Serokê YNKê Bafil Celal Talabanî li Silêmaniyê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re civiya.
Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî li Debaşan ya Silêmaniyê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re civiya.
Di civînê de endamê Polîtburoya YNKê Qubad Talabanî jî amade bû, bal kişand li ser bicihkirina peymana 29ê Çileyê ya navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û dawîanîna astengiyên li pêşiya peymana hate kirin.
Aliyên di nav civînê de diyar kirin ku divê Şam rêzê li tevahiya pêkhateyan bigire. Her wiha hate gotin, ew ê alîkariya Sûriyeyê bikin daku li navçeyê û di nava civaka navneteweyî de bibe welatekî avaker.













