Hevseroka Şaxa SESê ya Mêrdînê Melike Ayten diyar kir ku divê mirov bi zimanê zikmakî karibe sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigire ûgot: “Li nexweşxaneyan xizmeta tenduristiyê bi zimanê zikmakî nayê dayîn. Ji ber vê yekê nexweş nayên fêhm kirin û nikarin derdê xwe bînin ziman.”
Li nexweşxaneyan xizmeta tenduristiyê bi gelemperî bi zimanê tirkî tê dayîn. Ji ber xizmeta tenduristiyê li nexweşxaneyan bi zimanê tirkî ye, welatiyên bi zimanê tirkî nizanin, gelek zor û zahmetiyan dikişînin û nikarin nexweşiyên xwe bînin ziman. Lewra bijîşk jî nikare tedawiyeke rast bike û nikare dermanê rast binivîse. Ev gelek caran bi xwe re pirsgirêkên mezin pêş dixe. Têkildarî girîngiya xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî Hevseroka SESê ya Mêrdînê Melîke Aytenê ji Rojnameya Xwebûnê re li ser xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî axivî.
Melîke Ayten, anî ziman ku bandora ziman a li ser tenduristiyê pir zêde ye û wiha got: “Eger mirov nikaribe bi zimanê zikmakî xizmeta tenduristiyê bigire, ne pêkan e, mirov bi tendurist bijî. Divê diyaloga xizmetkarên tenduristiyê û nexweş bi zimanê zikmakî pêş bikeve. Divê xizmeta tenduristiyê bi zimanê zikmakî be. Nexweş dikare bi zimanê zikmakî bêtir nexweşiya xwe bîne ziman. Eger nexweş nikaribe bi zimanê zikmakî nexweşiya xwe bîne ziman, dê nikaribe xizmeteke baş û rast bigire. Nexweş nikaribe bi zimanê zikmakî nexweşiya xwe bîne ziman û bijîşk fêhm neke, dê nikaribe dermanê rast peyda bike. Eger nexweş bi zimanê zikmakî derdê xwe nebêje û bijîşk fêhm neke, dibe ku tedawiya şaş bê kirin û dermanê şaş bê dayîn. Xizmeta tenduristiyê qadeke gelek hesas e û jiyana mirov esas e.”
Melike Ayten, li ser pirsgirêkên di qada tenduristiyê de jî rawestiya û wiha axivî: “Li nexweşxaneyan xizmeta tenduristiyê bi bi zimanê zikmakî nayê dayîn. Ji ber vê yekê nexweş nayên fêhmkirin û nikarin derdê xwe bînin ziman. Her wiha nikarin xizmeteke baş bistînin. Xetên xizmetê yên 112, 184 û 182 bi zimanê tirkî ne. Ne bi zimanê kurdî ne. Ji ber ev xet ne bi zimanê zikmakî ne, nexweş nikarin randewiyan bistînin. Nikarin bi rêk û pêk sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin. Dîsa nebûna tabelayên bi zimanê zikmakî dibin sedem ku nexweş nikaribin cihê tedawiyê bibînin. Dîsa bi rêya wergerê jî pirsgirêk ji sedî sed çareser nabin. Divê mahremiyeta nexweş neyê paşguhkirin. Di rewşên lezgîn de dem gelek girîng e. Lê eger nexweş zimanê tirkî nizanibe, nikare nexweşiya xwe bîne ziman û dema mudaxaleya nexweşiyê dirêj dike. Ev dibe sedem ku bijîşk dereng mudaxale bike.”
Tenduristî bêyî ziman nabe
Melike Ayten li ser çareseriyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Em dixwazin butçeya ku ji bo şer hatiye veqetandin, li xizmeta tenduristiyê û xizmeta zimanê zikmakî bê xerçkirin. Em dixwazin ew butçe ji bo aştiyê li xizmetên tenduristiyê bê xerçkirin. Bêyî aştî tenduristiya bi qelîte nabe. Aştî tenê bi gotinê nabe. Dîsa aştî tenê bi înîsiyatifa hikûmetê nabe. Divê berî her tiştî aştiya ziman hebe. Divê em li ser aştiya ziman jî gavan bavêjin. Divê em ji şaşiyên berê dûr bikevin. Divê daxwazên sendîkayên tenduristiyê û kedê li ber çavan bên girtin.
Erebî, îngîzî îlû tirkî heye, lê kurdî tune ye
Melike Aytenê, bal kişand ser xebatên Sendîkaya SESê yên ji bo xizmeta tenduristiyê û wiha pêde çû: “Sendîkaya me xizmeta bi zimanê zikmakî û bi qalîte dixwaze. Xizmeteke wekhev û bêpere dixwaze. Em dixwazin bi zimanê zikmakî xizmeta tenduristiyê bidin. Xetên 112, 184 û 182 zimanê îngîlîzî, almanî, rûsî, erebî û tirkî heye, lê kurdî tune ye. Ji bo gel karibe randevûyên xwe bi zimanê xwe bistîne. Divê ziman li qada jiyana xwe bê axaftin. Em wekî sendîkaya SESê ji bo zimanê dayikê çi dikin? Em li nexweşxaneyan digerin. Em kolan bi kolan digerin. Em buroşuran belav dikin û panelan belav dikin. Em li ser derûnî û tenduristiya jinê perwerdehiyê didin. Ev pêvajo dê bi ziman bi ser bikeve.”