Şaredariya Agiriyê bi tevlibûna hezaran welatiyan Qada Bajêr a Şakiro vekir. Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras di merasîmê de axivî û got: “Me hem ji bo spasiyeke derengmayî û hem jî ji bo lêborînekê navê Şakiro lê kir.”
Şaredariya Agiriyê ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê birêvebirin, bi tevlibûna hezaran welatiyan Qada Bajêr a Şakiro vekir. Nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêxistinên navend û navçeyan ên DEM Partiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), MEBYA-DER, parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik û bi hezaran welatî beşdarî merasîma vekirinê bûn.

‘Em dixwazin ev meydan bibe cihê zarokan’
Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras di merasîmê de axaftineke kurt kir û got: “Pênc meh berê, ev der wêran bû. Me ev cihê wêran veguherand bihuştek piçûk. Li her derê meydan hene ku bûne sembola bajêr. Ji ber vê yekê, me biryar da ku ji bo bajarê xwe meydanekê ava bikin. Me navê Dengbej Şakiro lê kir ku ji vê axê derket û êş û kêfxweşiya gel heta roja îro hilgirt. Bi vî awayî, me hem ji bo spasiyeke derengmayî û hem jî ji bo lêborînekê navê Şakiro lê kir. Em dixwazin ev meydan bibe cihê ku zarokên me bikaribin bi şano û lîstikan bên cem hev. Bila ev meydan bibe cihekî ku ciwan bikaribin ji bo helbest û wêjeyê lê kom bibin. Bila ev meydan bibe cihekî ku kal û pîr û jin lê bêhna xwe vedin.”

‘Dengbêj xwedî li zimanê me derketin’
Piştre, parlamenter Sirri Sakik axivî û da zanîn ku ew bi deng û kilamên Şakiro mezin bûne. Sirri Sakik anî ziman ku hemû dengbej ezizên ber dilê gelê Kurd in û ev tişt got: “Ger dengbej nebûna, dibe ku îro zimanê me tunebûya. Ji ber ku zimanê gelê Kurd qedexe bû. Tevî ku zimanê me li her derê qedexe bû jî, dengbêjan destên xwe dibirin ber guhên xwe û klamên xwe digotin. Dengbejan hem di demên zilmê de û hem jî di demên xweş de dengê xwe bilind dikirin. Serhat bajarê dengbejan e. Ji bo vê xizmetê em spasiya hevşaredarên xwe dikin.”
Sakik bal kişand ser mijara anîna gora Şakiro ya li Agiriyê û destnîşan kir ku ji bo gora wî bibin Agiriyê hewl didin û ger malbata Şakiro erê bike ew ê di mehên havînê de gora Şakiro bibin Agiriyê.
Piştî axaftinan, qûrdeleya vekirina meydanê hate birîn û bi hezaran kesan li Qada Bajêr a Şakiro govend gerandin. Qada Bajar a Şakiro bi parka girtî ya ji bo wesayîtan, pirtûkxaneyê, kafe û cihê şanoyê dest bi xizmeta welatiyan kir.














