4 kedkarên Egîtîm-Sen û SESê ku ji ber tev li şîn û çalakiyên ji bo Rojava hatine lidarxistin bûne ji kar hatibûn dûrxistin dest bi nobeta edaletê kirin.
Hevserokê Şaxa Egîtîm-Senê yê Şirnexê Adnan Şenbayram, Rêveberê Egîtîm-Senê yê Şirnex êMesût Aslan, Rêveberê Nûnertiya Egîtîm-Senê yê Cizîrê Nîzam Kaplam û Rêveberê Şaxa SESê yê Şirnexê Abdulkadîr Oruker ku ji ber tev li şîn û çalakiyên ji bo êrîşên li ser Rojava pêkhatine bûne ji kar hatibûn dûrxistin dest bi nobeta edaletê kirin. Nobeta edaletê bi tevlêbûna endam û rêveberên Egîtîm-Sen, KESK, SES, ÎHD, OHDê û partiyên siyasî, parlememterên DEM Partiyê yên Şirnex Newroz Ûysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez li Qada Komarê ya Şirnexê destpê kir.
Hevserokê Egîtîm- Senê yê Şirnexê Adnan Şenbayram ku ji kar hatiye dûrxistin di nobeta edaletê de got ku çalakiyên ku em tevlêbûne ji bo binpêkirinên mafan in û wiha axivî: “Li vê erdnîgariyê kesên ku li hember bêhiqûqiyê deng derdixe tê cezakirin, ji kar tê dûrxistin û doz lê tê vekirin. Dibe ku em ji kar hatibin dûrxistin, em ê bikaribin karek din bikin û nanê xwe qezenç bikin. Lê armanc ew e ku li hember bê edaletiyê nehêlin em deng derbixin. Çi dikin bila bikin em ê ji helwesta xwe gav paşde neavêjin.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez ku ji bo piştgiriyê tev li nobeta edaletê bûye, diyar kir ku endam û rêxistina KESKê tu dem li hember bê edaletiyê serî neteqandiye û wiha axivî: “Konfederasyona KESKê her tim ji bo edalet, azadî, aştî û demokrasiyê tevgeriyaye, ji ber wê êrîşî endamên KESKê tê kirin. Lê kesên van polîtîkayan didin meşandin bila baş bizanin ku tu kes li hember van polîtîkayan serê natewîne.”
Nobeta edaletê bi dirûşma, ‘Berxwedan jiyan e, bêdengî mirin e’ bi dawî bû.















