Li avahiya Ronahî TVyê ya li bajarê Qamişloyê şewat derket. Weşana televîzyonê bi demkî hate rawestandin.
Berbanga îro li avahiya Ronahî TVyê ya li bajarê Qamişloyê şewateke mezin derket. Di encamê de studyoya sereke û odeya kontrolê bi tevahî şewitîn û weşana zindî ya televîzyonê bi demkî hate rawestandin.
Tîmên agirkujiyê hatin cihê bûyerê û û şewat kontrol kirin. Têkildarî zerarên ku gihîştibe xebatkaran heya niha agahî nehatin bidesxistin.
Aliyên têkildar derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.










