Di nirxandinên dawî yên têkildarî nîqaşên li ser pêvajoya siyasî de bal hat kişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta desthilatdariya Tirkiyeyê. Di roportajê de hate destnîşankirin ku Ocalan weke Hz Nûh keştiyek çêkiriye da ku gelê xwe ji komkujiyan biparêze.
‘Ocalan rêber e, dizane çi dike’
Di roportajê de welatî diyar dike ku dewleta Tirk, Erdogan û Baxçelî di nêzîkatiyên xwe de ne samîmî û dilsoz in. Di roportajê de têkildarî nêzîkatiya pêvajoyê ev tişt hatin bilêvkirin: “Birêz Ocalan gelekî baldar e. Em her çiqas nizanibin jî ew dizane çi dike ji ber ku ew rêber e. Ew dibêje ku ew dixwaze gelê xwe ji komkujiyê biparêze. Wekî Hz Nûh wî jî keştiyek ava kiriye.”
‘Azadiya Abdullah Ocalan û Kurdistanê xetên sor in’
Di raportajê de welatî daxwaza aştiyê dubare dike lê prensîbên sereke jî bi awayekî zelal datîne holê û destnîşan dike ku her çiqas aştî ji bo gelê Kurd daxwazeke gelekî girîng be jî, azadiya Abdullah Ocalan û azadiya Kurdistanê xetên sor in û ji van pîvanan tu carî tawîz nayê dayîn.
Hûn dikarin roportajê li ser lînka jêr temaşe bikin: https://x.com/SokaginYorumu/status/2043992667844161916?s=20













