• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

    Wezareta Bazirganiyê: Ji bo vebûna deriyê Nisêbînê û Qamişloyê em danûstandinan dikin

    Deriyê Sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê tê vekirin

    MEBYA-DERa Wanê Kongreya xwe ya 4emîn li dar xist

    MEBYA-DERa Wanê Kongreya xwe ya 4emîn li dar xist

    Sureyya Bulut û Dîlek Oz 32 sal şûnve hatin berdan: Em ê li ser sûrên Amedê govendê bigerînin

    Sureyya Bulut û Dîlek Oz 32 sal şûnve hatin berdan: Em ê li ser sûrên Amedê govendê bigerînin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em ji bo Tirkiyeyeke demokratîk dimeşin’

Dîlok / AW

15 COTMEH 2025 - 08:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dîlok – Kedkarên KESKî ku li dijî bêhiqûqiya KHKyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşin diyar kirin ku ji bo wan karên sendîkayî dikirin û muxalif bûn ji kar hatin derxistin û gotin: “Em ê gavekê jî bi paş ve neavêjin.”

Nûnerên Konfederasyona Sendikaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ji bo kesên ku bi rêya KHKê ji karê xwe hatine dûrxistin ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em ê kare xwe bi paş ve bistînin” dest bi meşê kirin. Meşa ku di 13ê Cotmehê de dest pê kir, dê 5 rojan bidome û li Enqereyê bi dawî bibe.

Piştî darbeya di 15ê Tebaxa 2016an de desthilata AKPê bi rêya KHKyan 125 hezar û 612 kedkar ji kar derxistin. Ev nêzî 10 sal in berxwedana kedkaran a li dijî KHKyan didome. Nûnerên KESKê jî li dijî vê yekê ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşin. Kedkarên bi navê Abdurrezak Yildiz û Hacî Demîr sedema lidarxistina meşê û serpêhatiyên xwe ji Ajansa Welat (AW) re vegotin.

‘Ji ber ku ez muxalif bûm, karên sendîkayê min dikir ez ji kar hatim dûr xistin’

Kedkarê bi navê Abdurrezak Yildiz diyar kir ku piştî 22 salan xebitiyê ew ji kar hatiye avêtin û wiha axivî: “Ez 22 sal wekî kedkarekî cemaweriyê xebitim, herî dawî li Şaredariya Şirnexê dixebitiyam, di sala 2017an de bi rêya KHKê ez hatim îxrackirin. Di nava 22 salan de derbarê min de tu lêpirsin nehatin destpêkirin. Ji ber ku ez muxalif bûm, karên sendîkayê min dikir ez ji kar hatim dûr xistin. Lê paşê ji tevahiya dozan min beraat kir. Nava mehê min ji kar avêtin ku ji bo meeşa wê mehê nedin. Ev bêhiqûqiyek mezin bû. Desthilatdar wekî dijminatî tevdigeriyan. Muxalefetbûnê ji xwe re qebûl nekirin. Dema em ji kar hatin derxistin tenê em bi bandor nebûn. Malbatên me û derdorên me kî hebe bi bandor bûn. Îxrackarên Kurdistanê bi salan e ji bo gelê xwe li ber xwe didan. Piştî ew ji kar hatin derxistin di nava civakê de valahî çêbû. Ev 8 sal in ez li ber xwe didim, min gavek jî bi paş ve neavêt. Em li hemberî bêhiqûqiyê li ber xwe didin. Lê em dizanin ku vê bêhiqûqî ne tenê em dibînin. Gelê me jî bi van bêhiqûqtiyan re rû bi rû ma. Ev tişt hemû girêdayî hev in.”

‘Em ji bo Tirkiyeyeke demokratîk dimeşin’

Abdurrezak Yildiz destnîşan kir ku meşa wan li dijî bêhiqûqiye û ev tişt anî ziman: “Em kedkar heta ku edaletek neyê sazkirin, demokrasî neyê vî welatî em ê li berx we bidin. Kîjan desthilatdar werê jî dê dîsa heman tişt were jiyîn. Em ê bi hev re demokrasiyê saz bikin. Heke em venegerin ser karê xwe demokrasi neyê Tirkiyeyê sibê dê dîsa heman darbe derkeve pêşiya me. Em ji bo Tirkiyêyeke demokratîk dimeşin.”

‘Keda me xwedî derneketin’

Kedkarê bi navê Hacî Demîr jî anî ziman ku di sala 1990an de li Agiriyê dest bi kar kiriye û got: “Di sala 2003yan de ji ber karên siyasî ez ji Agiriyê sirgûnî Gîresûnê kirim. Paşê di sala 2007an de ez vegeriyam Sîlopiyayê û dîsa min dest bi karê sendîkayê kir. Heta ku di 29ê Cotmehê 2016an de ez ji kar hatim dûr xistin. Berî ku ez ji kar hatim avêtin agahî dihatin ku me jî kar biavêjin. Lê ji xwe me ji kar avêtin danîbû ber çavên xwe. Ez di 29ê Cotmeha 2016an de li baxçeyê dibistinê bi hevalên xwe re bûm me bihîst ku 29 hevalên me yên Egitîm-Senî bi rêya KHKê ji kar hatine derxistin. Me jiyana xwe berdewam kir di cihên taybet de ez xebitîm lê min gelek zehmetî kişand. Piştî ez ji kar hatim derxistin hevalên ku em bi hev re bûn xwe ji me dûr xistin. Xwedî li keda me derneketin. Kesên ku ji me re danûstandinê dikirin ji dev danûstandinê berdan. Encax aştiyêk çêbibe em dikarin vegerin ser kare xwe. Em dixwazin ku dadgeh darizandineke bi edaletî pêk bînê. Em dibêjin ku em gavekê jî bi paş ve neavêjin.”

Etîket: Abdurrezak YildizHacî DemîrJi Amedê ber bi Enqereyê veKHKMeşa KESKê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma KESKê: Me aştî xwest em hatin îxrackirin

Platforma KESKê: Me aştî xwest em hatin îxrackirin

29 COTMEH 2025
Li dijî KHKê jiyaneke alternatîf ava kir

Li dijî KHKê jiyaneke alternatîf ava kir

21 COTMEH 2025
Meşvanên KESKê ku gihiştin Enqereyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin| HATE NÛKIRIN

Meşvanên KESKê ku gihiştin Enqereyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin| HATE NÛKIRIN

16 COTMEH 2025
‘Dê aştî pêk bê û em ê vegerin ser karê xwe’

‘Dê aştî pêk bê û em ê vegerin ser karê xwe’

16 COTMEH 2025
Platforma KESKê: Divê endamên me vegerin ser kar

Platforma KESKê: Divê endamên me vegerin ser kar

24 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sureyya Bulut û Dîlek Oz 32 sal şûnve hatin berdan: Em ê li ser sûrên Amedê govendê bigerînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mihrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DBP dest bi xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşker û cerdevanan êrişî koçeran kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Komîteya Wezîran biryar: Divê Demîrtaş û Yuksekdag tavilê bên berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (342)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne