Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Agiriyê serdana dikandaran kir û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bal kişand ser xeta yekitî û hevgirtinê.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Agiriyê serdana dikandarên li ser Bulvara Tahîr Elçî ya li navenda bajêr kir. Bakirhan di serdanê de daxwaz û pêşniyarên esnafan guhdar kir, û li ser geşedanên di rojevê de û polîtîkayên aboriyê sohbet kir. Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêkan bi xwedîderketina vîna gel û têkoşînê pêkan e.
















