• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sara, Rojbîn û Ronahî li Wanê hatin bibîranîn

Wan / AW

9 ÇILE 2026 - 16:19
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Wanê hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate gotin ku hişmendiya ku jinên şoreşger û pêşeng hedef digire hişmendiya mêr-dewletê ye û dê li dijî hişmendiya kujer têbikoşin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya salvegera kuştina jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku di 9 Çileya 2013an de li Parîsê hatin kuştin, li ŞanoWanê bernameya bîranînê li dar xist. Di bernameyê de wêneyên her sê jinên şoreşger û Sevê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên ku di dema xweseriyê de li Silopiyayê hatibûn kuştin, li ser dikê hatin bicîhkirin. Li eywanê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Xeta Sarayê, di têkoşînê de israr di şer de serkeftin e” hatin daliqandin.

Rêveberên Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Patî) yên navend û navçeyan, parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û DBPê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li bernameya bîranînê bûn. Bername bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

‘Xeta Sakîne Cansiz xeta azadiyê bû’

Hevseroka MEBYA-DERê ya Wanê Hanim Kaya di bîranînê de axivî û bal kişand ser hedefgirtina jinên şoreşger ên Kurd. Hanim Kaya da zanîn ku hişmendiya ku jinên şoreşger û pêşeng hedef digire hişmendiya mêr-dewlet e û got: “Em dikarin Sakîne Cansizê di xeta azadiyê de bigirin dest ku pêşengek vê xetê ye. Sakîne Cansiz û hevrêyên wê li dijî vê hişmendiya mêr-dewlet her tim li ber xwe didan û tu caran paş ve gav neavêtin. Em ê jî li ser rêya van hevalan li dijî hişmendiya kujer û mêrperestiyê li ber xwe bidin.”

‘Netewe-dewletê her tim êrişî jinan dike’

Dû re aktivîsta TJAyê Aynûr Sarica axivî û diyar kir ku jiyana azad û wekhevî bi dest û keda jinên li Kurdistanê derdikeve holê. Aynûr Sarica destnîşan kir ku ji ber vê yekê her tim hişmendiya mêr-dewlet êrişî jinên şoreşger ên Kurd dike û got: “Netewe-dewlet her tim êrişî jinan dike û dixwaze hişmendiya jinan têk bibe. Lê em ê li ser şopa xwedawendan bin û têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser jiyana jinên şoreşger ên Kurd hatibû amadekirin, hat temaşekirin.

Bername bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Etîket: evgera Jinên Azad (TJA)Fîdan DoganLeyla ŞaylemezSakîne Cansiz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em ê bibin dengê Gulistan, Rojîn, Narîn’

‘Em ê bibin dengê Gulistan, Rojîn, Narîn’

16 NÎSAN 2026
Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

15 NÎSAN 2026
KJK’yî hamleya “Nika Demê Cinîyan o” da destpêkerdene

KJKê ji bo malbata Zeynep Cansiz sersaxî xwest

14 NÎSAN 2026
KCK’yî Qazî Mihemed, Mahir Çayan û embazanê înan yad kerdî

KCKê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê weşand

14 NÎSAN 2026
Maya Sakîne Cansize vizêrî wazneya ra nêweşxaneyî

Tedawiya Zeynep Cansiz didome

8 NÎSAN 2026
Hevalê Sakîne Cansizê: Sekn û hevaltiya wê bandorê li mirovan dikir

Hevalê Sakîne Cansizê: Sekn û hevaltiya wê bandorê li mirovan dikir

8 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê 18 roj in rê girtî ye, gel perîşan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karkerê Veguherîna Bermahiyan: Bila pergal bizane ku em hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi berxwedana karkeran ber bi 1ê Gulanê ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê rojeva firehkirina rê û veguheztina daran: Kî çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (993)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne