Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina 12ê hezîrana 2019an de bi rêya parêzeran peyam şandibû derve û bibîr xistibû ku ya esasî û çareserî siyaseta demokratîk e. Bal kişandibû ser pêdiviyên siyaseta muzakereyên demokratîk, rebazên aqil, politik û hêzea çandi û tekoşîna sivil.
Piştî çalakiya gireva birçîbûnê ya ku di pêşengiya Leyla Guven de 200 rojan berdewam kir, deriyê Îmraliyê ji parêzeran re vebû. Parêzeran ji 2ê gulana 2019an heta 7ê tebaxa 2020an 5 caran bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevditin kir. Piştre deriyê Îmraliyê dîsa li parêzeran û malbatê hat girtin û 44 mehan hemû hevdîtin hatin qutkirin.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina 12ê hezîrana 2019an de dîsa bi rêya parêzeran peyama çareseriya demokratîk û aştiyane dabû.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyanî dabû. Daxuyaniya Buroyê ya wê demê wiha ye: “Wekî Buroya Hiqûqê ya Asrinê me di 12ê hezîranê roja Çarşemê de li Îmraliye bi muwekilê xwe Birêz Abdullah Ocalan re li gorî çarçoveya zagonan hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de Birêz Ocalan berî her tiştî ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de li ser banga wî dawî li çalakiya grevê anîne, spasî û silavên xwe ji çalakgeran re pêşkêş kiriye. Dîsa ji bo peyama spasiyê bigêje destê wan nameya spasiyê şandiye. Birêz Ocalan ji bo hemû sazî û kesên di vê pêvajoyê de helwesta xwe diyar kirine, ev hewladana wan pir bi nirx dîtiye û spasî û silavên xwe pêşkêş kirine. Peyama Birêz Ocalan a der barê çalakgeran de em di pêvekê de parve dikin.
Di vê hevdîtina ku bi Birêz Abdullah Ocalan re hatiye kirin bi cewherî ev daxuyanî derketine pêş: Birêz Ocalan diyar kiriye ku dibe grevên birçîbûnê bên kirin, lê wekî rêbaza tekoşîna sereke nabîne û pêşniyar nake. Pozîsyona xwe wekî siyaseta jiyandinê digire dest û pênase dike. Li dijî mirinê, parastina jiyanê pênase kir. Diyar kiriye ku ya esas digire tekoşîna jiyan û jiyandinê ye. Mirina trajîk a Hallaci Mansur mînak da û diyar kir ku li gel vê mirina wî ya trajîk dest ji lêgerîna heqiqetê bernedaye û bal kişand ser nirxên heqîqeta jiyanê. Li gorî vê yekê li gel rewşa xwe ya giran dîsa teqez dest ji tekoşîna lêgerîna edalet, azadî û lêgerîna heqiqetê bernedaye. Dîsa diyar kiriye ku teqez dest ji vê tekoşînê bernade.
Brêz Abdullah Ocalan têkildarî pirsgirêkên polîtîk û civakî çavdêrî û der barê vê yekê de jî pêşniyarên xwe yên çareseriyê di her firsendê de anîne ziman û di vê hevdîtinê de jî anîne ziman. Me careke din dît ku sekna xwe ya israra li ser bingeha siyaseta demokratîk û aştiya bi rûmet dubare nîşan daye.
‘Tirk bê kurd, kurd bê tirk nabe’
Abdullah Ocalan da zanîn ku li gorî nişana dîrokê tirk beyî kurdan û kurd jî bêyî tirkan nikarin bijîn. Dema li Mezopotamyayê kurd hatin xelaskirin, li Anatoliyê li ser navê tirkan tu tişt namîne. Diyar kir ku hebûn û pêşketina kurdan û hebûna tirkan bi hev ve girêdayî ye. Divê li gorî vê rastiyê tev bigerin. Ev yekîtiya kurd û tirkan, wê rê li pêş jiyana aştî û demokratîk a gelên li Rojhilata Navîn jî veke. Me dît ku pêşengîyê dide çareseriya demokratik û ji bo vê yekê jî girîngiyê dide guhertinen qanûnî û makeqanûnî. Ji bo vê yekê jî diyar dike ku guhertina demokratîk û fikrî encex bi tevlêbûna hemû beşên civakê pêkan e.
Ya esasî çareseriya demokratîk e
Destnîşan kir ku di tarza siyaseta heyî de valahiya bîrdozî û teorîk xuya dibe û bi tarza malbatî, qabîlevanî û eşîrî siyaseta rast nayê meşandin. Bibîr xist ku ya esasî û çareserî siyaseta demokratîk e. Berê jî qala mînaka Gandhî kiribû. Dîsa heman minak bibîr xist û xwest rêbaza sivîl û rêbazên afirîner ên çareseriyê pêş bixin. Bal kişand ser pêdiviyên siyaseta muzakereyên demokratîk, rebazên aqil, politik û hêza çandî û tekoşîna sivil. Xwest ev rêbaz bên pêşxistin. Anî ziman ku bi vê rebazê dikarin bingeha çareseriya demokratîk ava bikin.
Di mijara Sûriyeyê de balkişand ser girîngiya feraseta siyasî ku tevahiya Sûriyeyê temsîl dike, wekî carên berê dîsa balkişand ser mîsogeriya makeqanûnê û pêşniyara demokrasiya herêmî. Dibêje polîtîkayên derve-hundir ên Tirkiye û Sûriyeyê girêdayî hev in û ne mimkun e ji hev cûda bên destgirtin.