Amed – Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozcan Ateş diyar kir ku amadekariyên lîstikên nû dikin. Ozcan Ateş anî ziman ku ew ji bo 2025an amadekariyên Mihrîcana Şanoyê ya Jinan, 10emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê û Mihrîcana Şanoyê ya ji bo Zarokan dikin.
Bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) a piştî 15ê Tîrmeha 2016an gelek sazî û tezgehên çand û hunera kurdî bi îlankirina Biryara di Hikmê Qanûnê (KHK) de hatin girtin. Gelek navendên çand û hunerê yên girêdayî Şaredariyên DBPê jî bi tayînkirina qeyûman re hatin girtin. Xebatkarên çand û hunerê yên di bin baneya şaredariyên DBPî de dixebitîn hatin dûrxistin. Piştî xebatkarên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên bi awayekî profesyonel şanogerî dikirin hatin dûrxistin xebatên alternatif ên şanoyê pêş xistin. Şanogeran karê xwe nîvco nehiştin û di sibata 2017an de Şanoya Bajêr a Amedê ava kirin. Piştî ku HDP di hilbijartinên herêmî yên di sala 2019an de dîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dest xist şanogerên ji karen xwe hatibûn dûrxistin xebatên xwe domandin. Lê di 19ê tebaxa 2019an de dîsa qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin şanogerên ku bi qeyûm re nexebitîn xebatên xwe li Şanoya Bajêr a Amedê domandin. Ligel di hilbijartinên herêmî yên di sala 2024an de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredarî bi dest xist, şanogeran xebatên xwe hem di bin banê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hem jî li Şanoya Bajêr a Amedê de didomînin.
Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozcan Ateş der barê pêvajoya avakirina Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên wê û xebatên xwe yên alternatîf de ji ajansa me re axivî.
Ozcan Ataş da zanîn ku Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 1990an de hate avakirin û wiha got: “Ez di sala 2002yan de tev li komê bûm. Şanoyê heta dawiya sala 2016an bi taybetî xebatên xwe bi du zimanan meşand. Piştî ku di sala 2016an de qeyûm hate tayînkirin dest danîn ser şaredariyên bajarên kurdan, xebat hatin astengkirin û bidawîkirin. Xebata wan a yekemîn ew bû ku dawî li xebatên çandî, jinan û zarokan anîn. Heta astekê xebat pêş ketin. Lê piştî hatina qeyûman ev xebat bi carekê hatin sekinandin. Her wiha kesên weke hunermend xebatên xwe di bin banê şaredariyê de dimeşandin, xebatên wan jî hatin bi dawî kirin. Piştî hatina qeyûman dawî li karê me anîn, em di demeke kin de weke koma şanoyê hatin cem hev û şanoyeke taybet a alternatîf ava kir. Armanc belavkirina van xebatan bû lê li dijî wê îradeyeke xurt derket holê û em dikarin bêjin di heşt salên dawî de li Amedê di hêla çandî de gelek xebatên serkeftî hatin meşandin. Di bin banê Şanoya Bajêr a Amedê de dîsa girêdayî xebatên Ma Musîcê her wiha xebatên jinan û zarokan hatin meşandin. Heke derfet hebin piştgiriyek hebe huner xwe li ser linga digire, di hemû cîhanê de wisa ye. Ji aliyê aboriyê ve pirsgirêkên cidî derketin holê lê dîsa jî li dijî wê îradeyek hebû. Têkoşîneke gelek baş hate meşandin. Em bêjin di heşt salên dawiyê de jî dîsa hem ji hêla muzîkê hem ji hêla şanoyê hem di beşên çandê yên din de xebateke gelek hevpar û baş hate birêvebirin. Li hemberî kesên hesab dikirin karekî hevpar û baş derket holê.”
‘Bi saya piştgiriyê me cihekî baştir ava kir’
Ozcan Ateş axaftina xwe wiha domand: “Dema me dest bi xebatên xwe yên taybet kir, di demekî kin de me cihek ji xwe re dît. Li Galeriyayê ku di erdhejê de hilweşiya me cihek girt û li wir xebatên xwe dan meşandin. Em li wir hatin cem hev û gel jî li pişt me sekini. Wexta em di nava lêgerînê de bûn ji me re digotin ‘Şano dê berdewam bike? Çi bikeve ser milê me, em amade ne.’ Me li wir dest bi xebatên xwe kir heta sala 2019an. Lê me dît ku ew der ji me re biçûk e. Piştgiriya gel jî gelekî xurt bû. Me cihekî nû, avahiyeke sê qatî ava kir. Di bin navê Şanoya Bajêr a Amedê de cihekî baştir me dît. Avahî vala bû. Hemû mesrefên wê, çêkirina wê derê hemû bi piştgiriya gel çêbû. Bi saya piştgiriyê me cihekî baştir ava kir, niha jî ew cihê me heye. Li wê derê em lîstikên xwe didin nîşandan, ji bo me ew der cihekî gelek bi qiymet e dê her tim di deste me de be û her tim em ê biparêzin.
