Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi Komîsyona Meclîsê de diyar dike ku çareseriya pirsgirêka Kurd demokrasiya herêmî û komîn e.
Girtekên hevdîtina Komîsyona Meclîsê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate weşandin. Ocalan di hevdîtinê de balê dikişîne ser sedemên derketina pirsgirêka Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd. Ocalan wekî çareserî û demokrasiya herêmî û mafê xwerêvebirinê destnîşan dike û wiha dibêje: “Divê Civaka Demokratîk û Komar entegre bibin. Ev entegrasyon divê li ser esasê destûrek bingehîn a demokratîk pêk bê.”
‘Demokrasiya herêmî hilbijartina walî, şaredar û midûrê ewlehiyê ye’
Di girtekan de tê diyarkirin ku Ocalan ji bo çareseriya Sûriyê demokrasiya herêmî pêşniyar dike û ev xal cih digirin: “Divê gel di çarçoveya komînê de xwe bi rêve bibe. Ev yek jî tê wateya parastina rewa û cewherî. Divê li tevahiya Sûriyê walî, şaredar û midûrên ewlehiyê bên hilbijartin. Divê ev sazî di çarçoveya koordînasyonekê de girêdayî koordîneyekê bin.”
‘Çareseriya ji bo Sûriyê ji bo Tirkiyê jî dibe’
Di girtekan de tê destnîşankirin ku Ocalan çareseriya ji bo Sûriyê dixwaze di heman demê de ji bo Tirkiyê jî dixwaze û wiha tê gotin: “Tişta ji bo Tirkiyeyê dixwaze ji bo Sûriyeyê jî dixwaze, diyar dike ku ev yek demokrasiya herêmî û komîn e. Vê mijarê her roj difikire, di vê çarçoveyê de dixwaze bi HSDê re diyalogê saz bike. Ew difikire ku HSD dê wî guhdar bike. Dixwaze ku Ahmed eş-Şara jî gavên demokratîkbûnê bavêje.”
Ocalan: Divê qanûn bên çêkirin
Her wiha Ocalan di hevdîtinê de diyar dike ku koka Komînê bi Kurdî ye û van agahiyan dide: “Komîn tê wateya civak, kombûnê, di Serdema Navîn de tê wateya Şaredarvaniyê, şaredarvaniya gel, demokrasiya herêmî ye. Ji bo Tirkiyeyê jî vê pêşniyar dike. Di mijara Sûriyeyê de pêşniyara Ocalan demokrasiya xwecihî ye. Ji bo vê qanûnan kêm dibîne û dixwaze vê qanûnê belavî hemû bajaran bike, demokrasiya herêmî di demokrasiya Atînayê de ji her herêmê delegeyek hatiye hilbijartin û ew delegê nûnertiya herêma xwe dikin, ev yek jî xwecihîparêzî û demokrasî ye, ji bo Sûriyeyê ne bingeha mezhebparêzî ne li ser netewperestî, ji hêla herêmî de demokrasiyeke hatiye xurtkirin dixwaze. Pirsgirêka sereke çawaniya tijekirina naveroka vê têgehê ye û çawaniya tevlikirina destûra bingehîn e.”













