• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Wargeha Mexmûrê komploya 15ê Sibatê şermezar kir

    Wargeha Mexmûrê komploya 15ê Sibatê şermezar kir

    Li Şirnexê ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpêkirin

    Li Şirnexê ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpêkirin

    Cîhadîstên paşverû li Nîjeryayê ji sê gundan 46 sivîl kuştin

    Cîhadîstên paşverû li Nîjeryayê ji sê gundan 46 sivîl kuştin

    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

    Mazlûm Ebdî: Me li ser rewşa Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li hevdu kir

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Roj roja xîretê ye, dermanê me yekîtî ye

    Beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel Veysî Aktaş hate weşandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Wargeha Mexmûrê komploya 15ê Sibatê şermezar kir

    Wargeha Mexmûrê komploya 15ê Sibatê şermezar kir

    Li Şirnexê ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpêkirin

    Li Şirnexê ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpêkirin

    Cîhadîstên paşverû li Nîjeryayê ji sê gundan 46 sivîl kuştin

    Cîhadîstên paşverû li Nîjeryayê ji sê gundan 46 sivîl kuştin

    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

    Mazlûm Ebdî: Me li ser rewşa Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li hevdu kir

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Roj roja xîretê ye, dermanê me yekîtî ye

    Beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel Veysî Aktaş hate weşandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveber û Dayikên Aştiyê: Li dijî komployê dakevin qadan

Colemêrg / AW

15 SIBAT 2026 - 11:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE, VÎDEO, WÊNE
A A
Rêveberên DEM Partiyê û Dayikên Aştiyê yên Geverê diyar kirin ku bî aştî û diyalogê çareserî pêk tê û wiha gotin: “Divê komployên li dijî Rêber Apo û gelê Kurd bi dawî be.”

 

Komploya navnetewî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn di sala xwe ya 27emîn de ye. Komplo, birêvebirin û bi encamên komployê hêj jî di rojeva Kurdan û cîhanê de ye. Reveberên DEM Partiyê û Dayikên Aştiyê yên Geverê di salvegera koployê de ji ajansa me re axivîn.

‘Pirsgirêk bi aştî û muzakereyê çareser dibin’

Rêveberê DEM Partiya Geverê Mesut Elyakut, destnîşan kir ku hêza hegemonîk yên komploger hêj jî komployên xwe li ser Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd didomînin. Mesût Elyakut diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi aştî û muzakereyan tê çareserkirin û wiha got: “Ez mînaka dewleta Brîtanyayê bidim. Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Winston Churchill dibêje, “Divê her dem di Rojhilata Navîn de Kurd brîndar bimînin.” Anku bila Kurd tu carî negijin mafê xwe, bila statuya wan nebe.”

‘Îro tişta herî girîng yekitî ye’

Di berdewama axaftina xwe de Mesût Elyakut erîşên li ser Rojava tên domandin wekî berdewama komloya 15ê Sibatê nirxwand û got: “Li ser paradîgmaya Rêber Apo heye. Îro tişta herî girîng Yekitiya Kurda ye. Serokatî gelek caran ser wê mijarê sekiniye. Herwiha peyam ji Barzanî re şand. Lê mixabin peyama wî pêk nehat. Heta azadiya rêzdar Ocalan pêk neyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘Pêvajo dê bi hevkariya gelên Kurd û Tirk pêş bikeve’

Hevserokê DEM Partiya Geverê Abdullah Kirmizigul komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye meşandin şermezar kir û got: “Dewletê bi wî awayî, pêşî li zimanê Kurdî girt û hêza kurdewarî şikand. Rêber Apo di 1993an de diyar kir ku divê li Rojhilata Navîn azadî, aştî, xwişk biratî pêk were. Lê belê tu dewlet an kes têkildarî vê yekê bersiv nedan. Ji 1993an heta niha muxatabek peyda nebû. Dewletên mêtinger jî her dixwazin kuştin nava gelê Kurd û Tirk de hebe. Ev pêvajo pêvajoya aştiyê ye û pêwîste gelê Kurd û Gelê Tirk dest bide hev. Ew pêvajo ji bo azadî were pêkanîn hat destpêkirin lê belê heya niha tu gavên şênber nehatine avêtin.”

Banga meşê

Mesût Kirmizigul banga tevlibûna meşa meşa îro tê lidarxistin kir û wiha got: “Li dijî komploya ser rêzdar Abdulalh Ocalan hatiye pêkanîn em ê saet 18.00an bimeşin. Bangavaziya me ji gelê Geverê, esnaf û xebatkaran ew e ku bila tevlî meşê bibin.”

‘Em komployê şermezar dikin’

Dayika Aştiyê Amîne Engûdar got ku 15ê Sibatê ji bo gelê Kurd roja şermezarkirinê ye û wiha axivî: “Em komploya navneteweyî û hêzên ku beşdar bûne şermezar dikin. Em dixwazin ku şertên azadiyê bêne çêkirin.”

‘Divê komplo bi dawî bin’

Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi bal kişand ser girîngiya aştiyê û diyar kir ku gel ji bo pêvajoya çareseriyê hêvîdar e. Gulbeyaz Mihçi da zanîn ku berdewamkirina komployan, pêvajoya aştiyê asteng dike û xwest komplo bi dawî bibe.

 

Dayika Aştiyê Gule Polat jî di got ku gel dixwaze şer bi dawî bibe, şertên aştiyê werin pêkanîn û wiha got: Em dixwazin xwîn nerije û aştî pêk were.”

‘Zarokên Kurdan reş dikin û qetil dikin’

Dayika Aştiyê Emîne Atak jî diyar kir ku gelê Kurd dê li hember êrişan li ber xwe bide û ev tişt gotin: “Bang li gel dikim ku bila ji bo aştiyê û mafên xwe, dengê xwe bilind bikin. Dewleta Tirk zarokên Kurd yên di wargehan de bêyî dê û bav mezin dibin ji raya giştî re wek ‘xirab in’ dide nîşandan û bi vê yekê qetilkirina Kurdan rewa dike. Em sibê li dijî wan xwînxaran derkevin û li qadê tevlî meşê bibin.”

 

Etîket: Dayikên AştiyêRêveberê DEM PartiyêSalvegera Komploya 15ê Sibatê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gelê Bismilê: Dem dema azadiya Rêber Ocalan e

Gelê Bismilê: Dem dema azadiya Rêber Ocalan e

15 SIBAT 2026
Li Cizîrê banga meşa 15ê Sibatê

Li Cizîrê banga meşa 15ê Sibatê

14 SIBAT 2026
Dayikên Aştiyê: Heta ku Serokê me azad be em ê li ber xwe bidin

Dayikên Aştiyê: Heta ku Serokê me azad be em ê li ber xwe bidin

13 SIBAT 2026
Dayikên Aştiyê: Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye  HATE NÛKIRIN

Dayikên Aştiyê: Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye HATE NÛKIRIN

3 SIBAT 2026
Dayikên Aştiyê li ber Balyozxaneya Îngîltere bang kirin: Dayik şer naxwazin

Dayikên Aştiyê li ber Balyozxaneya Îngîltere bang kirin: Dayik şer naxwazin

26 ÇILE 2026
Dayikên Aştiyê: Ev şerê hebûn û nebûnê ye

Dayikên Aştiyê: Ev şerê hebûn û nebûnê ye

24 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (566)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne