Wan – Qahir Bateyî ku ji bo weşanxaneya xwe Sîtavê li ser pêyan bigire karê mêşvaniyê dike diyar kir ku ew ji ber rewşa aboriyê nikarin berhemên di destê xwe de çap bikin.
Di xizmeta zimanê Kurdî de barek jî ser milê weşanxaneyên Kurdî ye ku gelek kes bi rêya pirtûkên cirokan, dîrokê û yên zarokan zimanê Kurdî hîn dibin. Weşanxaneya Sîtavê jî weşanxaneyeke ku barê zimanê Kurdî daye ser milê xwe. Xwediyê Sîtavê Qahir Bateyî piştî ji girtîgehê derdikeve di sala 2013an de weşanxaneya Sîtavê ava dike. Weşanxaneya Sîtavê ji bo nivîskarên Kurd jî dibe fersendek û ji ber ku ev 12 sal in bi awayekî bê navber karê weşangeriyê dimeşîne, gelek pirtûk ji weşanxaneyê derketin û hema bêje her cure berhem li weşanê derçûne.
Xwediyê Sîtavê Qahir Bateyî li ser xebatên weşanxaneyê ji Aansa Welat re axivî.
Hişmendiyeke kurdewar
Qahir Bateyî anî ziman ku di destpêkê de armanc avakirina hişmendiya kurdewar bû. Qahir Bateyî da zanîn ku li ser sê esasên bingehîn Sîtav hatiye avakirin û got: “Esasê yekemîn berhevkirina folklora kurdî, ya duyemîn berhevkirina cîrokên zarokan û ya sêyemîn jî lêkolînên ser zimanê Kurdî bû. Li Bakûr gelek nirxên Kurdan yên pir kevn hene, mixabin serdestan ew nirx li ber çavên Kurdan reş kirine û weke heram nişan dane. Me xwest ew berhemên bi hezaran salan careke din bigihînin ber destê civakê û xwîneran. Me xwest li ser vê esasê hem ew nirxên Kurdan ên kevnar em careke din vejînin, hem lêkolînên li ser Kurdi bikin.”
‘Nifşên nû zimanê xwe û pirtûkên Kurdî nas nakin’
Qahir Bateyî destîşan kir ku bişaftina li ser Kurdî her diçe zêde dibe û da zanîn ku bi taybetî di nava nivşên nû de bişaftin zêde ye. Qahir Bateyî bi lêv kir ku sedema yekemîn ya bişaftinê teknolojî ye û bi bîr xist ku malbat vê teknolojiyê ji bo pêşketina Kurdî bi kar naînin. Qahir Bateyî têkîliya nifşên nû û teknolojîyê wiha nirxand: “Ev teknolojî dibe sedem kû nifşên nû ne tenê Kurdî, Tirkî jî nexwînin. Em van pêşengehên dawî da bûn şahidê vê yekê. Kesên ku taybetî pirtûkên Kurdî distîne kesên ji 35 salî mezintir in. Berê dema kû em diçûn pêşengehan xandekarên zaningehê li wir amade bûn û herî zêde pirtûk wan distand. Lê belê niha li ber teknolojî û taybetî ji ber telefonê nifşên nû zimanê xwe û pirtûkên Kûrdî nasnakin.”
‘Pirtûkên Kurdî bi kêfî tên qedexekirin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Qahir Bateyî diyar kir ku ew pirtûkên bi salan e digehijin xwînerên xwe, bi taybetî di salên dawî de dema diçin girtîgehan tên qedexekirin. Qahir Bateyî destnîşan kir ku sala çûyî 114 pirtûkên weşanxaneya Sîtavê hatine qedexekirin û got: “Ji van pirtûkan ji sedî 80 ew bûn ku çûne zîndanan, gardiyanan îxbar kirine û piştî wê dadgehê biryara desteserkirin û qedexekirinê dane. Di nava wan pirtûken de klasîkên cîhanê hebûn, tu eleqeya wan ji sîyasetê jî tuneye. Pirtûkên Kurdî bi kêfî tên qedexekirin û ew pêvojaya qedexikirinê jî dirêj diajo. Em ji bo rakirina biryara qedexeyê serî lê didin, lê ev pêvajo 2 salan zêdetir digire û gelek caran jî encam nagire.”
