• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

    Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

    ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin

    Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan

29 HEZÎRAN 2026 - 14:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi minet û hurmet bi bîr anî û wiha got: “Heta hesreta Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan bi cih bêne anîn wê têkoşîna azadiyê dewam bike.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê di 101emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û 48 rêhevalên wî bi bîr anî. Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi wiha ye:

“Şêx Seîd û 48 hevalên wî beriya niha bi 101 salî li qada Deriyê Çiyê yê Amedê hatin darvekirin. Em wan bi minet û hurmet bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo bicihanîna hesreta wan a ji bo Kurdistana Azad dubare dikin.

Li ber sêdarê gotina dawî ya Şêx Seîd û hevalên wî Kurdistana Azad bû. Bi baweriya ku ciwanên Kurd wê hesreta wan pêk bînin nefesa xwe ya dawî dan.

Neviyên Şêx Seîd û hevalên wî; ciwanên Kurd bi pêşengiya Rêber Apo dest bi têkoşîna azadiyê kirin û hebûna Kurdan ispat û mayinde kirin. Peyam û wasiyeta wan a dawî bi têkoşîna xwe bi cih anîn. Îro rastiya gelekî heye ku ji bo azadiya xwe têdikoşe.

Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya ji bo aştî û civaka demokratîk hewl dide ku hesreta Şêx Seîd û hevalên wî pêk bîne. Komara Demokratîk wê bibe pêkhatina hesreta wan. Şêx Seîd û hevalên wî li dijî komarê li ber xwe nedan. Li ber wê sîstemê rabûn ku ne demokratîk bû, li ber wî mejî rabûn ku Kurd tune dihesiband. Şaş e ku bê gotin Şêx Seîd û hevalên wî li dijî komarê bûn û bi vê têgihiştinê Kurd bêne qirkirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî rewakirina polîtîkayên komkujî û qirkirinê ye.

Eger demokratîkbûn û komara demokratîk wê pêk were, divê rûbirûbûn bi şandina Şêx Seîd û hevalên wî ya ber bi sêdarê ve bê kirin. Bi vî rengî wê bê nîşandan ku dest ji înkarkirina Kurdan hatiye berdan. Nêzîkatiyeke berevajî vê yekê wê bibe israra li ser polîtîkaya înkar û îmhayê ya berê. Eger komar wê demokratîk bibe, hingî girîng e ku şaşitiya polîtîkaya sêdarekirina Şêx Seîd û hevalên wî bê qebûlkirin.

Ji bo vê divê cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û hevalên wî bê gotin ku ev yek wê ji bo lihevkirina bi gelê Kurd re bibe gaveke girîng. Gelê Kurd jî ji bo nîşandana cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan divê têbikoşe.

Heta ku hesreta Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wî bêne bicihanîn wê têkoşîna azadiyê dewam bike.”

Etîket: KCKŞêx SeîdSeyid Riza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

29 HEZÎRAN 2026
Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

29 HEZÎRAN 2026
KCKê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

KCKê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

27 HEZÎRAN 2026
Komîteya Ekolojiyê: Em bi têkoşînê xwedî li xwazaya xwe derkevin

Komîteya Ekolojiyê: Em bi têkoşînê xwedî li xwazaya xwe derkevin

5 HEZÎRAN 2026
Sozdar Avesta: Pêvajo pêvajoya çareserkirina pirsgirêka 100 salî ye

Sozdar Avesta: Pêvajo pêvajoya çareserkirina pirsgirêka 100 salî ye

5 HEZÎRAN 2026
KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

KCK: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya xurtkirina hevgirtina civakî

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mekanîzmayên ku sûcdaran diparêzin bi saya têkoşîna jinan teşhîr bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (798)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne