Komeke çete li bajarê Helebê 2 zarokên Kurd ên ji Kobanê revandin. Çeteyan qeydên deng ên dema îşkencekirina zarokan ji malbatê re şandin û ji bo berdana wan hezar dolar fîdye xwestin.
Sûcên komên çete yên li dijî Kurdan li herêmên cuda yên Sûriyeyê dewam dikin. Bûyereke din a hovane li bajarê Helebê rû da. Komeke çete zarokên malbateke Kurd a ku bi eslê xwe ji Kobanê ye û li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dijî, revandin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di 9ê Hezîranê de li herêma bi navê Çerxerêya Mewt a bajarê Helebê, komên çete rê li ber malbata Germiş girtin. Çeteyan dayik, xaltî û dapîra malbatê tevî du zarokên bi navên Elî Yasir Germiş (16) û birayê wî Ebdullah Yasir Germiş (9) revandin.
Dayik hat berdan, zarok dîl hatin girtin
Hate ragihandin ku piştî demekê koma çete dayik, xaltî û dapîra zarokan serbest berdan, lê her du zarok li ba xwe hiştin û birin cihekî nediyar. Heta niha der barê aqûbeta Elî û Ebdullah de tu agahiyeke zelal nîne.
Ji bo fîdyeyê îşkenceyê dikin
Çavkaniyên nêzî malbatê destnîşan kirin ku koma çete ji bo stendina pereyan serî li rêbazên herî qirêj daye. Kesên ku zarok revandine, qeydên deng ên hawara zarokan ku nîşan didin îşkence li wan tê kirin, ji malbatê re şandine. Hate hînbûn ku çeteyan li hemberî berdana Elî û Ebdullah, hezar dolar (1000 $) fîdye ji malbatê xwestiye.
Banga destwerdana lezgîn
Malbata Germiş ku ji ber jiyana zarokên xwe di nava tirs û metirsiyeke mezin de ye, bang li aliyên têkildar, saziyên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqî kir. Malbatê daxwaz kir ku tavilê destwerdan bê kirin da ku aqûbeta zarokên wan bê eşkerekirin, ji destê çeteyan werin rizgarkirin û hesab ji sûcdaran bê pirsîn.













