• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

    Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

    Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

    Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

    Li Stenbol, Îzmîr û Aydinê meşên aştiyê: Paradîgmaya Ocalan wê aştiyê bîne

    Li Stenbol, Îzmîr û Aydinê meşên aştiyê: Paradîgmaya Ocalan wê aştiyê bîne

    Gelê Wanê ji bo aştiyê meşiya: Gel li benda gavan e

    Gelê Wanê ji bo aştiyê meşiya: Gel li benda gavan e

    Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

    Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ercan Yilmaz: Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan

Amed / AW

21 KANÛN 2025 - 09:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz da zanîn ku pêvajo encax bi baweriya gel dê pêş bikevê û wiha got: “Ji bo pêvajo pêş bikeve divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKKê xwe fesix kir, hêza xwe ya Tirkiye paşyve kişand. Lê ji bo mafê hiqûqî û siyasî heta niha ji aliyê dewletê ve gavên şênber nehatine avêtin. Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz têkildarê geşedanên rojevê, mafê hêviyê, polîtîkayên li ser girtigehan nirxand.

‘Divê girtîgeh bên vala kirin’

Ercan Yilmaz anî ziman ku 50 salan in polîtîkayên dewletê ya li ser girtîgehan neguheriye û got: “Her çiqas deshilatdar biguherin jî polîtîkayan girtîgehan ên berê didome. Dewleta Tirk girtîgehan wekî cihên îslehê dibîne. Dixwaze girtiyan bi tuniyê îslah bike. Mafê girtiyan asteng dike. Zêdetir 50 sal in şerekî giran li Kurdistanê û Tirkiyeyê heye. Di vê pêvajoyê de bi hezaran Kurd hatin girtin. Hê jî bi hezaran Kurd di girtîgehan de ne. Girtiyên nexweş nayên berdan. Di vê pêvajoyê de divê berî her tiştî hemû girtiyên siyasî bêne berdan. Ji bo aştiyê divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan.”

‘Divê pêvajo li ser zimanê aştiyê bimeşê’

Ercan Yilmaz diyar kir ku hewceye zimanê dewletê bê guherandin û got: “Saleke dawî şer rawestiya ye û gerîla, leşker û polis nayên kuştin. Ev tiştekî gelek girîng e. Îro divê pêvajo li ser zimanê aştiyê bimeşê. Provakator herdem hebûn. Dijûn û çêrên li dijî Leyla Zana ji aliyê kesên çareseriyê naxwazin ve pêş ket. Li vir tiştên herî girîng dewlet dê çawa tevbigere ye. Lê me dît ku dewlet hê jî di pêvajoyê de ne xwedî biryar e. Îro hewce bû biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa yê ku li ser mafê hêviyê pêk hatibûya. DMME ji bo birêz Abdullah Ocalan û siyasetmedarên Kurd biryar daye. Lê heta niha Tirtiye gav neavêtiye.”

‘Hewceye gav bên avêtin ku gel jî ji pêvajoyê bawer bike’

Ercan Yilmaz destnîşan kir gel ji pêvajoyê bawer nake û got: “Hê jî baweriya gel bi dewletê nayê. Bi avêtina gavên hiqûqî û siyasî ku mafan diparêze dê aştiyek bi rûmet û mayîn de pêk bê. Hewceye gav bên avêtin ku gel jî ji pêvajoyê bawer bike. Divê dewlet nasnameya gelê Kurd û vîna Rêberê Gelê Kurd nas bike. Divê dewlet êdî zagonên xwe li ser esasê parastina mafan biguherîne.”

Etîket: AFC ChampionshipErzan YilmazÎHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

OHD û Baroya Amedê: Divê Kurdî ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bê nasîn

OHD û Baroya Amedê: Divê Kurdî ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bê nasîn

15 GULAN 2026
‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

30 NÎSAN 2026
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Cevzet Derse demildest berdin

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Cevzet Derse demildest berdin

25 NÎSAN 2026
Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

25 NÎSAN 2026
ÎHD: Daxwazên girtî Sagaltici, Turkoglû û Ozen bi cîh bînin

ÎHD: Daxwazên girtî Sagaltici, Turkoglû û Ozen bi cîh bînin

21 NÎSAN 2026
Li çar bajaran aqûbeta Erden, Keremoglû û Ekîncî pirsîn

Li çar bajaran aqûbeta Erden, Keremoglû û Ekîncî pirsîn

18 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formaya Amedsporê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma Kurdî: Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (437)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne