Heval Dilbahar û Gonul Uzunay ên ku tev li panela zimanê Kurdî bûn, anîn ziman ku divê hişmendiya ziman bê pêşxistin.
Li Wanê Şaredariya Rêya Armûşê bi hevkariya KURDÎGEHê bi boneye 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li Galeriya Hunerê panela Zimanê Kurdî li dar xist. Di panelê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratik (DBP) a Wanê Gonul Uzunay li ser mijara ‘Di reveberiyên xwecihî de xebatên ziman’ û Hevberdevkê Lijneya Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar jî li ser mijara “Têkoşîna ji bo Kurdî” axivîn. Hevşaredarê bajarê mezin Abdullah Zeydan, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên civakî û welatî tev li panelê bûn.
Di panelê de pankartên “Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî”, “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e”, “Zimanê Kurdî kedeke dirokî ye, ji bo zimanê Kurdî ked û tekoşîn”, “Her dem Kurdî li her derê Kurdî”, “Her dem Kurdkî her ca de Kurdkî” û “Zimanê me rûmeta me ye” hatin daliqandin.
‘Heke em gotinên xwe pêkneynin em ê bibin kujerên gotinên xwe’
Di panelê de Heval Dilbahar bal kişand ser giringiya ziman û got: “Ji bo yekitiya neteweyî divê em zimanê Kurdî biparêzin. Bi salane em li ser giringiya ziman di axivin lê em ketine dubarekirinekê. Em gelek tişta dibêjin lê em pêk naînin, ev tê wê wateyê ku em dibine kujerên gotinên xwe. Ev di dosyaya Ajansa Mezopotamyayê de jî eşkere bû. Dosyaya ku Ajansa Mezopotamyayê amadekirî rewşa şaredariyên me derxiste holê ku êdî em nikarin xeletî, kêmasî û nebesiyên xwe veşêrin. Tevger û partiyên mezin bi salan e têkoşîn û berdelên mezin dane divê kêmasiyên xwe jî bibînin. Li Kurdistanê zimanê biyanî serdest be divê em lêborîna xwe ji dayik, ji cangoriyan, ji tevgera azadiya Kurdistanê bixwazin. Rexnedayîna xwe bidin. Hemû partî sazî û dezgeh xizmetkarên zimanê gel in. Ev cara yekemîn e ku çapemeniya azad di manşetên xwe de şaredariyên me rexne dikin û dibêjin şaredariyan ji bo zimanê Kurdî çi kar û xebatên ber bi çav nekirine.”
‘Xebatên me ne li gorî serkeftina me ye’
Gonul Uzunay jî da zanîn ku xebat û stratejiya rêveberiyên xwecihî divê li gorî ew civaka ku di nav de dijîn be û ev tiş got: “ Divê hemû xebatkarên rêveberiyên xwecihî zimanê Kurdî bizanibin, fêrî bibin. Berpirsyariya herî mezin di keve li ser milên rêveberiyên xwecihî. Di Wanê de me her 14 şaredarî jî bi dest xistin, lê xebatên rêveberiyên xwecihî li hemberî vê serkeftinê mixabin layiqî gel nebûne. Raste armanca tedbirên teserrufê yên li ser şaredariyan ew e ku rê li ber kar û xebatên şaredariyan bigire. Tedbirên teserrufê nabe hincet ku rêveberiyên xwecihî nikarin çi kar û xebatan pêk binîn. Em jî di parastina zimanê Kurdî de gihiştine merheleyeke din. Divê edî hişmendiya zimanê Kurdî were avakirin, divê axaftina zimanê Kurdî li her qadê bê belavkirin.”














