Endama payebilind a Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê der barê êrişên li Helebê fikarên xwe yên kûr nîşan dan û bang li aliyên eleqedar kir ku li gorî peymana 10ê Adarê ji nû ve dest bi danûstandinan bikin.
Endama payebilind a Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya DYAyê senator Jeanne Shaheen li ser platforma xwe ya Xê fikarên xwe yên kûr der barê êrişên dawîn ên li Helebê de nîşan dan.
Jeanne bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir û got: “Nakokiyan kêm bike, binpêkirinan lêkolîn bike û ji nû ve danûstandinan dest pê bike.” Jeanne diyar kir ku pêwîst e tevahî alî pabendî danûstandinan bibin û pêvajoya entegrasyonê li gorî peymana 10ê Adarê temam bikin.












