Li Amedê ji bo bîranîna Şêx Seîd û rêhevalên wî panel hat lidarxistin û di panelê de hat gotin ku têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû û divê mirov xwedî li Şêx Seîd, heval û serhildana 1925an derkeve.
Komeleya Şêx Seîd li eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê ji bo bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî panelek li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat, Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û endamê komîteya navendî ya PDKê Dr. Salar Osman wek axivêr tevlî panelê bûn. Her wiha endam û nunerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî panelê bûn. Panel ji bo cangoriyan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
‘Divê mirov xwedî li Şêx Seîd, hevalên wî û serhildana 1925an derkeve’
Mehmet Kasim Firat pêşî axivî û diyar kir ku îro ji bo wan rojeke reş e. Firat qala serhildana Şêx Seîd û hevalên wî kir û wiha got: “Dema ku di sala 1924an de komar hat avakirin, hinek zagon derxistin. Gotin, ‘Her kesê ku li vê welatî dijî Tirk e, zimanê tenê yê ku heye Tirkî ye. Yek ziman, yek welat, yek milet.’ Şêx Seîd û hevalên wî ev yek qebûl nekirin. Gotin, ‘Em Kurd in, zimanê me, çanda me, axa me û baweriya me heye, em vê yekê qebûl nakin.’ Şêx Bahaddîn ji Şêx Seîd re dibêje, ‘Di îslamê de hicret heye. Dema ku kesek li herêmekê dikeve tengasiyê, hicret heye. Ev rêyeke maqûl e, tu mirovekî dewlemend î. Biçe, hicret bike.’ Ew jî dibêje, ‘Na Bahaddîn, ez ê li dijî vê înkar û îmhakirina taqûtan heya dawiyê têbikoşim.’ Têkoşîna wî, têkoşîna hebûn û tunebûnê bû. Di sala 1924an de Kurd bi rengekî fermî hatin înkarkirin. Cara yekemîn jî Şêx Seîd û hevalên wî bi rengekî fermî gotin, ‘Em milet in, zimanê me heye’ ku em van tiştan bi vî rengî teslîmî we nakin. Şêx Seîd û hevalên wî gihîştine armanca xwe û divê mirov xwedî li Şêx Seîd, hevalên wî û serhildana 1925an derkeve.”
‘Heger em yekitiya xwe ava nekin, em ê bi komkujiyan re rû bi rû bimînin’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di destpêka axaftina xwe de Şêx Seîd û rêhevalên wî û Orhan Dogan bi rêzdarî bi bîr anî û ev tişt gotin: “Dema mirov behsa Şêx Saîd û hevalên wî dike, behsa têkoşîna wî dike, aliyekî wî siyaset e, aliyekî wî civakî ye û aliyekî wî jî yekitî ye. Dîroka serhildanan û zagonên dewletê li ser Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi serhildana Koçgiriyê dest pê dike. Piştî wê dîrokê, ji sala 1923yan heya îro em berê xwe didinê, her serhildan di bin Komara Tirkiyeyê de cure bi cure derketiye holê û hatiye. Sala 1925an dema Şêx Seîd û hevalên wî dest bi serhildanê kirin di dawiyê de di nav dewleta Tirkiyeyê de hinek qanûn derketin holê û bi awayekî sîstematîk piştî serhildana Şêx Saîd dest pê kiriye û heya îro hatiye. Dema mirov berê xwe dide dîrokê û belgeyan, armanca wê neteweyî ye. Yanî ew serhildan li ser nasnameya gelê Kurd bû, li ser yekitiya gelê Kurd bû, li ser hebûn, çand û zimanê gelê Kurd bi berxwedanek mezin derketiye holê û heya îro jî ew berxwedan berdewam dike. Dixwazin ku mezin û pêşengên Kurdan di nav gel de bêîtîbar bikin. Dema Şêx Saîd serhildan kir, dewletê got “Ev bi destê Îngilîzan hatiye kirin”. Lê dîrok û arşîv nîşan didin ku ev yek ne rast e. Ev jî parçeyek ji siyaseta bêîtîbarkirinê ye. Wê demê Serdar Qasim hebû. Ger wê demê di navbera Kurdan de yekitî hebûya, belkî îro tiştekî cuda derketibû holê. Mesela yekitiyê mîna dîwarekî ye, divê her kes kevirekî deyne ser. Em neçar in ku ji bo yekitiya neteweyî gav bavêjin. Heger îro em yekitiya xwe ava nekin, em ê her tim bi van komkujî û polîtîkayên înkarê re rû bi rû bimînin.”
