Îzmîr – Li navçeya Gimgima Mûşê ku di dîroka xwe de bi erdhejên mezin û bi xwezaya xwe ya dewlemend tê nasîn, îro bi rîskeke nû ya ekolojîk re rû bi rû ye. Hewldanên şîrketên enerjiyê yên ji bo avakirina Santralên Enerjiya Jeotermal (JES), gelê herêmê, saziyên sivîl û parêzvanên xwezayê rakiriye ser pêyan. Xelkê Gimgimê li dijî van projeyan berxwedaneke berfireh birêxistin dikin û dibêjin ku ew ê destûrê nedin ku axa wan bibe qurbana qezencên şîrketan.
Yek ji hedefên dawî yên talana xwezayê; navçeya Gimgim a Mûşê û navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê ne. Tê plankirin ku li her du bajaran Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) were avakirin ku bi avakirina van JESan dê herî kêm 22 gund zirarê jê bibînin. Di meha Adarê de bi qebûlkirina Walîtiya Mûşê, şîrketa bi navê IGNIS H2 ku navenda wê li Dewletên Yekgirtî ên Amerîkayê (DYA) ye, dê di meha Gulanê de li ser qadeke ku rûbera wê bi giştî 453 hezar û 494,83 metreçargoşe ye û di statuya mêrgê de ye, li ser 5 hezar û 560,13 metreçargoşeyî dest bi xebatên sondajê bike.

Xetereya jehrîbûna av û axê
Yek ji fikarên herî mezin ên gelê Gimgimê, bandora santralan a li ser çavkaniyên avê û çandiniyê ye. Navçeya Gimgimê ku debara xwe ya sereke bi heywankariyê û çandiniyê dike, bi xetereya kîmyewiyên wekî bor, arsenîk û hîdrojen sulfurê re rû bi rû ye. Li gorî lêkolînan ava germ a ji binê erdê tê derxistin, heke bi awayekî ewle neyê vegerandin (reenjeksiyon), dê tev li avên vexwarinê û Çemê Miradiyê bibe. Ev yek ne tenê ji bo mirovan, di heman demê de ji bo mêrg û çêreyên ku heywan lê diçêrin jî bibe sedema jehrîbûneke bêveger. Gundiyên ku mînaka herêma Aydinê dişopînin, tînin ziman ku JESan li wir baxçe hişk kirine û ew naxwazin heman karesat li ser axa wan jî pêk were.
Gazên jehrî dê belav bibin
Her wiha di avên jeotermal de derketina gazên curbecur çêdibe; wekî karbondîoksît, gaza radon û hîdrojen sulfur. Ev gaz jixwe li xwezayê di nav avên germ de hene. Lê belê piştî ku sondajên jeotermal têne kirin, derketina van gazan lezgîntir dibe û ji bo belavbûna li ser rûyê erdê û nav hewayê guncavtir dibe. Ev gazên ku belav dibin, bandorê li tenduristiya mirovên li herêmê û li heywanan dikin. Heta dibe sedema xeniqandina karbondîoksîtê.
Ax dibe beton û bêber dibe
Ji ber santralan, mîneralên wekî bor, arsenîk û florur ên ku di kûrahiya erdê de ne, dertên ser rûyê erdê. Heke ev avên jehrî ber bi zevî, çem û qadên jiyanê ve werin berdan, zirarên mezin derdikevin holê. Bi van kîmyewiyan ax dibe beton û bereketa xwe winda dike û gundî êdî nikarin li ser vê axê tu berheman biçînin.
Lerizînên erdê û tirsa erdhejê
Gimgim li ser xeta şikesteka erdhejê ku ev şikestek yek ji xetên herî çalak ên cîhanê ye. Şêniyên herêmê yên ku birînên erdhejên salên 1946 û 1966an hîn di bîra wan de ne, difikirin ku xebatên sondajê û zexta avê ya di bin erdê de wê bibe sedema lerizînên nû. Li gorî nêrînên geologan jî, li herêmên wiha hesas, destwerdanên teknîkî yên kûr dikarin erdhejan bi xwe re bînin. Ev metirsî bûye sedem ku gundî li dijî her bîreke sondajê ya ku li nêzî gundên wan tê kolandin, derbikevin.
Gefên desteserkirina bi zorê
Santralên jeotermal qadên pir fireh hildidin nava xwe. Xebatên ji bo desteserkirina axê ji niha ve dest pê kirine. Ev yek bi rêya tehsîsê pêk tê. Yanî heke welatî razî nebe ku axa xwe bide, dewlet an jî şîrket dikare bi awayeke zordest dest deyne ser axê ku qanûn jî vê derfetê dide wan.
Parastina cihên pîroz û nasnameya çandî
Ji bilî aliyê ekolojîk, ev proje wekî êrîşek li ser bîra çandî û baweriyê jî tê dîtin. Gimgim navendeke girîng a baweriya Elewîtiyê ye û gelek çiya, dar û çavkaniyên avê yên li herêmê wekî “Ziyaretgeh” têne pênasekirin. Gundî dibêjin ku xerakirina van qadan bi hinceta enerjiyê, tê wateya xerakirina nasname û rîtuelên wan ên bi sedsalan. Parastina xwezayê li Gimgimê, îro veguheriye têkoşîneke manewî ya ji bo parastina pîroziyên herêmê jî.
Koçberî û tunekirina bîra civakî
Gundiyên herêmê difikirin ku ev proje dê jiyana wan a li ser van axan bi temamî bitemirîne û bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê. Şêniyên ku dibêjin “Cihê em herinê tune ye”, destnîşan dikin ku heke heywandarî û çandinî bi dawî bibe, gund dê werin valakirin û xelk neçar bimîne ku ber bi bajaran ve koç bike. Her wiha, fikarên herî kûr û bi êş jî têkildarî goristanên gundan in. Gundî tirs û fikarên xwe tînin ziman ku di dema kolandina bîrên sondajê û avakirina santralan de, gorên bav û kalên wan werin xerakirin û rêz li nirxên wan ên manewî neyê girtin. Ji bo gelê Gimgimê, parastina van axan ne tenê parastina xwezayê ye, di heman demê de parastina gorên wan û mafê wan ê mayîna li ser axa wan e. Gelê Gimgimê bi yek dengî diyar dike ku ew ne li dijî enerjiyê, lê li dijî wê modela talanker a enerjiyê ne ku xwezayê, tendurustiyê û pêşeroja wan tune dike. Berxwedana wan li seranserê navçeyê belav dibe û wekî mînakeke girîng a parastina ekolojiya civakî di rojevê de cîh digre.
Li dijî van hemû rîskên teknîkî û ekolojîk, aliyê civakî û manewî jî her ku diçe xurtir dibe. Nûnerên saziyên Elewiyan û şêniyên gundên ku rasterast di hedefa projeyê de ne, ji Ajansa Welat re peyivîn.
Hevseroka Şaxa Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê Fadîme Dapakli û endamê Komeleya Kanîreşê Adnan Korkmaz, fikarên xwe yên der barê metirsiya koçberiyeke nû, êrişa li dijî xwezayê û xerakirina bîra dîrokî anîn ziman.

‘Em naxwazin li bajaran winda bibin’
Hevseroka Şaxa DADa Îzmîrê Fadîme Dapakli bal kişand ser aliyê civakî û manewî yê projeyê û diyar kir ku JES ne tenê li ser xwezayê, li ser hebûna gelê herêmê jî gefeke mezin e. Koçberiya ber bi bajaran ve ji bo wan tê wateya windabûnê û wiha axivî: “Dema em ji gundên xwe derketin û çûn bajaran, em di nav wan de winda bûn. Loma em li ser axa xwe JESan naxwazin. Li ser vê axê ziyaretên me hene, ew der rêya heq e.”
Dapakli destnîşan kir ku projeyên bi vî rengî ji bo rant û qezencê tên kirin û got: “Çav birine ser welatê me, dixwazin li ser me hikm bikin. Heke van JESan ava bikin, dê gelê me dîsa neçar bimîne ku warên xwe biterikîne; çimkî êdî ne dikarin debara xwe bikin, ne jî dikarin lê bijîn. Em wekî civaka Elewî, me jiyana xwe her tim li ser têkoşînê ava kiriye. Îro roja têkoşînê ye; divê em bên cem hev û pişta xwe bidin hev.”
‘Em naxwazin şîrketên girêdayî Amerîka li welatê me bi cîh bibin’
Endamê Komeleya Kanîreşê ya Îzmîrê Adnan Korkmaz jî bal kişand ser yekîtiya gundên her du navçeyan û zirarên kîmyewî yên santralan û destnîşan kir ku ew naxwazin fîrmayên biyanî yên wekî şîrketên DYA li ser axa wan bi cîh bibin û got: “Bi van santralan kûkurt derdikeve û bi vê jî em û heywanên xwe em ê roj bi roj bimirin. Em debara xwe li ser axa xwe dikin; eger zirarê bidin axa me û em axa xwe biterikînin, em ê bi ku ve biçin? Ji bo ku em ji zarokên xwe re welateke baş bihêlin, me yekîtiya xwe pêk aniye.”













