Ji ber barîna barana zêde ya îsal pira li ser Çemê Kezerê ya ku rêya 106 gundên Sêrtê di ser re derbas dibe, nêzîkê çar meh in ji metreyekî zêdetir çal bûye û nayê çêkirin. Ev xemsarî xetereyeke mezin bi xwe re tîne û dibe sedema qezayên trafîkê.
Pira ku li ser Çemê Kezerê yê Sêrtê ji ber barîna barana zêde ya îsal çar meh in xesar dîtiye û şerîdeke wê xerabûye nayê nûkirin. Ev pira ku nêzîkî sê kîlometreyan ji bajêr dûr e, rêya Zanîngeha Sêrtê, Balafirgeha Bajêr, 106 gundên li ser navendê, navçeyên Misircê û bajarên weke Êlih, Amed, Bedlîs, Mûş, Wan û hwd. jî li ser in. Ji ber rêya evqas gund, navçe û bajaran li ser şerîdeke rê ye, di bin xetereyeke pir mezin de ye.
Serlêdanên saziyan û welatiyan bêbersiv hiştine

Tevî ku gelek saziyên sivîl ên bajêr û welatiyan serlêdan kirine jî serlêdanên wan bê bersiv hatine hiştin. Bi taybetî welatiyên ku malên wan li derdora pirê ne ji vê rewşê gelek bi gazinc in. Neçêkirina pirê gelek xetereyên mezin bi xwe re tîne. Heta niha 4-5 qezayên trafîkê li wir çêbûne û di encama wan qezayan de gelek kes birîndar jî bûne. Gelek welatiyên ku li derdora pirê dijîn ji ber xetereya hilweşîna pirê nikarin heywanên xwe jî di wir re derbas bikin.
‘Beriya ku qezayên nû çêbibin bila pir were çêkirin’

Her wiha gelek kevir û betona ku pir pê hatiye avakirin derzên mezin lê ketine û hin cihên pirê şikiyan e. Ji ber di nava pirê de çaleke mezin çêbûye di çûyîn û hatina gelek bajêr, navçe û gundan de pirsgirêk derdikeve. Gelek caran wesayît bi saetan li benda hev disekinin. Di rêya ku wesayît tê re derbas dibin de li ser navê ewlehiyê derdorê girtine. Ev yek jî hê bêhtir rê teng kiriye û rê li ber qezayan vedike. Daxwaza welatiyan ew e ku beriya pir hilweşe yan jî qezayên nû çênebin pir were çêkirin.












