• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn

Navenda Nûçeyan / AW

9 ÇILE 2025 - 17:23
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin bibîranîn.

Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9ê Çileya 2013an de li paytexta Fransayê Parîsê, Emîna Kara (Evîn Goyî) a li Parîsê û Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin, li gelek bajaran hatin bibîranîn.

Amed

Li Amedê ji bo siyasetmedarên Kurd li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Dayika Sêvê Demîr a hatî qetilkirin Sakîne Demîr, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, saziyên jinan û gelek jin tev li bîranînê bûn. Di daxuyaniyê de timî dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Di bîranînê de ku wêneyên kesên li Parîs û Silopyayê hatin qetilkirin hatin hilgirtin, qurnefîl û find danîn ber wêneyên wan. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo jinên hatin qetilkirin dest pê kir. Di bîranînê de sînevîzyona ku têkoşîna wan anî ziman hatin nîşandan. Der barê jinên ku hatin qetilkirin de axaftin hatin kirin, helbest hatin xwendin.

Îzmîr

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Îzmîrê bi çalakiyekê siyasetmedarên jin ên Kurd ên hatin qetilkirin bi bîr anîn. Gelek jin beşdarî çalakiya ku li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê hat lidarxistin bûn. Bîranîna ku wêneyên jinan tê de cih girt, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de jinan gelek caran dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Êlih

Li Êlihê jî li Bûlwara Koçerlerê daxuyanî hate dayin û jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, aktîvîstên TJAyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên DBPê û DEM Partiyê yên bajar û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên jinên hatin qetilkirin û pankarta “Ji Sarayan heta Sêvêyan têkoşîna azadiyê ya jinan li her derê ye” hatin hilgirtin.

Di daxuyaniyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku dê çi şert û mercan de dev ji têkoşîn û berxwedanê bernedin û di rêya jinên hatine qetilkirin de rêya xwe bidomînin.

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Sêrt


Li Sêrtê jî li avahiya DEM Partiyê ya bajar bîranîn hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek, aktîvîstên TJAyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên DBPê û DEM Partiyê yên bajar û gelek kes tev li bûn. Di bîranînê de têkildarî têkoşîna jinên hatine qetilkirin sînevîzyonek hate nîşandan.

Bîranîn, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

 

Li Colemêrg, Gever, Agirî, Îdir û Enqereyê jî bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.

Etîket: BîranînFîdan Dogangelek bajarLeyla ŞaylemezSakîne Cansiz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

28 NÎSAN 2026
Polîsan êrişê bîranîna 1ê Gulanê kir: Dehan binçavkirî hene

Polîsan êrişê bîranîna 1ê Gulanê kir: Dehan binçavkirî hene

27 NÎSAN 2026
Li Stenbolê cangoriyên azadiyê hatin bîranîn

Li Stenbolê cangoriyên azadiyê hatin bîranîn

26 NÎSAN 2026
Hozan Şiyar li ser gora xwe hat bibîranîn

Hozan Şiyar li ser gora xwe hat bibîranîn

22 NÎSAN 2026
Salih Muslim bi merasîmekê hat bibîranîn

Salih Muslim bi merasîmekê hat bibîranîn

19 NÎSAN 2026
Qurbaniyên êrîşên dibistanan hatin bibîranîn

Qurbaniyên êrîşên dibistanan hatin bibîranîn

17 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê 18 roj in rê girtî ye, gel perîşan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karkerê Veguherîna Bermahiyan: Bila pergal bizane ku em hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi berxwedana karkeran ber bi 1ê Gulanê ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê rojeva firehkirina rê û veguheztina daran: Kî çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (993)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne