Zivistana îsal li bajarên Kurdistanê bi bereketa xwe hat. Berfa ku li çiyayên bilind ma û barana ku bi ser de bariya, kaniyên ku li ber ziwabûnê bûn careke din da der. Sûlava Emrûdê ku berê di nîvê biharê de kêm dibûn û di havînê de bi temamî ziwa dibûn, lê îsal gur diherike û bi dîmenên xwe yên bêhempa bala her kesî dikişîne.
Li bajarên Kurdistanê piştî zivistaneke bi berf û bihareke bi baran, xweza careke din ketiye nav hembêza keskayiyê. Yek ji nîşanên herî eşkere yên vê guherînê jî, zindîbûna kanî, çem û sûlavên ku bi salan bû ji ber hişkesaliyê û germê ziwa bûbûn e.
Sûlava Emrûdê ku li gundê Emrûdê ya ser bi navçeya Qosera Mêrdîn ve ye, wekî biheşta veşartî ya Mêrdînê tê naskirin. Ev der hem bi xwezaya xwe û hem jî bi şûnwarên xwe yên dîrokî û aşên avê yê kevnar jî navdar e.
Guherîna avhewayê
Di salên dawî de, Bakurê Kurdistanê bi krîzeke giran a hişkesaliyê re rû bi rû mabû. Lê belê, daneyên îsal nîşan didin ku rêjeya barîna baran û berfê li gorî salên borî bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ev barîna zêde çavkaniyên ava bin erdê xwedî kir.
Rewşa salên borî
Di salên borî de, ji ber ku barîn kêm bû û germahiya havînê zû dest pê dikir, çem ango sûlava Emrûdê di di serê havînê de ziwa dibû. Ev yek dibû sedema xemgîniya gundiyan û geştiyarên ku dihatin serdana herêmê. Îsal, piştî barîna zêde ya li Çiyayê Mazî û herêmên derdorê, Sûlava Emrûdê bi heybet diherike. Dengê avê û hênikahiya ku belav dike, xweşikiya xwe nîşan dide.
Çûkên koçber vegeriyan
Xelkê Mêrdînê û navçeyên derdorê ji bo dîtina vê bedewiya xwezayî berê xwe didin Emrûdê. Li gorî gundiyên derdora Emrûdê herikîna sûlavan mizgîniya bihareke dirêj û havîneke hênik e ji bo herêma Mêrdînê.
Ev bereketa îsal ji bo ekosîstema herêmê derfeteke mezin e, çûkên koçber û nebatên ku berê li ber windabûnê bûn, careke din li derdora sûlavê hêwirîne û ev der şên bûye.








