*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Piştî bangê şer sekinî. Li gorî daxuyanî û nûçeyên malperan piştî banga Abdullah Ocalan 26 gerîla û leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Di sala 2024an de jî 287 gerîla û leşkeran jiyana xwe ji dest dabû.
*Lîstikavan Halîme Eser û Derhêner Kazim Oz ji bo 3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin: “Ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nebûya dibe ku ev festîval jî nehata lidarxistin.”
*Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê dê bi Serokê Partiya Gelecekê yê Giştî Ahmet Davûtoglû re li navenda giştî ya Partiya Gelecekê ya li Enqereyê hevdîtinê bike. (10.00)
*Saziyên tenduristiyê dê têkildarî rêziknameya hekîmên malbatan li pêşiya Midûriyeta Tenduristiyê ya Amedê daxuyanî bide. (12.30)
*Dê bi pêşengiya MEBYA-DERê li navçeya Farqînê serdana şîna endamê HPGê Haci Başaran (Çiya Farqîn) bê kirin. (13.00)