‘Şêx Seîd daxwaza mafê Kurdan kiriye, daxwaza mafê Kurdistanê kiriye’
Dr. Salar Osman da zanîn ku ev mijar mijareke siyasî ye, mijareke civakî ye, mijareke çandî ye û mijareke dîrokî ye û wiha pê de çu: “Em heger li her der û deverekê bin, di her sazî û partiyeke siyasî de bin, di her hikûmetekê de kar bikin, di her alî û civakî û sivîl de kar û xebatê bikin; pêwîste em Kurdî biaxivin. Nêrîn û zîhniyeta xwe bikin nêrîn, û zîhniyeteke Kurdan e. Eger em sosyalîst bin, demokrat bin, em oldar bin, em partiyeke siyasî bin, em rojnameger bin, em civaknas bin, em dîroknas bin jî; pêwîste em wekî Kurdekî biaxivin û wekî Kurdekî xebatê bikin. Şêx Seîd bi xwe mirovekî bi bawer bûye lê ev rabûna wî rabûneke neteweyî ye. Mirovên ku rêberên olî ne, dikarin bibin neteweperestên gelek baş jî. Seyîd Riza mirovekî îmandar bû, lê rêberekî me ye. Şêx Seîd mirovekî îmandar û Xwedêperest bû, lê rêberekî me yê neteweyî ye. Mistefa Barzanî yê nemir mirovekî îmandar bû, lê rêberekî me yê mezin e. Şêx Seîd daxwaza mafê Kurdan kiriye, daxwaza mafê Kurdistanê kiriye. Daxwaz kiriye ku Kurd nebin Tirk, zimanê Kurdî nebe Tirkî, daxwaz kiriye ku hemû kes bi Kurdî biaxive. Di nav tevgera Şêx Seîd de Êzidî hebûne, sekuler hebûne. Di nav tevgera Şêx Seîd ê şehîd û rêhevalên wî de gelek mirovên cihêreng hebûne. Nexwe, ev bi xwe wekî karekterekî siyasî mirovekî îmandar bûye, lê rêxistina wî, rêxistineke neteweyî bûye. Ez daxwaz dikim ku em hemû Kurd, li her çar perçeyên Kurdistanê, li Kurdistana Sor û li dîasporayê Kurdên me, hemû bi hev re wekî yek dest, yek rûh, yek kelecan, yek hest û yek soz kar bikin. Lê nêrînên me cuda ne, em vê cudahiyê bikin qezenç, bila cudahiya me bibe xêr û bereket ji bo Kurdistanê.”
‘Şêx Seîd ax û hêlina ku lê dijî parast’
Çîgdem Kiliçgûn Uçar jî bi bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Em hem neviyên Şêx Seîd û hem jî neviyên Seyîd Riza ne. Erê wan nekarî bigihêjin hev, lê em piştgiriya hevdu ava dikin û berdewam dikin. Li Tirkiyeyê peyveke ‘înkar’ heye. Bi vê peyvê re ne tenê li Tirkiyeyê, li cîhanê jî rasterast Kurd tên bîra mirov. Gotina Kurd û înkar bi hev re bûne yek. Nexwe çima înkar? Kurd dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin, dixwazin paşeroja xwe ava bikin. Dixwazin bi ziman û çanda xwe bijîn. Ji ber vê yekê wan wekî xetereyekê dibînin. Ev mafên civakî û çandî wekî xetere bêne dîtin, di bingeh de tiştekî nayê qebûlkirine. Înkara dewletê bi temamî di vir de ye. Wekî mînak, em mêşa hingiv bînin bîra xwe, her dem şaneya xwe diparêze. Hûn gava nêzî şaneya wê bibin, ew xwe diparêze. Tiştê ku Şêx Seîd kir jî ev bû. Refleksa parastina şaneya xwe nîşan da. Şêx Seîd ax û hêlina ku lê dijî parast. Xwest xetereyên ku tên jê dûr bixe. Di rastiyê de tiştê ku kir ev bû. Heke îro di encama berxwedana xwe de em gihîştibin qonaxekê, di vê de bandora mîras û têkoşîna Şêx Seîd û Seyîd Riza heye. Mîrasa wan tevkariyeke mezin li berxwedana me kir.”
