Di maça Amedspor û Adana Demirsporê de alîgirên Amedsporê flamaya “Jin jiyan azadî” vekirin. Polîsan mudaxeleyî flamayê kir.
Amedspor û Adana Demîrspor li Stada Tahîr Elçî ya Amedsporê hatin hemberî hev. Alîgirên Amedsporê li trîbuna rojava a stadê flamaya “Jin jiyan azadî” vekir. Polîsan mudaxeleyî flamayê kir. Di navbera alîgiran û polîsan de rakêşî qewimî. Polîsan flama desteser kir û bir.
Desteserkirina flamayê bû sedema nerazîbûna alîgiran û dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir.













