Wan – Parêzer Xalid Ûmar ku derbarê pergala hiqûqê ya Rojava de axivî bal kişand ser demokratîkbûna qanûnan û got ku Rêveberiya Xweser li gorî prensîbên modern ên demokratîk tevdigere.
Rojavayê Kurdistanê di sala 2012an de ala azadiyê çikand û xweseriya xwe agihand. Di 17ê Adara 2016an de bi damezrandina pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand. Ev 13 sal in Rêveberiya Xweser, bakarên Rojava bi rê ve dibe û ji her alî ve xweser e. Demek kurt berî destpêkirina Şoreşa Rojava di destpêka sala 2012an de, bi înîsiyatîfa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo tevahiya Rojava Komîteya Dadê hate damezrandin. Ev komîte, di pêşxistina pergala nû ya hiqûqî de bû fonksiyonek kordînasyonê.
Parêzer û endamê Yekitiya Parêzerên Kantona Cizîrê Xalid Ûmar ku li Rojava xebatên hiqûqê dimeşîne, derbarê pergala hiqûqê ya Rojava de ji Ajansa Welat re axivî.
Komîteyên qanûnsaziyê ava kirin e
Xalid Ûmar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser komîteyên qanûnsaziyê û diyar kir ku dema Rêveberiya Xweser hate îlankirin, komîteyên qanûnsaziyê hatin avakirin. Xalid Ûmar destnîşan kir ku di sala 2019an de komîteyek li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin û wê komîteyê qanûn derxistin û got: “Di navbera qanûnên ku komîteyê derxistine û qanûnên berê yên dewleta Sûriyeyê de ferq û cudahî hene. Qanûnên dewleta Sûriyeyê bi hişmendiyeke desthilatdarî derdiket û qanûnên nedemokratîk bûn. Di qanûnên sizayî yên dewletê de encam heta darvekirinê ankû înfazkirinê diçû. Lê di qanûnên Rêveberiya Xweser de ev yek hatiye rakirin û kesekî/ê sûcê herî mezin jî kiribe, nabe ku jiyana wê/î bê bidawîkirin. Rêveberiya Xweser li gorî prensîbên modern ên demokratîk tevdigere.”
‘Li cem me qanûn demokratîk in’
Xalid Ûmar da zanîn ku qanûnên Rêveberiya Xweser ji aliyekê ve xwe dispêrin qanûnên dewleta Sûriyeyê û diyar kir ku qanûn bi giştî milkê rejîmekê an jî yê dewletekê nîn e. Xalid Ûmar bi bîr xist ku ev yek mijareke şaristanî ye û di dîroka mirovahiyê de pêş ketiye. Xalid Ûmar bi lêv kir ku qanûnên sereke yên dewleta Suriyeyê yên Fransayê, Îtalyayê û ji gelek dewletên din qanûn wergirtine. Xalid Ûmar anî ziman ku dewleta Sûriyeyê ev qanûnên dewletên din li gorî berjewendiyên desthilat û dewleta xwe guhertine û got: “Li cem me jî qanûn demokratîk in û wekheviya jin û zilam prensîbeke sereke ye. Qanûna me ya malbatê, qet weke ya dewletê nîne. Li cem me qanûnekî sivîl e, zewac ne li gorî şerîetê ye û jin û zilam wekhev in.”

Hişmendiya ji rejîma Baasê maye li pêşiya wan astengî ye
Xalid Ûmar bal kişand ser astengiyên li pêşiya wan û got ku milet 60-70 sal in di bin desthilatdariya rejîma Baasê de û bi pergaleke navendî, netewperest jiyana xwe didomandin, qanûnên demokratîk qebûl nakin. Xalid Ûmar mînaka zewacê da û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Di qanûnên me de zewaca mêrekî ya bi du-sê jinan re qedexe ye û ev qanûn ji aliyê gelek kesan ve nayê qebûlkirin. Çend mijarên bi vî rengî hene ku di pêşiya me de astengî ne, lê belê ji bo guherîna vê hişmendiyê wext lazim e.”
‘Zimanê hiqûqê Erebî ye’
Xalid Ûmar behsa zimanê hiqûqê ya li Rojava kir û diyar kir ku qanûnên tên derxistin bi zimanê Erebî ne. Xalid Ûmar destnîşan kir ku ji ber qedexeya Kurdî ya di dema rejîma Baasê de, hemû sazî bi zimanê Erebî kar û barên xwe dimeşandin û hê jî ev rewş didome. Xalid Ûmar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mixabin ev yek me pir diêşîne ku hê jî di gelek saziyan de Erebî zimanê sereke ye û Kurdî hê jî cihê xwe negirtiye. Di perwerdehiyê de zimanê Kurdî sereke ye û niha Rêveberiya Xweser di gelek saziyan de dema belgeyên fermî derdixîne, zimanê Kurdî jî li gel Erebî zêde dike. Hêdî hêdî zimanê Kurdî di sazî û hiqûqê de pêş dikeve. Lê niha di dadgehên me de zimanê Erebî tenê tê bikaranîn. Kesên niha di qada dadgehê de dixebitin dadger, parêzer hwd. bi zimanê Erebî xwendine, lewma ev yek jî sedema bikaranîna Erebî ye.”
‘Avakirina saziyên Kurdî dê zimanê Kurdî bike zimanê sereke’
Xalid Ûmar behsa pêşketina pergala hiqûqê ya Rojava kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hewceyî bi saziyên taybet hene ku bikaribin mijarên hiqûqî bi zimanê Kurdî bidin. Weke mînak li bakurê Kurdistanê Weqfa Mezopotamyayê heye û di qada hiqûqê de kareke gelekî xurt û berbiçav dike. Divê li vir jî saziyên wiha bên avakirin û kadroyên wê yên pispor çêbibin. Ez bawerim heke wisa bibe dê di Rêveberiya Xweser de jî zimanê Kurdî di derxistina qanûnan û hemû kar û barên saziyan de bibe zimanê sereke.”













