• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Divê dewlet gavekê biavêje

Navenda Nûçeyan / AW

17 COTMEH 2025 - 12:34
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku pîvana hêviyê gaveke ku divê dewlet biavêje û got: “Divê vê bagajê rake. Ev yek meseleyeke ku bandorê li hezaran mirovî dike. Bi çi rengî dinirxîne binirxîne divê ev yek bê rakirin. Ji aliyê hiqûqî ve divê ev bê kirin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana 13ê Cotmeha 2025an a li Îmraliyê, ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtin kir, daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye: “Di 13ê Cotmeha 2025an de me li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Birêz Abdulllah Ocalan û muwekîlên xwe yên din re weke parêzerên wan hevdîtin kir. Di vê serdanê de li ser şert û mercên muwekîlên me û rewşa wan a hiqûqî danûstandin kir, agahî dan û wergirt. Bi vê wesîleyê em dixwazin nirxandin û nêrînên Birêz Ocalan ên li ser avakirina aştiyê bi raya giştî re parve bikin.

Di hevdîtinê de rewşa hiqûqî ya Birêz Ocalan, di çarçoveya biryara mafê hêviyê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de bû yek ji mijarên sereke û girîng ê nîqaşê. Weke ku tê zanîn, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê piştî rûniştina xwe ya dawî ya 15-17’ê Îlonê careke din bang li Tirkiyeyê kir û jê xwest, mafê hêviyê li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi rengekî qanûnî çareser bike.

Li ser vê bingehê Birêz Ocalan destnîşan kir ku pîvana hêviyê gelekî girîng û esasî ye. Bi dewamî got, ‘Pîvana hêviyê gaveke ku divê dewlet biavêje. Divê vê bagajê rake. Ev yek meseleyeke ku bandorê li hezaran mirovî dike. Bi çi rengî dinirxîne binirxîne divê ev yek bê rakirin. Ji aliyê hiqûqî ve divê ev bê kirin. Polîtîka jî, edalet jî vê ferz dike’. bi vî rengî pêwîstiya hiqûqî da pêş.

Di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê de ragihand ku bawerî û mezheb hemû divê karibin bi rengekî azad xwe îfade bikin, her wiha her kes xwedî wî mafî ye ku neteweya xwe îfade bike û bi rengekî azad bijî. Anî ziman ku divê Kurd bi rengekî yekbûyî li nava hiqûqê bê vehewandin û got, aştiya esasî ev bi xwe ye. Diyar kir ku hiqûqa Kurdan heta niha tine hate hesibandin, li derveyî hiqûqê hatin hiştin, lê belê divê êdî hiqûqa entegrasyona demokratîk bê avakirin.

Dema ku dervehiştina li hiqûqê û ragirtina fikrî û zîhnî nirxand ev tespît kir, ‘Jiyan dema ku azad be, bi wate ye. Min berê jî gotibû. Ey jiyan’ Ya ez ê te bi rengekî azad bijîm, ya jî ez ê te qet nehatiye jiyîn bihesibînim. Mota min a jiyanê ev e, dirûşma min ev e’.

Tespîta Birêz Ocalan tê zanîn ku digot, di bingeha pirsgirêkên siyasî û civakî de newekheviya jin û mêr heye. Destnîşan kir ku ev çareseriya vê newekheviyê bi pratîka jiyaneke azadiya jinê û fikrekî sosyalîst dibe. Anî ziman ku ew karên Jineolojiyê ji nêz ve dişopîne, gelekî hêja dibîne û silavên xwe yên taybet ji jinan hemûyan, ji girtiyên li girtîgehan re şand.

Kesên ku dixwazin wî fêhm bikin vexwend ku vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk kûr bikin û tevlî pêvajoyê bibin. Diyar kir ku karê ji bo azadiyê ji aliyê pêşvebirin û bicihanîna pêvajoyê ve girîng e.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 486 kes hatine kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 486 kes hatine kuştin

9 ADAR 2026
Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

9 ADAR 2026
Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

9 ADAR 2026
‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

9 ADAR 2026
Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

9 ADAR 2026
Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (365)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne