Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya 8ê Adarê nameyek ji jinan re şand û got, “Pêvajoya em di nav de pêvajoyek ku jin dikarin bi awayek çalaktir rol bileyîzine. Înşa, wê bi pêşengtiya jinê bê hûnandin. Bi awayê dîrokî jî kirdeya avakar a civakê jin e.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a CÎhanê nameyek ji jinan re şand. Nameya Abdullah Ocalan wiha ye:
“Mêyzandin û azweriyek her kesî ya subjektîf a jinê heye yan jî laneta xwe heye. An jî korbûna xwe. Ger di vê cîhanê de em qala xwedayîtiyê bikin ev koka xwe jin be, ji min re hîn rastir heta wek zarurî tê dîtin. Tişta ez ecêb dimînim zilam hemû yekdestiya zanînê û hêza wê di korbûn û kolekirina jinê de bêperva bikar tîne. Bêyî ku ti rêzikên etîk-polîtîk nas bike, jinê ji aliyê ruhî û beden ve evqas mezixandin, ji bo min wek mijara felsefe ya herî bingehîn a pêwîst e bê watekirin xwe dide ferzkirin. Ji ya tê zanîn hîn zêdetir lêkolînên felsefeyê, zanist-felsefê, hatta ol-mîtolojî werin kûrkirin ji bo ronîkirina mijarê û bi vê jî etîk û estetîka mirovê rastîn, avakirina qada polîtîk, ji ber wê jî sazîbûna civaka demokratik derxistina holê; wek mijara bingehîn a fêrkirina sosyolojî û Jineolojiyê pêwîst dike.
Marx di nirxandinek xwe de dibêje “her tiştê ku miroviye min eleqeder dike.” Ji vê gotina wî re ez hîn zêdetir dixwazim bi gotina “mirova jin hîn zêdetir min eleqeder dike” bersiv bidim. Reel sosyalîzma ku herî zêde xwe zanist dide nîşandan, ji jinê re meyzandina wî ya evqas kor bi qasî ku yek ji sedemên hilweşîna wî ya herî girîng e, zilamê koledar yê hatî înşakirin çiqasî şax berdaye jî îspat dike. Dema em reel sosyalîzmê derbas dikin vebijêrka ku tê pêşxistin “bûyîna sosyalîst, pêwîste çavkaniya xwe ji têkiliya azad a rastîn ya bi jinê re bigre” ev ji bo min bû pîvanê bingehîn. Hetta bûyîna mirovê rastîn, ji cihana ajalan qutbûn tenê pîvanên wekhev, azad, etîk û estetîk yên bi jinê re were avakirin ve wê gengaz bibe.
Di manîfestoya dawî de tişta ku min xwestiye bînim ser ziman; di destpêka pergala kujerê civakî yê kastîk de rihê jinê hatiye tinekirin, modernîteya hemdem a kapîtalîst jî bedena wê ji cenazeyan xirabtir kirî ye bû. Hûn pir baş dizanin: Jin herî zêde dibêjin “te em ji can û bedenê kirin.” Ev, biwêjeke bi kok e ku di tevahiya dîrokê de tê gotin e.
Tespîtek din ya girîng jî ku min di manîfestoyê de xwestiye bînim ziman, ji nû ve pênasekirina sosyalîzmê bû. Li gorî min sosyolojî wek zanista civakê nikare were avakirin. Ji ber ku taybetmendiya civakê ya xwezaya duyemîn ji ber têkiliyên bê dawî ne berkirdeya wateyê ye lewma jî nedibû zanista wê jî. Ya rastî binesaziya aborî ku hatibû ferzkirin (K.Marks, Engels), avahiya civakî (Weber) û avahiya nasnameyî (Durkheîm) wekî berkirde were lêkolînkirin jî, nikare “cîhana wateya” mezin ya xwezaya civakî wekî zanist lêkolîn bike. Ger lêkolîn bike jî pêwîste ji vê re tenê etîk-estetîk; ji ber wê jî hûnera civaka polîtîk bê gotin. Bêguman ji “mezbahaya çandê” re ku modernîteya kapîtalîst di bin navê pişesaziya çandê de avakirî re, ez nabêjim hûner.
‘Çanda sereke bi awayekî misogerî navenda xwe jin e’
Li şûna teza Marksîzmê ya “dîrok tekoşîna çînan e” ez gihîştim pênaseya “hemû dîrok hetta beriya nivîsê jî di nav de, ji ber qelîşîna klanan pevçûna komûn-dewletê ye”. Bûyera komûnbûyînê ku vegotin û lêkolînek dirêj jê re tê xwestin, bi esasî destpêkê wekî faktorê erdnîgariyê flora û faunaya Toros-Zagrosê guncaw e, li ser vê mîhwerê civakek dayîkî ku nêzî 50-30 hezar sal xwedî paşerojekî ye ku bi awayekî arkeolojîk jî hatiye îspatkirin pêşketin daye nîşandan, bi gewde bûye. Di wê dîrokê de hemû vedîtin peykerên jin in, ti peykerên mêr nînê, ev jî vê rastiyê îfade dike. Heya neolîtîkê civaka dayîkî danehevek mezin pêk tîne. Taybetî jî di çanda ziman, nebat û ajalan de. Heta ber bi avabûna civaka xwecihî ve jî çanda sereke bi awayekî misogerî navenda xwe jin e. Hema bêje di koka hemû zimanan de hêmana mê heye. Wekî din çanda Ma. Di vê merheleya dawî de kulûba zilaman ku di kuştina ajalên zindî de gelek ezmûn û hêz bidest xistiye, dema vê dewlemendiyê li ber serê xwe dibînin bi awayekî hêsanî ji kuştina ajalan berê xwe didin civaka jin. Beriya wê, bira, xal û mêrên gihaştî ku wek parêzvanên jinê bûn kuştin û dest danîn ser danehevên wan. Piştî wê jî kirin kole. Ya rastî ruhê jinê hat tunekirin. Zilamê xweda wisa derket holê. Ji ola xwedawend ya xwezayî derbasbûna ola zilam yê esmanî çêbû. Ya din mirov dikare bi hêsanî ji dîroka mîtolojiya Sûmer û wek berdewamiya wê olên yek xwedayî fêm bike. Pevçûna xweda Enkî-Înanna û vegotina mîtolojîk ya destana Gilgamêş vê rastiyê dide teyisandin, ji wê rojê heta roja me ya îro wêje, siyaset, sosyolojî bi awayekî esasî vî zilamê desthilatdar û bihêzbûyî îfade dike.
