Amed – Ahmet Kaganarslan ê ku piştî 32 salan ji zindanê hatibû berdan diyar kir ku wî Sakîne Cansiz li Lubnanê li akademiya Mahsum Korkmaz hevdu nas kirine û demekî bi hev re mane û got: “Hem sekn, hem tevlibûna wê û hem jî têkiliyên wê yên bi hevalan re bendorê li mirovan dikir.”
Ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), di 9ê Çileya 2013an de li paytexta Fransayê Parîsê ji aliyê MÎTa Tirkiyeyê ve hatin kuştin. Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan dê di salvegera 13emîn a kuştina xwe de 9ê Çileyê bên bibîranîn.
Ahmet Kaganarslan ê ku piştî 32 salan ji zindanê hatibû berdan, dibêje wî Sakîne Cansizê li Lubnanê li akademiya Mahsum Korkmaz nas kiriye û demekî jî bi hev re mane. Ahmet Kaganarslan têkildarî biranînên xwe yên bi Sakîne Cansiz re ji Ajansa Welat re vegot.
‘Heval Sakîne bi zanebûn hate kuştin’
Ahmet Kaganarslan di destpêka axaftina xwe de her sê jinên têkoşer ên ku di komkujiya Parîsê de hatibûn kuştin û di kesayeta Sakîne, Fîdan û Leyla de, hemû kesên ku têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Ahmet Kaganarslan bi bîr xist ku kuştina her sê jinên şoreşger ku di destpêka pêvajoya sala 2013an de pêk hat ne tesadufî bû û got: “Her çiqas têkilî bi dewleta Fransayê re ne şênber bin jî dide xuyakirin ku komkujiyeke wisa ne hêsan e. Ev dide xuyakirin bi awayekî îstîhbarata Fransayê ji vê komkujiyê haydar bûye. Polîtîkayên Ewropayê ji berê ve jî li dijî berxwedan û tevgerên Kurdan e. Çima Kurdan di Rojhilata Navîn de bê statu dihêlin diyar e, polîtîkayên wan ên tunekirinê hene. Mirov dikare bêje ku ji dema ‘Sykes Picotê’ têkiliyên wan hene. Kesayeteke weke Sakîne jî bi berxwedêrbûna wê mirov dikare bêje ne ji rêzê ye, di nava vê têkoşîna azadiya gelê Kurd de cih girtibû. Kesayeteke pirr girîng bû û bi xeta xwe ye parastina azadiya jinan di nava vê rêxistinê de cih girt. Hedefgirtina wê jî mirov dikare bêje ji ber vê yekê bû. Armanca wan ew bû ku pêşengên vê tevgerê bikin hedef. Bi pêkanîna vê yekê re xwestin ku pêvajoya hatibû destpêkirin sabote bikin. Bi van sûîkastan xwestin ku peyamekê bidin tevgera azadiya gelê Kurd.”
‘Digot divê her kes barê xwe rake’
Ahmet Kaganarslan bal kişande ser nasîna xwe û ya Sakîne Cansiz ku çawa hevûdin naskirin e û got: “Dema ku hê min zanîngeh dixwend wê demê min navê wê bihîstibû. Piştî tevlibûnê min ew li Lubnanê li akademiya Mahsûm Korkmaz dît û nas kir. Hem sekn, hem tevlibûna wê û hem jî têkiliyên wê yên bi hevalan re bendorê li mirov dikir. Di wan têkiliyan de mirov hêz digirt û di wê hêzê de mirov li xwe mikûr dihat. Di nava vê tevgerê de hevaltî çawa bi hev re bihata kirin bi mirov dida fêmkirin û mirov wisa ruhê hevaltiyê didît. Di aliyê perwerdehiyê de û di nava jiyanê de pir eleqedar dibû. Dixwest em tevger û têkoşînê baş fêm bikin û bi vî awayî dan û stendinên me çêdibûn. Di perwerdehiyê de mijarên ku mirov dixwest fêr bibe bi taybetî li ser wan diaxivî. Li ser fêmkirina ji Serokatiyê û vê tevgerê gelek parvekirinên wê hebûn. Di nava vê tevgerê de jinek sekna wê mînak bû. Hin heval hene di nava vê tevgerê de cihê wan gelek girîng e û axaftina wan bandorê li mirov dike. Hevala Sakîne jî ji wan hevalan yek bû. Li gorî em nû tevli bûbûn jî ew sekn û alîkariya wê mirov hêzê jê digirt. Bîranînekê jî ‘dema ku em ji akademiyê derbasê başûr dibûn zivistan bû, baraneke pir dibariya û hemû ax bibû herî. Min jê re got; ka ez alîkariya te bikim. Digot, di vê şoreşê de alîkarî baş e lê divê her kes barê xwe rake’. Gotinên wê yên wisa bi bandor jî hebûn.”

‘Ew êriş berdewamiya komploya li dijî Serokatiyê bû’
Ahmet Kaganarslan di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku jin di nava tevgerê de bi pêşengiya xwe diyarker e û wiha qal kir: “Yek xwestin derbe li vê xetê bixin. Dudu kesayeke weke hevala Sakîne di damezrandina vê tevgerê de cih girtibû û di zindanê de bi berxwedana xwe jî bi nav û deng bû. Bi kuştina wan xwestin sûîqestan li dijî pêşengên vê tevgerê bikin. Her sê hevalên me di nava vê tevgerê de xwedî rol û ristekî girîng bûn. Bi vî awayî xwestin ku di kesayeta van hevalan de darbeyekê li tevgerê bixin. Di xeta dîplomasiyê de û xeta li dîasporayê Kurdan xwestin li dijî vê yekê peyamekê bidin Ewropayê. Mirov dikare bêje têkiliya van kiryarên ku hatin kirin bi NATOyê re jî hene. Mirov dikare bêje ew êrişa hat kirin berdewamiya komploya li dijî Serokatiyê bû. Kuştina van hevalan jî mirov dikare bi vî awayî binirxîne.”
‘Ev tevger ne tevgereke ji rêzê ye’
Ahmet Kaganarslan da zanîn ku armanca NATO û dewletan ew e ku pêşengên tevgera azadiyê bikujin û desteser bikin û got: “Yên ku di destpêka avakirina vê tevgerê de cih girtine, di nava vê tevgerê de hem ji aliyê fîkrî û hem jî manewiyateke xurt dane avakirin û di kesayeta xwe de jî dan rûniştandin. NATO û dewlet hevpariya wan a komloyan li dijî Kurdan li pêş xistin û gotin em pêşengê vê tevgerê desteser bikin. Weke di dîrokê de çawa ku serokên gelek tevgerên Kurd hatine tunekirin. Wisa hêvî dikirin ku ew ê serokê vê tevgerê jî wisa bidin windakirin. Lê hesabê vê tevgerê nekirin ku weke tevgerên din ên ku di dîrokê hatine avakirin nîne. Ev tevger bi zanistî û bi felsefeyekê hatiye damezrandin û hûnandin. Bandora ku li ser gel hatibû çêkirin, hesteke neteweyî bû lê hesabê vê yekê nekirin. Êdî fêmkirin ku ev tevger ne tevgereke ji rêzê ye. Hedefa wan kesên ku sekneke wan hebûn ew dixistin hedef. Ya ku herî ji vê tevgerê re xizmet dike û rêxistinê li pêş dixe xeta jinan e.”













