Şirnex – Gulîzar û Ramazan Kaplan ku astengdar in, tevî hemû astengiyên mirovan jî dîsa hewl didin kar bikin û debara xwe bikin. Gulîzar û Ramazan astengiyan nas nakin û debara xwe dikin.
Ramazan Kaplanê 44 salî û Gulîzar Kaplan a 45 salî li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê dijîn. Tevî astengdariya xwe hewl didin kar bikin û debara xwe bikin. Ji ber ku debar her ku diçe zehmetir dibe, hewl didin li dijî pirsgirêkên aborî têbikoşin. Ji bo debara malê dest bi kar kirine.
Astengiyan nas nakin
Gulîzar û Ramazan Kaplan ji bo ku bikaribin pêwîstiyên mala xwe bicih bînin 5 meh in li parqên Cizîrê av û çay difiroşin. Lê dema vî karî dikin ji bilî astengiyên xwe yên fîzîkî bi astengiyên derdor, rê, cihê pêwîstiyên destavê re rû bi rû dimînin. Gulîzar Kaplan derbarê jiyana xwe astengiyên derdikevin pêşiya xwe de got heya ku ew diçin cihê karê xwe gelek zehmetiyan dijîn û got: “Peyarê gelek xerab in. Ji ber xerabûna peyarêyan em nikarin bi rehetî tevbigerin. Em neçar dimînin ku li ser rêya wesayîtan biçin. Gelek caran em ditirsin ku qeza bê serê me.
Em dixwazin ji bo seyranê bên parqê
Gulîzar Kaplan gazincên xwe yên derbarê aboriya astengdaran de wiha anî ziman; “Em jî dixwazin weke her kesî li van parqan bigerin û li kêfa xwe binêrin. Lê em neçar in ku debara mala xwe bikin. Ji ber wê yeke her şev em tên li parqan û kar dikin. Mehê 5 hezaran didin astengdaran û ev pere encax bi têra fatûreya ceylanê bike.”
Em dixwazin bixebitin û ji bo xwe xaniyek bistînin
Gulizar Kaplan diyar kir ku ji ber aboriyê ew neçar mane bixebitin û axaftina xwe wiha berdewam kir; “Ji aliyê debara malê ve em gelek zehmetiyan dijîn. Ji ber wê em neçar in bixebitin. 5 meh in, em tên vir çay û avê difiroş in. Niha havîn e, em dikarin derve vî karî bikin lê zivistanê çawa çawa bikin, em bi fikar in. Bi rastî em dixebitin û ji xwe re hin pere kom bikin ji bo ku em bibin xwedî xanî. Em êdî nikarin di xaniyên kirê de jiyan bikin. Kirêya herî kêm bûye 10 hezar.”
Dema em dixebitin jî astengî derdikevin pêşberî me
Gulizar Kaplan herî dawî da zanîn ku dema ew dixebitin jî gelek astengiyan dikêşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Em heya derengiya şeve dimînin vir, carna heya saet 02.00an jî em dixebitin û pêwîstiyên me yên lawaboyê çêdibin lê ji ber ku di parqan de daşîrên ji bo astengdaran guncav nînin em gelek zehmetiyan jiyan dikin.”