Dayikên Aştiyê yên Serhedê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.
Dayikên Aştiyê yên herêma Serhedê ku ji Dayikên Aştiyê yên Gever, Wan û Erdîşê pêk tê, jibo erîşên li ser taxên Şêxmeqsud u Eşrefîyeyê yên Helebê şermezar bikin, ji Wanê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin. Dayik, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Wanê kom bûn û heta parka aştiyê ya Musa Anter meş li dar xistin. Girseya ji rêveber û nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên civakî yên demokratîk pêk tê dayikan bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” oxir kirin. Dayikên li otobusê siwar bûne ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî dê dayik tev li karwanê bibin û berê xwe bidin Enqereyê.