Her roja în û şemiyê lîstik tên lîstin
Beriya sala 2016an avahiya Çand Amedê xelas bû. Me xebatên xwe heta astekê anîbûn û pêdiviyek derket holê û ev avahî wê demê hate çêkirin. Wê demê me tu lîstik li vir ne lîstin. Dema di sala 2019an de hilbijartina herêmî çêbû. Di dema birêz Selçûk Mizrakli de me çar mehan li vir festîval çêkirin. Festîvala şanoyê çêkir, ji bo zarokan festîval hate çêkirin. Di wê demê de em derketin ser dike bêguman piştî çar mehan heman rewş qewimî û qeyûm hate tayînkirin. Em dîsa çûn cihê xwe yê berê me xebatên xwe li wê derê meşandin. Piştî hilbijartinên 31ê Adarê em dîsa vegeriyan vê derê. Lê em bi temamî venegeriyan, em xebatên xwe hem aliyê din hem li vê derê dimeşînin. Ji ber pêdiviyek hebû û hevşaredarên me jî xwestin em li vê derê xebatên çandî bimeşînin û bînin asteke mezintir. Piştî ku mazbata hatin stendin, me li vir 9’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê çêkir. Festîvalê kelecaneke mezin çêkir. Bi tevahî 19 komên şanoyê beşdar bûn. 21 lîstik hatin lîstin. Ji Bakur, Başûr, Rojhilat kom beşdarî festîvalê bûn. Mejiyekî gelek xurt derket holê. Ev avahî tejî bû. Piştî wê jî me dest bi xebatên xwe kirin. Lîstika me Don Kîxot berê di destê me de hebû lê em zêde nelîstibûn. Me li gorî vê li ser dikê prova girtin û me dest bi sezona nû ya vê derê kir. Em bi lîstikên xwe derketin pêşberî temaşevanan. Bi rastî jî eleqeyeke baş heye.
Ozcan Ateş qala xebatên xwe kir û ev tişt gotin: “Niha jî lîstika me ya Don Kîxot dem deman dilîze. Me girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin rojên Şanoya Jinan çêkir. Ew jî di 5ê Mijdarê de pêk hat. Ji Rojhilat, Başûr, metropolên Tirkiyeyê û ji vir komên şanoyê tev li bûn. Her wiha weke periyodîk jî lîstikên me didomin her roja înê û şemiyê em li vê derê dilîzin. Şanoya Bajêr a Amedê jî di destê me de ye. Niha li wir jî bernameya mehane derdixînin û her du aliyan bi awayekî hevpar bi hev re dimeşînin.
Ji bo mezinan û zarokan lîstikên nû amade dikin
Hevalên me yên jin lîstikeke jinan derxistin. Wan jî di festîvala jinan de cihê xwe girtin û niha vê mehê ew zêdetir roja înê û şemiyê derdikevin ser dikê. Em lîstikekê derdixînin, derdikeve pêşberî temaşevanan û piştî wê em lîstikeke din deynin pêşiya xwe. Niha lêgerîneke me heye. Lîstika me ne diyar be jî em difikirin hem ji bo mezinan hem ji bo zarokan lîstikên nû amade bikin. Heta deh rojan em ê dest bi provayên wan bikin.
Amadekariyên Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê dikin
Ji bilî wê em bi hevşaredarên me re jî rûniştin weke ku em ê di sala 2025’an de xebatên çawa bimeşînin. Li wê derê jî me festîvala şanoyê ya jinan daye pêşiya xwe her wiha em difikirin 10’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê em çêbikin. Amadekariyên wê hêdî hêdî dest pê dikin. Her wiha ji bo lîseyan em dixwazin Şahiyên Şanoyê yên di Navbera Lîseyan de çêbikin. Berê jî me dikir. Bi rastî anîna ciwanan a cem hev xebateke gelek xweş bû. Ev me daye pêşiya xwe. Her wiha festîvala şanoyê ya ji bo zarokan me daniye pêşiya xwe. Em difikirin ku di sala 2025’an de em van hemûyan pêk bînin. Ji bilî wê jî lîstikên hem ji bo zarokan hem ji bo mezinan di bernameya me de ne. Beriya tayînkirina qeyûman jî me li vir pêşbirka tekstên şanoya kurdî dabû dest pê kirin û niha em dixwazin dîsa wê bidin dest pê kirin. Ji ber ku şanoya kurdî di hêla tekstan de pirsgirêkan dijî, belku bi vî awayî em bikarin wê pirsgirêkê çareser bikin. Her wiha ew jî weke planeke sala 2025’an li pêşiya me ye.”
