Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Hacî Ozkal derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û got: Pirsgirêka Kurd bi tarz û qanûnên berê nayê çareserkirin û got: “Divê dewlet ziman û nasnameya kurdan nas bike.”
Devlet Bahçelî di 22yê Cotmehê bang li Rêberê Gelê Kurd kir ku ew bang li PKKê bike da ku xwe fesix bike û dest ji têkoşîna çekdarî berde. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê bangê bêbersiv nehişt û di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Li gel van geşedanan PKKê jî di 5-7ê gulanê de 12emîn Kongreyê li dar xist, xwe fesix kir. Têkildarî vê yekê 30 kadroyên PKK, KCK û PAJKê di 11 Tîrmehê de li Silêmaniyeyê bi merasîmekê ji bo pêşî li pêvajoyê vekin, çekên xwe şewitandin. Bi pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlîbûna piraniya partiyên di Meclisê de cih digirin, Komîsyona Demokrarî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî hate avakirin. Komîsyon derveyî daxuyanî û hevdîtinan heya niha ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tu gavên şênber neavêtin. Tevî vê yekê polîtîkayên înkarê berdewam dikin, sepanên înkarkirina zimanê Kurdî û mafê perwerdehiya bi Kurdî didomin.
Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Hacî Ozkal têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û nêzîkatiya dewletê ya li hember zimanê Kurdî, ji ajansa me re axivî.
‘Pêvajo giran dimeşe’
Hacî Ozkal destnîşan kir ku dewlet di pêvajoya tê domandin de giran tevdigere û wiha got: “Pêvajo pir xurt û bi hêz dest pê kir. Di vê pêvajoyê de divê ji bo gelê Kurd çend gavên baş, gavên rasteqîn bêne avêtin. Tiştekî neyînî tunebe jî pevajo pir giran diçe. Komîsyon hate avakirin, komîsyon dixwaze hinek tiştan bike lê xuya ye ku heya Meclîs venebê, heya meha Cotmehê tiştek ber bi çav çênabe. Dema Meclîs vebû, xebatên xwe meşandin, ez bawerim dê her du alî baştir hev fêm bikin û pêyvira xwe bi cih bînin.”
‘Pirsgirêka Kurd bi qanûnên berê nayê çareserkirin’
di berdewama axaftina xwe de Hacî Ozkal bal kişand ser sepanên dijminane yên Tirkiyeyê û ev tişt gotin: “Xuyaye ku dewlet li ser Rojava zêde gefan dixwe û gavên nebaş diavêje. Li gorî dewletê Kurdên Rojava di vê pêvajoyê de nayên hesibandin. Ji ber wê îro û şûn ve Kurd li ku derê bin, meseleya Kurdan bi tarz, uslûb û qanûnên berê nayên çareserkirin. Dewlet naxwaze gelê Kurd bi nasnama û zimanê xwe di rêveberiya dewletê de cîh bigire. Heger wisa be di gav avêtina pêvajoyê de jî helwestekî yekalî çê dibe. Herî kêm di 50 salên dawî de em şahidin ku li çar parçeyê Kurdîstanê Kurd nayên qebulkirin, zimanê wan,çanda wan nayê qebûlkirin. Em hêvî dikin ku dewlet piştgirîyê bide vê pêvajoyê û pêvajo yek alî nemeşe.”
‘Divê dewlet ziman û nasnameya kurdan nas bike’
Hacî Ozkal di berfirehiya axaftina xwe de bi bîr xist ku di dibistanên Tirkiye û Kurdistanê de zimanê Kurdî qedexeye û wiha pê de çû: “Di cîhanê de bi sedan dewlet hene ku zimanê wan nehatine qedexkirin. Ji aliyê nivîsandinê û di her qada jiyanê de zimanê xwe bikar tînin.Tenê Kurd muxatabê van zexta ne. Pêvajoyeke nu dest pê kir, wekî her Kurdekî hêviya min ew e ku dewlet ziman û nasnameya Kurdan nas bike. Wek qanûnî, gerdûnî mafê her kesî çi be, mafê Kurdan jî ew be û pêşiya perwerdeya zimanê Kurdî vebe. Di demeke nêz de her mamosteyekî/e Kurd xwe di vê mijarê de berpirsiyar bibîne û berpirsiyariya pêvajoyê bigire ser milê xwe.”
‘Divê qanûnên perwerdehiya pirzimanî bên amadekirin’
Hacî Ozkal di dawiya axaftina xwe de bal kişan ser mînakên welatên ku lê pirzimanî perwerde tê dayîn û wiha derbirî: “Mînak li Yewnanistan û Bulgaristanê Tirk dijîn. Niha di wan dewletan de Tirkî ne qedexe ye û perwerdehiya zimanê Tirkî heye. Wekî her mirovekê, Kurd jî xwedî maf in. Divê di qanûnan de ev maf bên mîsogerkirin ku kesek nikaribe li gorî serê xwe wê biguherîne. Ez dixwazim perwerdehiya zimanê Kurdî di dibistanan de destpê bike. Divê ku di cotmehê de li meclis û bi taybetî di komîsyona kû hatiye avakirin de qanûnên li ser zimanan bên amadekirin û perwerdeiya zimanê Kurdî li dibistanan dest pê bike.”