Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî ji bo beşdarî 2yemîn Civîna Amerîka û Îranê ya Muzakereyên Nukleerî ya sibê bibe çû bajarê Swêd ê Cenevreyê.
Ajansa fermî ya Îranê derbarê çûyîna Cenevreyê ya Abbas Arakçî û şandeya pê re nûçe parvekir. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku Arakçî beriya civîna muzekereyên li ser nukleerê ya Cenevreyê dest pê bike dê li Swêdê hin têkiliyên dîplomatik pêk bîne.
Li gorî agahiyên hatine parvekirin Abbas Arakçî û şandeye pê re, dê bi wezîrê Karên Derve yê Siwêdê, Hempîşeyê xwe yê Ummanê, Dîrektorê Giştî yê Enerjiya Atomê ya Navneteweyî û hin rayedarên navneteweyî yên li Siwêde re hevditinan pêk bîne.
Her wiha Wezîr Abbas Arakçî dê beşdarê Civîna Konferansa Bêçekbûnê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bibe û di civînê de li ser mijarê axaftinekê bike.