Şanoya kurdî pir ji şanoya cîhanê bi paş ve nîne
Ozcan Ateş qala rewşa şanoya kurdî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî şanoya cîhanê, şanoya kurdî xwedî dîrokeke pir kevin nîne. Weke tekst di sala 1918’an de tekstek hatiye nivîsandin. Ji bo Bakur jî di salên 90’î de di dema Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de şanoya kurdî hatiye çêkirin û pêş ketiye. Di bin banê NÇM’ê de wê demê xebateke baş derket holê û heta asteke baş jî hat. Her wiha piştî sala 2000an ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryar girt ku dê bi du zimanan şanoyê bike û şaredariyê berpirsyariyeke mezin daye ser milê xwe û li gorî min di asteke xerab de jî nîne û bi cih jî tîne. Dema ku mirov karê şanoya cîhanê mêze dike, di hêla estetîkê û lîstikvaniyê de di gelek beşan de pir ji wan bi paş ve nîne. Bêguman ev tenê li ser Şanoya Bajarê Amed naçe. Li Bakûr gelek komên taybet ên şanoyê dikin hene. Li Batmanê, li Stenbolê gelek kom hene. Lê ji aliye aboriyê ve pirsgirêkên wan hene. Belku nikarin her hefte derkevin pêşberî temaşevanan lê dîsa jî xebatên şanoya kurd tên meşandin.
Ji bo ku şano pêş bikeve divê festîvalên xwe zêde bikin
Dema mirov lê dinêre li parçeyên din jî xebatên şanoyê derketine holê. Dema Sovyetê li Ermenistanê gelek baş bû. Wê demê Mem û Zîn û lîstikên wisa sereke û navdar hatine lîstin. Hefteyê çar-pênc rojan temaşevanên wan hebûne. Li piştî belavbûna sovyetê şano jî di nav de winda dibe û diçe. Demekê li Başûr jî sala 1940’an de xebatên şanoyê gelek derketine pêş heta astekê hatiye, kom avabûna weke profesyonel karê xwe meşandine. Lê piştî şer û pevçûn derketine dîsa ji holê rabûye. Niha li Îranê jî hatiye asteke baş, gelek kom hene ku şanoya kurdî dikin, gelek lîstikvanên baş û hêja jî hene. Her wiha li Başûr weke sîstematîk ne rûniştiye. Hin kom hene proje digirin û salane derdixînin û derdikevin pêşberî temaşevanan. Li Rojava jî piştî şerê li wir qewimî em dizanin ku gelek xebatên şanoyê li wir tên meşandin û gelek avahiyên şanoyê yên baş û hêja jî hene. Kom hêdî hêdî ava dibin ji bo pêşeroja şanoya kurdî hêviyeke. Lê bêguman ji bo ku şano pêş bikeve divê mirov festîvalên xwe zêde bike. Hin kom zêde bibin. Meseleyên aboriyê lîstikvaniyê û tekstê û her wiha gelek problemên xwe hene divê mirov çareser bike. Ji ber wê yekê jî kesên niha şanoya kurdî dikin, rol û misyoneke giran dikeve ser milên wan ku van pirsgirêkan çareser bikin. Ez hêvîdar im ku di pêşerojê de bi tevlibûna her çar parçeyan festîvalên şanoyê, muzîkê bên lidarxistin. Ji ber ku hatina cem hev nîqaş derdikevin holê nîqaşên şanoya kurd derdikevin holê, pirsgirêkên wê tên nîqaşkirin. Ev jî ji bo pêşeroja şanoya kurd hêviyeke mezin dide mirov.”
Ji bo pêşketina çandê hewcedarî bi xebateke domdar heye
Ozcan Ateş got ku “Pirsgirêka şanoya kurd hinek ev e; dema ku tu xebatên xwe domdar nekî, bernameyeke te tune be pêşnakeve” û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ji hêla temaşevanan jî pêş nakeve ji holê xurtbûna şanoya kurd de jî pêş nakeve. Ji ber wê yekê mirov pir rehetî dikare beje; dema me nû di sala 2003’yan de dest bi şanoya kurdî kir her lîstika ku me dilîst me sê caran an çar caran eywan tejî dikir an nedikir. Lê ji ber ku domdar bû her ku çû temaşevanên xwe ava kir. Hem asta hunera xwe mezin kir hem temaşevanên xwe zêde kir. Îro hatiye asteke wisa em bêjin tu li Amedê karekî baş çêbikî tu dikarî vê eywanê sed carî jî tejî bikî. Her wiha Şanoya Bajêr a Amedê ji ber ku pîvanek daniye pêşiya xwe û diçe turneyan jî hemû deverên weke Stenbol, Enqere û Îzmîrê her wiha Ewropayê ji ber ku her sal li wan deran derdikeve turneyê li wir jî temaşevan ji xwe re ava kiriye. Gava tu diçî wan bajaran eywan têr û tejî dibin. Ji ber wê yekê bi rastî jî ji destpêkê heta niha dema mirov dide ber çav hatiye asteke gelek baş. Temaşevan jî tên lîstikê rexne dikin dibêjin ‘karê we yê borî baştir bû di nivîsê de kêmasî hebû’ hwd. Lê bêguman ji bo berfirehtir bibe mezintir bibe hewcehî bi gelek koman heye ji bo bajarê Amedê niha hewcedarî belku bi 10-20 komên şanoya kurdî hene. Lê niha yên ku li Amedê xebatan dimeşînin yek du kom in. Ji ber wê yekê jî zêdetir belav nabe. Mînak dema em diçin Ewropayê dayik û bavên me yên tên lîstikê temaşe dikin. Dibên di jiyana xwe de cara ewil e em bi kurdî şanoyê temaşe dikin. Ji ber wê yekê ji bo ku ev çand pêşbikeve hewcedarî bi xebateke berfireh û domdar heye.”
Tiştê ku civakekê dike civak çand e
Ozcan Ateş, destnîşan kir ku tiştê ku civakekê dike civak çand e û wiha bi lêv kir: “Heke li dijî kurdan siyaseteke têkçûnê bê meşandin xala wê ya yekemîn çand e. Heke tu çandê ji holê rakî an jî zimanê wî tune bikî êriş dikî. Ev tişteke nû nîne. Di dîroka gelek civak û dewletan de heye. Her wiha di dema salên 90’î de di dema xebatên NÇM’ê de xebatên kurdî dihatin kirin wê demê jî êriş û qedexe hebûn. Gelek caran me dibîhist hunermend dema ji ser dikê derdikevin hatine binçavkirin. Wê demê jî konser dihatin betalkirin dihatin qedexekirin lîstik dihatin qedexekirin. Ev yek heta roja me ya îro jî hatiye. Gelek caran lîstikên me yên şanoyê jî hatine qedexe kirin. Bi salan e em nikarin li bajarên Edeneyê û Mêrsînê lîstikên xwe bilîzin. Her tim tê qedexekirin. Bi hincetên ecêb tên qedexekirin. Dibêjin ewlehiya kesên li wî bajarî dijîn têxe xetereyê. Şanoyek dê çawa jiyana wî gelî têxe xetereyê. Hincetên bi vî rengî. Li gelek cihan lîstikên komên Êlihê hatin qedexekirin. Her wiha konser hatin qedexekirin. Di van demên dawî de jî hatiye asteke ku êdî nayê tehamulkirin. Mînak salon hatine girtin pereyê wan dane razandin bilêd hemû hatine firotin lê em dibînin her roj li cihekî qedexeyek çêdibe.
Çiqas ew astengî çêbûne jî wan em xurttir kirine. Koma me jî û gelek hunermend jî di heman fikrê de ne. Bi çi şert û mercan be li ku be dîsa tu dikarî xwe bigihînî temaşevanan. Rê û rêbazekê jê re dibînî. Ew girînge ku mirov hemberî vê têkoşîneke çawa bide. Heke tu bi paş ve gavê biavêjî ew dê bigihin armanca xwe lê heke te li dijî wê yekê xebatên xwe mezintir kir, ev yek hesabên wan pûç dike.”
Banga xwedî derketinê
Ozcan Ateş, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em niha hem li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her roja în û şemiyê derdikevin ser dikê û lîstikên xwe dilîzin. Her wiha li Şanoya Bajêr a Amedê bernameyên mehane derdixin. Bila şanohez me bişopînin. Difikirin ku derkevin turneyan li ku kurdek hebe dixwazin xwe bigihînin wan û karê xwe nîşanî wan bidin. Em ji gelê xwe dixwazin heta niha çawa ku li çand û şanoya kurdî derketine bila ji niha û pê ve bêtir derkevin. Ji ber em pêşvetir biçin û em mil bidin hev û werin asteke baştir.”