Xala ku ez matmayî dimînim, di dîroka şaristaniyê de li beramberî vê rastiya ku mirov dikare bi hêsanî bibîne û fêm bike, çima em di avahiya zanebûn û hestên evqas kor de man, me tê de israr kir. Di destpêkê de Jineolojî û Sosyolojî hetta Sosyalîzma nû (Sosyalîzma ku piştî reel sosyalîzmê pêşketiye) berpirsiyarin ku lêkolînên civakê û hûnerê, ji bo derxistina holê a vê rastiyê, teorî pêşxistin û ji nû ve gihandina avahiya civakî, bikar bînin.
Rêhevalên hêja, di esas de dema min got hema bêje projeya min a nîvçomayî temam bû, min xwest vê vegotinê bînim ziman. Lê niha li pêşiya min pratîkek pir mezin û erkên jiyanîkirinê hene.
Eleqeya zêde û pirsên Rêhevalên jin û yên dostan, bi awayekî vekirî min ber bi lêgerînên nû ve dehf dide. Cih û zirûfên min ji bo bersivbûnê ji aliyê danûstandinê ve ne têrker e, ev zelal e.
Pêvajoya em di nav de pêvajoyek ku jin dikarin bi awayek çalaktir rol bileyîzine. Înşa, wê bi pêşengtiya jinê bê hûnandin. Bi awayê dîrokî jî kirdeya avakar a civakê Jin e.
Civakbûn li derdora jinê û bi destê jinê tê saz kirin. Ev rastiyek sosyolojîk e. Jin di warê têgihîna azadiyê û di asta rêxistinbûnê de xwedî wê potansiyelê ne ku dikarin ji înşaya pêvajoyê re pêşengtî bikin. Wê demê xebatên lêhûrbûn û çalakbûna vê potansiyelê pêwîst e bibe rojeva bingehîn a rêxistinbûna jinê. Ji ber ku ev pêvajo, pêvajoyek ku jin dikarin azad bibin û azad bikin e.
‘Ez bawerim hûn ê bibin jinên pêşeng ê polîtîk’
Hêza bingehîn a pêvajoyê jin in; ji ber vê jin bi awayê xweser pêwîste kesayeta xwe polîtîk bike. Li şûna nêzîkbûnên hestewar jinbûnek polîtîk derxistina pêş, di pêşketinê de pir girîng e. Ger rastiya polîtîk nebe, mirov nikare nefes jî bigre. Ev pir girîng e û baweriya min heya dawî heye ku hûnê serbixin. Xeta me ya bîrdozî a azadîxwaziya jinê tê zanîn. Jinan, ji hêla azadî û rêxistinbûnê ve astek girîng girtine. Pêwîste hûn ji bîrdoziya rizgariya jinê biçin polîtîkbûna rizgariya jinê. Jixwe niha li her cihî pratîkbûna vê tê jiyîn. Ez bawerim hûn ê bibin jinên pêşeng ê polîtîk.
Hûn dizanin min qet dev ji we berneda. Îfadeya evîna platonîk a herî rastîn ya derbarê civakbûnê de jî li gor min ev e.
Feraseta insanek sosyalîst û nêzîkbûna di têkiliyên jin-zilam de, kesayeta wî-wê dide nîşan. Hestê ku kujerê kastîk bi navê “evînê” dixe bazarê wekî berdewamiya kolekirina jinê tê pêkanîn, pêwîste ev baş bê fêmkirin.
Pêwîst e têgeha ku ez dibêjim evîna platonîk şaş neyê fêmkirin. Evîna platonîk îdealîzekirina tişta nayê realîze kirin e. Îdealîzma evîna platonîk ji realîzma evîna pratîk binirxtir e. Hûn dikarin li ser vê lêhûrbûn bikin. Dil û mejiyê xwe nezivirînin aliyê realîzma evîna pratîk. Pêwîste em evîna platonîk tercîh bikin. Ji ber ku realîzma evînê bi xefikan dagirtî ye.
Herî dawî ez pêşketinên we girîng û wek “serdema qehremaniya jin” dinirxînim û we pîroz dikim. Jiyana we ya bi qehremanî teqez pir etîk û estetîkî ye. Bersiva herî xurt ji kujerê kastîk ê serdemê re ye. Pirsgirêk, wê jiyana insan a nû çawa bê avakirin e. Heya ku em negihêjin sirrên rastîn ê jiyana jinê em nikarin zimanê gerdûnê bigrin.
Hêvîdar im sal û salên we hemûyan û hemû dostên ku pirsa min dikin, bi wate barkirî bin, bi hezkirin û evînê şax vedin, bi rêzdarî we silav dikim.”