‘Ev polîtîka di rastiyê de qet neguhêrî û heta roja me ya îro jî berdewam dike’
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser Yado û hevsera wî Tellî Xanimê ku di serhildana Şêx Seîd de mînakeke mezin a berxwedanê nîşan dabûn û ev tişt gotin: “Seyîd Riza û Şêx Seîd piştî bidarvekirin û sêdarê jî dest ji têkoşînê bernedan, têkoşîna azadiyê domandin û berdelên mezin dan. Êdî di kêliyên xwe yên dawî de gava ji aliyê leşkeran ve hatin dorpêçkirin, Tellî Xanim ji Yado re dibêje, ‘Min teslîmî leşkeran neke, ez naxwazim bikevim destê leşkeran, min bikuje.’ Helbet ji bo Yado ev yek pir giran dibe, keseke ku pir jê hez dike, hevala wî ya têkoşînê û rêhevala wî ye. Lê di encamê de wê nade destê leşkeran. Ev agahî, ev têkoşîna Tellî Xanimê careke din nîşanî me dide ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cihê jinê çendî girîng e. Serhildana Şêx Seîd polîtîkayeke Enqereyê ya “durû/biqusur” hebû. Wekî mînak, li Ewropayê bêtir dida xuyakirin ku serhildana Şêx Seîd bi mebestên olî pêk hatiye û armanca wê pergaleke olî ye, propagandayê vê dikir. Armanc ew bû ku piştgiriya Îngilistan, Fransa û dewletên din bigire. Lê li aliyê din, li Moskowayê çîrokeke din vedigot. Ji Moskowayê re jî digot, ‘Serhildana Şêx Seîd serhildaneke cudaxwaz e, li pişt wê dewletên mêtinger hene, dixwaze Kurdistanê ava bike û welatê me parçe bike.’ Li hundir jî polîtîkayeke din dimeşand. Di vê heyamê de hevdîtinên li ser Mûsilê hene. Biguman, bi Peymana Enqereyê ya sala 1926’an re Mûsil ji Îngilistanê re hat hiştin. Dîsa Rojava ji Sûriyeyê re hat hiştin. Di her warî de em bi polîtîkayeke înkar û îmhayê re rû bi rû ne. Ev polîtîka di rastiyê de qet neguhêrî û heta roja me ya îro jî berdewam dike.”
‘Em bi berxwedanê gihîştin roja îro’
Çîgdem Kılıçgûn Uçar di dawiyê de ev tişt got: “Piştî Koçgiriyê, hemû mekanîzma serobino bû. Bi taybetî di heyama Koçgiriyê de Destûra Bingehîn a sala 1921an hebû. Di vê destûrê de, hinek be jî, hebûna Kurdan dihate naskirin. Wekî mînak, qala otonomiyê dihat kirin û di destûrê de dihat formulekirin. Lê ev mekanîzma, ev hişmendî piştî wê êdî guherî. Bi taybetî piştî Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a sala 1924an, di netewe-dewletê de yek-tîp dest pê kir ku were avakirin û em sed sal in di nav wê tariya ku vê netewe-dewletê afirandiye de dijîn. Tevî her tiştî, tevî zextan û tevî vê tariyê, tiştê tenê ku me dest jê bernedaye berxwedan bû. Em bi berxwedanê gihîştin roja îro. Bi taybetî em daxwaza xwe ya azadî û wekheviyê hîn zêdetir bilind dikin. Ji bo vê yekê em gavên hîn xurtir diavêjin û dewletê neçar dikin ku di vê mijarê de gavan baveje.”
‘Şêx Seîd ji bo temsiliyeta siyasî ya Kurdan û mafên wan têkoşînek meşand’
Herî dawî AbdulKadîr Guleç axivî û diyar kir ku piştî Destûra Bingehîn a 1924an ket meriyetê, înkarkirina hebûna Kurdan ku dest pê kir û ev tişt gotin: “Tevgera Şêx Seîd tevgereke neteweyî bû û derbarê temsiliyeta siyasî ya Kurdan û mafên wan ên ku ji destên wan hatine girtin de têkoşînek meşand. Darizandin ji aliyê siyasetmedaran ve hatine kirin û dadgehê piştî ku biryara xwe ya ji bo Şêx Seîd û hevalên wî aşkere kir, yekser cezayên darvekirinê bi cih anî. Biryarên ku dadgehê dane teqez in û mafê îtirazê tune ye. Dema ku em van hemûyan dinirxînin, ne pêkan e ku em ji vê re bibêjin dadgeh. Mafê parastinê, mafê darizandina dadwerî tune ye, mafê îtirazkirina li dijî biryarê tune ye. Bêyî ku mafê xwe îfadekirinê bidin wan, bi biryareke giran Şêx Seîd û hevalên wî li qada Amedê tên darvekirin. Ji wê rojê heya îro, gelek caran malbatan û Baroya Amedê ji bo tespîtkirina cihên goran serlêdan kirin. Di wê serdemê de rastî neheqiyê hatine, darizandina wan nehatiye kirin, tenê ji ber ku mafê temsiliyeta siyasî ya gelê xwe parastine, di avahiyeke ku nayê gotin dadgeh de hatine darizandin û cezayê darvekirinê girtine. Divê îtibara wan pêşve were dayîn û cihên gorên wan werin aşkerekirin. Ev têkoşîn bi dawî nebûye, berdewam dike. Ez difikirim ku di vê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku em tê de ne, divê bi komkujiyên li ser gelê Kurd re hevrûbûnek were kirin.”




















