Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku wan di şevê de 57 dronên Ukraynayê xistine.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê têkildarî şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de daxuyanî da. Wezaretê da zanîn ku pergala wan a parastina hewayî di şevekê de 57 dronên Ukraynayê xistine. Ajansa Nûçeyan a TASSê daxuyaniya Wezaretê parve kir û got: “Pergalên parastinê yên piralî, êrişeke berfireh a bi dronan a li dijî navend û tesîsên Rûsyayê de têk bir.”
Der barê cihên hatine hedefkirin û zerarên êrişê de agahî nehatin parvekirin.
Di 24 saetan de 9 kes hatin kuştin
Di êrîşên 24 saetên dawî yên ku Rusyayê li dijî Ukraynayê pêk anî de herî kêm 9 kes hatin kuştin û 53 kes jî birîndar bûn.







