Serokê Tevgera Nifşê Nû Şahswar Ebdilwahîd piştî şeş mehan bi kefaletê serbest hate berdan.
Şahswar Ebdilwahid ku 12ê Tebaxa 2025an de bi hinceta “gef li hevrikê xwe yê siyasî kiribû” hatibû girtin ev 6 meh bû di girtîgehê de dihate ragirtin. Şahswar Ebdilwahîd di danişîna 3yemîn a dozê de bi kefaletê serbest hate berdan. Dadgehê rêjeya kefaretê wekî 118 milyon dînarên Iraqê diyar kir. Şahswar Ebdilwahîd dê ji niha pê ve bi awayekî negirtî bê darizandin.













