya cîhanê

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 25ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamnameya Konferansa Ciwanên Rojavayê hat eşkerekirin

Navenda Nûçeyan / AW

4 ÎLON 2025 - 14:21
Kategorî: CÎHAN, ROJANE
A A
Encamnameya Konferansa Ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên li Ewropayê hate diyarkirin. Li gorî encamnameyê dê nûnertiya ciwanên li Ewropayê were avakirin û li derveyî partî û kesan ev ev nûnertî ji bo yekîtiya netewî xebatan bimeşîne.

Encamnameya Konferansa Niştimanî ya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên li Ewropayê ya ku di 30’ê Tebaxê (2025) de li Almanyayê, bi beşdariya ciwanên ji Almanya, Danîmarka, Belçîka, Holanda, Fransa, Awusturya, Brîtaniya, Siwêd û Kanadayê ji aliyê Înîsiyatîfa Vejînê ve hatibû lidarxistin, hat weşandin.

Ciwanan 13 komxebat çêkirin

Di encamnameyê de hat bibîrxistin ku di konferansê de ji bilî axaftinan, 13 xebatên atolyeyê jî hatine meşandin. Hat diyarkirin ku atolye ji aliyê beşdarên pispor ve li ser mijarên xwendekar, tenduristî, endezyarî, rêxistinên civaka sivîl, hunermend û bandorkerên medyaya dijîtal, nivîskarî û mamostetiya zimanê Kurdî, aborî, rêveberî û karsazî, akademîsyenî, ciwanên partiyên Kurd, civak, teknolojiya agahdariyê (IT), perwerdehiya pîşeyî û parêzerî hatine lidarxistin.

Encamên Konferansê

Di encamnameyê de plansazî û pêşniyarên ku ji konferansê derketine jî, wiha hatine rêzkirin:

Plansazî:

1- Ji pêkanîna projeyên hatine amadekirin xebat werin meşandin.

2- Înîsiyatîfa Vejîn dê ji bo birêxistinkirina hemû pisporiya ciwanan bixebite, ji bo ku nûnertiya ciwanan a li diyasporayê bi awayeke xurt û hevgirtî pêşbikeve, wê xebatên sazûmanî bên meşandin.

3- Ji bo hemû projeyan wê piştgiriya guncaw bê dayîn, ji bo pêkanîna wan destek bê dayîn.

4- Ji bo pêkanîna projeyan û pêşxistina xizmetguzarî û sazmûaniya li Rojavayê Kurdistanê, wê têkiliyên bi rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên Rêveberiya Xweser re werin xurtkirin.

5- Projeyên tên amadekirin, dê hemû herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên dagirkirî (Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî) bigire nav xwe û bi taybet li ser mijara zarokên şehîdan bisekinin.

6- Nûnertiya ciwanan a ku dê bê damezrandin, pêwîste li derveyî berjewendiyên partîzanî û kesan dê bi awayekî serbixwe û li gorî nêzîkatiyeke sazûmaniya pêşketî ku pisporiya ciwanan vediguhêzîne Rojava û hemû beşên Kurdistanê kar bimeşîne.

7- Komîteyeke krîzê bê avakirin da ku di rewşên awarte de bi lez xebata xwe bimeşîne.

8- Ciwanên Kurd ên li derveyî welat teşwîq bikin ku tevlî partiyên Ewropî bibin û di nav wan de ji bo xizmeta doza Kurd bixebitin.

9- Semînerên cur be cur ên diyalog û çandî orgenîze bikin da ku têghiştina hevbeş û hevgirtinê di navbera komên ciwanan ên li derveyî welat nemaze yên siyasî de zêde bikin.

Pêşniyarên konferansê:

1- Yekitiya Kurdan tenê bi sloganan sînordar nemîne, di jiyanê de bi rêya çalakiyên hevbeş û qebûlkirina yên din bê pêkanîn.

2- Bang li dezgehên çapemeniyê fermî yên Kurdî bikin ku ji parçebûn, teşwîqkirin û gotinên nefretê yên di nav civaka Kurd de dûr bisekinin.

3- Li ser medyaya dijîtal zimaneke yekgirtî were bikaranîn da ku çarenûsekek hevpar were pêşxistin û ji nakokiyên navxweyî dûr bisekinin.

4- Ji gotinên nefretê li Rojava bi taybetî û Sûriyeyê bi giştî dûr bisekinin.

5- Kesên ku bi zorê ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne, ji bîr nekin. Ji bo vegera wan a bi ewle, vegerandina milkê wan û dabînkirina piştgirya guncaw ji wan re bixebitin.

6- Encamên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ya ku li Qamişlo hatibû lidarxistin, nûnertiya ciwanên Kurd ên li derveyî welat jî dike û ji bo pêkanîna wê dê xebat bê meşandin.

7- Wekî parêzvanên gelê Rojava û gelên herêmê, li pişt Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bisekinin û amade bin ku di her şerekî de piştgiriyê bidin wan.

8- Di rewşên şer de mafê hemû hêzên Kurdî heye ku Rojava û gelê wê biparêzin.

9- Rê li ber ciwanan vekin ku roleke mezintir di biryardanê de bilîzin û bibin beşeke çalak a pêvajoya siyasî ya li Rojava.

Etîket: Ciwanên RojavaEncamnameya Konferasa
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nûçegihanê me Nedîm Oruç du roj in di binçavan de ye

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç û 19 kesên girtî tehliye bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê Gimgimê li dijî talana xwezayê mitîng li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgim û Kanîreşê têkoşîna man û nemanê: Jeotermal an jiyan?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiya siyasî Ardil Çeşme piştî 32 salan hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunera destkariyê bi saya jinan hê jî zindî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê bi deh hezaran kes peyam da: Em dev ji axa xwe bernadin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ardil Çeşme li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (877)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne