Amed – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêj di destpêka têkoşîna xwe ve yekîtiya Kurdan de bingeha hebûnê pênase kiriye. Li gorî vê pênaseyê, derba herî giran a dagirkeriyê, parçekirina hişmendiya Kurdan e. Ji ber vê yekê avakirina yekîtiyê, li dijî vê perçebûna derûnî û civakî, serhildana herî mezin e.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yekîtiya Kurd di nav çarçoveya vejîna neteweyî de dinirxîne û dibêje yekîtî, civaka Kurd ji bin bandora dagirkeriyê derdixe. Di vê çerçoveyê de lêgerînên wî yên yekîtiyê her tim xwedî cihekî taybet e. Ji peymana 1982an a heta damezirandina PKDW û KNKê hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya avakirina îradeyeke hevpar didome. Îro jî bi pêşniyara Konferansa Hewlêrê, modela yekîtiyeke nû û rola navbeynkariya mezin a Mesûd Barzanî, careke din girîngiya Yekitiya Neteweyî dixe rojeva sîyasetmedarên Kurd.

Peymana Şamê
Di destpêka salên 1980yî de li Şamê, gaveke dîrokî hat avêtin. Di navbera Abdullah Ocalan û Mesûd Barzanî de peymaneke girîng hat îmzekirin. Ev peyman, di wê serdemê de ji bo siberoja gelê Kurd peyameke xurt a yekîtiyê li xwe digirt. Heta îro jî, dema behsa yekîtiya neteweyî tê kirin, ev hevdîtina dîrokî ya li Şamê wekî mînaka herî berbiçav tê nîşandan. Lêbelê, piştî pêngava 15ê Tebaxa 1984an, dewleta Tirk stratejiya xwe ya herêmî guhert. Tirkiyeyê, ji bo ku PKKê dorpêç bike, hewl da PDKê bikişîne aliyê xwe. Ev destwerdana derve û guhertina hevsengiyan bû sedem ku Peymana Şamê ya 1982an di pratîkê de bê wate bibe.

Dîplomasiya Kurdî li Ewropayê
Qada têkoşînê firehtir bû. Bi daxwaza Abdullah Ocalan, di 12ê Nîsana 1995an de li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Parlamentoya Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW) hat damezirandin. Ocalan bi vê gavê dixwest nîşan bide ku gelê Kurd xwedî îradeyeke siyasî ye û dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe. Armanc ew bû ku li Ewropayê saziyeke fermî hebe ku bikaribe bi dewletan û saziyên mezin ên wekî Yekîtiya Ewropayê re bikeve diyalogê. PKDW li gelek paytextên girîng ên Ewropayê wekî Bruksel, Oslo, Roma û Viyanayê civînên asayî pêk anîn. Tevî zextên mezin ên dewleta Tirk, vê parlamentoyê heta sala 1999an xebatên xwe domand.

Damezrandina KNKê
Di sala 1999an de, Dîplomasiya Kurdî derbasî qonaxeke nû bû. PKDW hat feskirin û li şûna wê, wekî qonaxa duyemîn û berfirehtir, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hat avakirin. KNK, di 24ê Gulana 1999an de li bajarê Amsterdamê yê Hollandayê bi fermî hat ragihandin. Armanca wê ya sereke ew bû ku bibe sîwana her çar parçeyên Kurdistanê û nûnertiya Neteweya Kurd bi hemû rengên wê bike. Ocalan dixwest Kurd di qada navneteweyî de bi yek dengî biaxivin da ku wekî muxatabekî cidî bên qebûlkirin û li her devera cîhanê parastina mafên gelê Kurd bikin. Her çend di serî de armanc ew bû ku PDK û YNK jî bi temamî tê de cih bigirin, lê ji ber nakokiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, PDK zêdetir dûrî KNKê ma. Li aliyê din, YNK û gelek partiyên din ên Başûr û Rojhilat bûn endamên çalak ên KNKê. Îro KNK navenda xwe li Brukselê daniye û xebatên xwe didomîne.

Rojeva wî sereke yekîtî ye
Dema ku li Bakurê Kurdistanê pêvajoya çareseriyê hebû, Ocalan di peyamên xwe yên ji Îmraliyê de bangeke din kir. Ocalan bi riya şandeyên HDPê peyamek şand û xwest ku li Hewlêrê konferanseke neteweyî pêk bê. Li ser vê bangê, li Hewlêrê bi beşdariya nûnerên ji her çar parçeyên Kurdistanê civîneke amadekariyê hat kirin. Lê ji ber nakokiyên siyasî û destwerdanên dewletên herêmê, konferansa mezin nehat lidarxistin. Piştî grevên birçîbûnê yên sala 2019an, Ocalan piştî demeke dirêj parêzerên xwe dîtin. Ocalan di daxuyaniya xwe de dîsa girîngiya Yekîtiya Neteweyî anî ziman.
Nameya ji bo Berzanî

Herî dawî Ocalan piştê banga 27ê Sibatê 2025an ji Mesût Berzanî re nameyek şand. Pêşniyara li Hewlerê avakirina platformeke diyalogê kir. Di vê pêşniyarê de, Ocalan diyar kiriye ku Serokê PDKê Mesûd Barzanî ji ber tecrûbe û pêşengiya xwe ya dîrokî, dikare bibe navbeynkarê mezin di navbera hemû parçeyên Kurdistanê de. Ev bangawazî berdewamiya hewldanên berê ye, wekî Peymana 1982an, avakirina KNK’ê û banga kongreya neteweyî ya 2014an.
Xwespartina hêza cewherî
Di peyamên Ocalan de, yekîtî wekî sîwaneke parastinê tê dîtin. Kurd li her derê bi xetereya qirkirinê re rû bi rû ne, lewma yekîtiya navxweyî mecbûriyeteke jiyanî ye. Ocalan dibêje: “Hêza ku nikaribe xwe biparêze, nikare polîtîkayeke serbixwe jî bimeşîne.” Ji ber vê yekê, yekîtiya leşkerî û parastina rewa divê li ser bingeha stratejiyeke hevpar a netewî be. Ew bang dike ku Kurd li şûna ku li benda piştgiriya hêzên navneteweyî bin, divê pişta xwe bidin hêza xwe ya cewherî. Ocalan balê dikişîne ser siyaseta sêyemîn. Li gorî vê nêrînê Kurd nabe ku bibin dûvikên hêzên hegemonîk an jî dewletên herêmî yên mêtinger. Divê Kurd bibin hêza sêyemîn a ku li Rojhilata Navîn demokrasiyê ava dike. Yekîtiya Kurdan ne li dijî gelên din e berevajî vê, Kurdên yekbûyî dikarin bibin pêşengê Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn û bibin bingeha aştiya herêmî. Her wiha Kurdên li her çar parçeyî li gorî şert û mercên xwe yên taybet xwe bi rê ve bibin lê di asta neteweyî de wekî laşekî tevbigerin.

Rola jin û ciwanan
Ocalan dibêje: “Yekîtî bi vîna jin û ciwanan a di nav civakê de dest pê dike. Heta ku civak bi xwe nebe yek, pêşengên siyasî nikarin yekîtiyeke mayînde ava bikin.” Ocalan ji neteweperestiya teng a ku Kurdan li hemberî hev sor dike û hevkariya bi dagirkeran re ji bo berjewendiyên piçûk, wekî derbeya herî mezin a li yekîtiyê bi nav dike. Ew bang li hemû hêzên Kurd dike ku nakokiyên îdeolojîk nekin asteng. Bi taybetî di peyamên dawî de, balê dikişîne ser girîngiya tifaqa navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê. Hişyariyê dide ku eger ev her du parçe di warê stratejîk de nebin yek, dagirker dê her tim bi lîstikan encam bigirin û Kurd dê winda bikin.