Ji ber aboriyên nikarin berheman çap bikin
Qahir Bateyî têkildarî xebatên siberojê yên Sîtavê ev tişt anî ziman: “Gelek xebat pêşiya Sîtavê hene, lê mixabin derfetên aborî gelek caran pêşiya me digire. Du xebatên zêrîn û xizîneyek ji bo ziman û çanda kurdî di destê me de hene. Yek ji vê xebata nîvîskar Mehmet Oncu ya bi navê ‘Gotinên Pêşîyan’ e û ev xebat ji çar cîldan pêk tê. Berê hatibû çapkirin lê ev du sal in em bi xwe re nabînin ku careke din çap bikin. Xebata 33 salan e û 50 hezar gotinên pêşîyan tê de hene. Dîsa xebateke din a Mehmet Oncu ya ku çîrokên Kurdî heye û wî bi hezaran çîrok berhev kirine. Di nava van çîrokan de nêzîkî 430 çîrok hilbijartine. Her şev çîrokekê bi cîrokbêjekê/î dide gotin û ev yek salekê didome. Berhema wî ji 3 cildan pêk tê û 3 sal zêdetir e ev berhem di destê me de ye. Mixabin ev jî ji ber rewşa aborî nehatiye çapkirin.”
Qahîr Bateyî debara xwe bi mêşwanîyê dike da ku xebatên Sîtavê bikaribe bimeşîne. Qahîr Bateyî di wê mijarê de ev tişt gotin: “Hingivê difiroşim da ku debara xwe bikim. Her wiha deynên weşanxwanê jî bi wî awayî didim, weşanxwane wisa li ser pêya dimîne.”
Rexne li çapemeniyê kir
Bi domdarî Qahir Bateyî gazin ji şaredarî û çapemeniyê kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Şaredariyên me pêşangehan çênakin, her şaredarî dikare li bajarê xwe, bajarokê xwe pêşangehan li dar bixe. Divê di van pêşangehan de cîhekê bidin weşanxaneyan ku biçin beşdarî pêşengehê dibin. Ev yek dê ji bo lêçûnên pêşengehan jî ji bo hişmendiya Kurdî û pêşvebirina zimanê Kurdî jî bibe derfetek. Lê mixabin ev yek nayê kirin û qeyûm jî ji xwe me beşdar nake. Her wiha çapemeniya Kurd jî ji aliyê şopandina berhemên Kurdî, çanda Kurdan ve gelek qels e. Mînak em diçin pêşengehan, çapemenî weşanan û nîvîskaran naşopîne û berhemên li wir dernaxîne pêş. Tên pêşangehê, lê belê kîjan weşanxwane nêzîk wan be bi wê re sînordar dimînin. Ji 30an zêdetir weşanxwaneyên Kurdî hene û bi rêya çapemenîyê haya gel ji pêşengehê çêdibe. Li Sîtavê sedan berhemên Kurdî hene ku di beşa xwe de yekem berhem in û mînakên wê tunene. Lê mixabin çapemeniyê heta niha yek ji wan berheman jî nedaye nasîn. Pêwîste çapemenî ferq û cudahiyê nexe di navbera weşanxaneyan de û xizmeta zimanê Kurdî bike.”
Qahir Bateyî li ser grîngiya Kurdî sekinîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zimanê me hebûna me ye, divê em xwedî li vî zimanî derbikevin. Taybetî bang li malbatan dikim ku zarokên xwe fêrî Kurdî bikin, hişmendîya Kurdî hînî wan bikin. Bila zarok bizanibin ku Kurd in û fikra neteweyî di wan de ava bibe. Bila bizanibin zimanekî wan yê dewlemend heye, bila ew hişmediya Kurdewarî bixin serê zarokên xwe.”














