• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hunera destkariyê bi saya jinan hê jî zindî ye

Sema Gezîcî / AW

25 NÎSAN 2026 - 08:26
Kategorî: ÇAND, JIN, MANŞET
A A
Wan – Hunera destan ya bi destê jinan derdikeve holê, di nava civakê de hê jî didome. Li herêma Serhedê gelek jin bi çêkirina qelemçe, etemîn, destmal, gore, mêzer û hwd. çanda destkarî diparêzin.

Li bajarê Wanê, jinên Kurd bi hunera xwe ya destan ku ji kevneşopiyên berê tê, hê jî berheman diafirînin û dixwazin çanda xwe zindî bihêlin. Ev huner ku zêdetir di qelemçeyê, derziyê û çêkirina goran û mêzeran de xuya dibe, ne tenê çavkaniya pere ye, lê her wiha beşek girîng ji nasnameya çandî ye. Ev berhemên bi destê jinan derdikevin, bi sedsalan e di çanda Kurdan de cihekî mezin û girîng digire.

‘Ji bo çanda Kurdî çi ji destê jinan hatibe kiriye’

Cahîde Gezîcî ku yek ji van jinên berhemdar e, got ku ev 40 sal in ew bi hunera destan ve eleqedar dibe û diyar kir ku ew ji heft salî ya xwe heta niha bi vê çandê ve mijûl e. Cahîde Gezîcî ku behsa berhemên çêdike kir, wiha got: “Ez bi derziyê etemîn, qelemçe û qurumçe, morî, desmal, gore û hwd. Çêdikim. Nêzî 40 sal in em van tiştan çêdikin, ji bo vê çandê çi ji destê me jinan hatibe me kiriye. Em van tiştan çêdikin, li xwe dikin, difiroşin, didin kesên hewcedar û hewcedariyên xwe jî pêk tînin. Em dixwazin çanda me winda nebe, çi destê me jina de tê em dikin.”

‘Em dixwazin çanda me berdewam bike’

Cahîde Gezîcî anî ziman ku ew bi tevnê mêzeran jî çêdike û wiha axivî: “Berê me pez xweyî dikir, me potikê gûzan dermanên rengûreng çêdikir û me ev derman li hiriya pez dixist. Me ev hirî dikir ben û me dest bi mêzer û goran dikir. Ev pêvajo hemû bi destan dihatin kirin. Lewma, em dixwazin çanda me her berdevam bike ku zaroken me jî hîn bibin û vê çandê pêk bînin.”

Etîket: destkarîherêma Serhedêhunera destê jinanJinên Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Qiymeta pincara me nayê zanîn’

‘Qiymeta pincara me nayê zanîn’

6 GULAN 2026
Sevîm Bîçîcî: Em ê yekîtiya neteweyî kolan bi kolan ava bikin

Sevîm Bîçîcî: Em ê yekîtiya neteweyî kolan bi kolan ava bikin

6 GULAN 2026
Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

29 NÎSAN 2026
Encamnameya Konferansa Jinan: Tora Parlamenterên Jin dê were avakirin

Ji jinên Kurd banga konferansa yekîtiya neteweyî

14 SIBAT 2026
Çaglar Demîrel: Hûnandina keziyan hilweşandina hişmendiya koletiyê ye

Çaglar Demîrel: Hûnandina keziyan hilweşandina hişmendiya koletiyê ye

13 SIBAT 2026
Rûmet, nasname û berxwedana jinan: KEZÎ

Rûmet, nasname û berxwedana jinan: KEZÎ

23 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (293)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne