ICJê dest bi Darizandina pêkînerên komkujiya Myanmarê kir. Tê payîn ku dê ev doz bandorê li ser pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li welatên din jî bike.
Hêza Leşkerî ya Myanmarê di 2017ê de li dij kemnetewa misilman yên Rohingyanê êriş pêk anî û di encama wê êrişê de komkujiyek mezin kirin. Li gel komkujiyê herî kêm 730 hezar Rahingyanî ji cih û warên xwe hatin derxistin. Li dijî vê qirkirinê xizmên kesên di encama komkujiyê de hatine kuştin gilî li Dadgeha Dadmendiyê ya Navneteweyî (ICJ) kirin. ICJê dest bi darizandina pêkînerên komkujiyê kir.
Îsraîl jî ji ber vê danişînê bi fikar e
ICJ di nava van deh salên derbasbûyî de yekem carê dest bi darizandina pêkînerên komkujiyê dike. Tê payîn ku dê ev doz ji Myanmarê wêdetir bandor li ser pêkînerên komkujiyên cudatir jî bike. Dewleta Îsraîlê jî ji ber vê darizandinê bifikar e. Tê zanîn ku ji ber komkujiyan Filistînê, Afîkaya Başûr jî giliya Îsraîlê ji ICJê kiribûn.
Dibe ku bibe mînak
Serokê Mekanîzmaya Lêpirsînê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Nicholas Koumjian derbarê mijarê de agahî da çapameniyê. Nicholas Koumjian der barê mijarên ‘dê pêkînerên komkujiyan çewan bên tespîtkirin, çewa bê vegotin û çewan binpêkirin bên sekinandin’ xebatê dike û ew li bendê ne ku ev xebat ji bo hin dozên din jî bibe mînakeke baş.
Gambiyayê giliya Myanmarê kir
Welatê Gambiyayê ku li Rojavayê Afrîkayê ye di sala 2019an de giliya Myanmarê ji ICJê kir. Gambiyayê di giliya kiriye de da zanîn ku Myanmarê li dijî Rahingyan komkujî pêk aniye û xwest kesên vê yekê pêk anîne werin darizandin.
Rola hêzên leşkerî
Tê gotin ku Hêza Leşkerî ya Myanmarê di 2017ê de herî kêm 730.000 Rohingyayî ji cih û warên wan kir. Welatiyên ji tirsa komkujiyê reviyane xwe spartin Bangladejê. Rohingyanî diyar dikin ku li dijî wan komkujî, tecavuza komkî pêk hatiye û dan zanîn ku leşkerên Myanmarê hemû cih û warên wan dane ber agir.







