Amed – Nivîskar Seyîdxan Anter têkildarî bîranîna Mehmed Uzun axivî û got: “Di esl û esasê xwe de wêjeya Mehmed Uzun dokumenterek jiyan, tecrûbe û çanda nav xelkê ye û bi dewlemendî hûnandiye.”
Mehmed Uzun di sala 1953an de li navçeya Siwêregê ya Riha yê ji dayîk bûye. Di navbera salên 1997-2007an de li Ewropayê li Swêdê jiyaye. Mehmed Uzun bi berhemên xwe yên wêjeyê yên bi Kurdî, Tirkî û Swêdî bi pirzimanî û pirçandî ye û bi salan endamê rêveberiya Yekîtiya Nivîskarên Swêdê kiriye. Di heman demê de di Pen Clubên Swêdî û Navneteweyî de jî çalak bûye û endamê Yekîtiya Rojnamevanên Swêdê û Cîhanê bûye. Mehmed Uzun ku heta niha 7 roman bi Kurdî nivîsandiye, ji bo gelek zimanan hatine wergerandin. Nivîsên wî nêzîkî bîst zimanan di kovar û rojnameyên cuda de hatin weşandin. Her wiha Mehmed Uzun ê ku demek dirêj ji ber nexweşiya penceşêrê ya mîdeyê dihat dermankirin, di 11ê Cotmeha 2007an de li Amed jiyana xwe ji dest da û konên xwe ji nav konan bar kir.
Hevalê Mehmed Uzun, nivîskar Seyîdxan Anter ku bi salan pê re maye anî ziman ku wan bi hev re li Swêdê çapkirina kovara Sîrwan kiriye û got: “Me bi hev re kovara Sîrwan derdixist, bi derxistina kovara Sîrwan danûstendinên me yên xurttir çêdibûn.”
‘Wêjeya xwe bi dewlemendî hûnandiye’
Seyîdxan Anter diyar kir ku danûstendinên wî û Mehmed Uzun bi hev re gelek bûye û got me bi derxistina kovara Sîrwanê re danûstendinên xwe xurttir dikir û wiha got: “Dema me hev nas kir pêre pêre jî hevaltiya me her ku çû mezin bû, gelek caran tiştên me yên muşterek bi hev re çêdibûn. Di heman de Apê Mûsa mamostetiya me jî kiriye. Ew danûstendina wî bi Apê Mûsa, Ferît Uzun û bi Îsmaîl Beşîkçî re û bi gelek kesên ku bi wêjeyê re eleqedar dibûn hebû. Bi van kesan ku ez dibêjim di zindana Amedê de têkiliyên wan bi hev re li pêş ketine. Li ser wêjeya ku Mehmet Uzun pê re eleqedar dibû, gelek tişt hatine gotin. Dema ku em bala xwe bidinê pirtûka Jakrondonî bi navê ‘Kabika Hesin’ û ‘Çolika Heywanan’ ya Corc Orvel, ew bixwe ji şert û şirûkên wê rojê de dest pê dikin. Pêwendiyên sosyal bi xwe re fikir û ramanên ji bo siberojê pêk tînin. Di ilmê wêjeyê de jî ji wan re dibêjin lîstok. Wêjeya Mehmed Uzun ne ev e, di esl û esasê xwe de dokumenterek jiyan, tecrûbe û çanda nav xelkê ye. Û bi dewlemendî hûnandiye. Mehmed Uzun di kar û xebatên xwe de berpirsyariyek pirr mezin daniye ser şanên me. Îro jî Şaredariya Bajarê Mezin û çend rêxistinên Kurdan ên vî bajarî Mehmed Uzun bibîr tînin, di esl û esasê xwe de rê û mecalek vedikin ji bo nifşa nû. Da ku ew nifşa nû çawa dikaribin vê berpirsyariyê rabikin. Elbet tişta ku şaredarî dike cihê şanaziyê ye. Gelek saziyê bi vî rengî wî bibîr tînin.”
‘Helwesta Mehmed Uzun di destana egîdekî de veşartî ye’
Seyîdxan Anter di berdewama axaftina de bal kişand ser koçberiyên salên 80î ku çawa wî û Mehmed Uzun li Swêdê hevûdin nas kiriye û wiha got: “Di destpêka salên 1980î de gelek kes ji ber rewşa siyasî koç kirin û hatin Swêdê û min û Mehmed Uzun jî hevûdin nas kir. Lê danûstendina me ya zêde dema ku Mehmed Uzun weke ku em dibêjin ling guhert û bêhtir xwe da wêjeyê. Pir dixwest ku yekîtiya Kurdan bi hev re hebe. Gelek caran em diketin qirka hev ji ber ku carinan em weke hev nedifikirîn. Dema ku kovara Sîrwan derdiket Mehmed Uzun me bi tenê nedihişt. Di meseleya Kurdîtiyê de helwesta Mehmed Uzun li beramberî Kurdî û li beramberî tevgera azadîxwazên Kurdî di esl û esasê xwe de di destana egîdekî de veşartî ye. Bêguman dilê wî ji bo Kurdî lêdixist û gelekî ji bo Kurdî xwe diêşand.”