• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî baregeha Sazmanî Xebat a Hewlêrê hate kirin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî baregeha Sazmanî Xebat a Hewlêrê hate kirin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Agirê Çaran bû berxwedana hezaran

Veysel Avci / AW

17 GULAN 2025 - 08:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
15 hezar û 695 şev berê 4 ciwanên Kurd li Zindana Amedê li dijî zilmê bi bedena xwe şev ronî kirin û bûn remza berxwedanê. Berxwedana wan îro ji aliyê milyonan ve berdewam dike.
Pêşengên PKKê Ferhat Kurtay, Necmî Onen, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik, 43 sal berê li dijî zilm û îşkenceyê dewletê ya li Zindana Amedê di şeva 17ê Gulana 1982an de agir berdan bedena xwe. Wekî Agirê Çaran bûn remza berxwedanê.

Di ser çalakiya berxwedana Agirê Çaran Necmî Oner, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Ferhat Kurtay re 43 sal ango 15 hezar û 695 şev û roj derbas bûn. Berxwedana wan li zindanê dest pê kir. Berxwedana wan rê li pêşiya berxwedana zindanê û tevahiya Kurdan vekir. Berxwedana ku bi agirê Mazlum Dogan û Agirê Çaran li zindanê li dijî tariya zilmê pê ket, îro li Tirkiye û cîhanê belav dibe.

Li Tirkiye di serdema darbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980ê de bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin girtin û li zindana Amedê rastî îşkîşkenceya herî dijwar hatin. Îşkenceya li dijî endamên PKKê di asta herî jor de bû. Bi awayekî dijmirovî îşkence li ciwanên Kurd dihat kirin. Ewil ciwanê Kurd û pêşengê PKKê Mazlum Dogan di şeva Newroza 1982an de bi 3 çixatan bedena xwe kir agirê Newrozê. Piştre li Qawîşa 33yan a Zindana Amedê pêşengên PKKê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengin, li dijî zilm û zordariya dewletê û îşkenceya li girtîgehê serî netewandin û di şeva 17ê Gulana sala 1982an de bedena xwe dan ber agir. Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengin ku wekî Agirê Çaran tên nasîn, li dijî îşkence û zilmê agir berdan bedena xwe. Bi bedena xwe şeva tarî ronî kirin û xwestin êdî dawî li zilm û îşkenceyê bê. Dema hevalên wan xwestin agir vemirînin bang kirin û gotin “Agir geş bikin, reşkirina agir îxanet e” û bertekên xwe anîn ziman.

Çar ciwanên Kurd nîşeya ‘Divê ev çalakî teqez bigêje gel. Ev çalakî berdewama çalakiya rêheval Mazlum e. Em şopdarê Mazlum in. Divê çalaki rast û baş bê famkirin. Çalakî li dijî îxanet, zext û teslîmiyetê berxwedan e.”Li pey xwe hiştin. Piştî ku 4 ciwanên Kurd li Zindana Amedê ev çalakî pêk anîn, berxewdana li zindanan zêdetir bû. Dîsa bandor li serve jî kir û li derve jî berxwedana gelê kurd zêde bû. Şahidê çalakiya Agirê Çaran Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengin, bêyî agahiya hevalên xwe yên girtî çalakiyek dîrokî pêk anîn. Her çend bi rojan amadekarî kirin jî nehiştin ku ruhê kesî bibhîze. Wê demê Esat Oktay Yildiran îşkenceya giran li girtîyên siyasî dikir. Agirê Çaran bi çalakiya xwe ya şewate bersîvek gelek mezin dan îşkence û zilma li wan tê kirin û bi agirê bedena xwe tarî ronî kirin û zilm şikandin.

Girtiyan wê demê di kawîşa 33an de tevî her tiştî nobet digirtin. Ji 2 saetan carekê nobet diguherandin. Roja çalakî pêk hat di navbera 16 -17’ê Gulanê de ye. Di Lîsteya nobetê ya saet 23.00-01.00’an de navê Îsmail û Orhan hebû. Di navbera saet 01.00 û 03.00an de bû. Bi taybet û zanebûn ev saet hilbijartibûn. Ferhat Kurday wê demê li ser ranzê rûniştibû hin tişt dinivîsandin û nîşe li pey xwe hişt.

Ferhat Kurtay; Di sala 1949an de li gundê Xurs ê Qosera Mêrdînê hat dinê. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Qoser û Mêrdînê temam kir. Dema li Trabzonê beşa Endezyariya Ceyranê li Fakulteya Endezyariyê dixwend fikrên şoreşgerî nas kir. Piştre li Mêrdînê demekê endezyarî kir. Di sala 1978an de kadroyên PKKê yên hebûna xwe îlnakirin nas kir. Ev naskirin piştre vegeriya xebatên aktif. Di amadekirina komîteyên birêxistinkirina herêma Mêrdînê ya PKK’ê de cih girt. Belavkariya weşanan girt ser xwe. Di 23ê Mijdara 1979an de, di encama îxbarekê de bi M. Hayrî Durmuş re li mala lêdiman hat girtin. Li Girtîgeha Amedê yekemîn rojnameya kurdî derxist.

Necmî Oner: Li Çemrûga Amedê hat dinê. Dibistana seretayî navîn û amadeyî li vir temam kir. Ligel ku ji DDKDê hez dikir jî piştî kadroyên PKKê yên xebatên li navçeyê didin meşandin nas kir, ji kadroyan bandor bû û tevlî xebatan bû. Li navçeyê bi xebatên ciwanan ên dan meşandin. Beriya bê girtin, di komîteya amadekariyên herêmê de bû berpirsyarê ciwanan. Ji ber bûyerek a li dibistanê di sala 1979an de hat girtin.

Eşref Anyik: Di sala 1960an de li gündeki Wêranşara Rihayê hat dinê. Ji ber malbata wî feqîr bû tenê dibistana seretayî xwend. Anyik ji ber rewşa malbata xwe di temenê biçûk de dest bi xebatê dike û bi malbata xwe re wekî karkerê demsalî diçe Edeneyê. Her wiha li metropolên Tirkiyeyê di gelek karan de xebitî. Anyik, bi taybet bi bandora PKK’ê a têkoşîna Hîlvanê tevlî refan dibe. Li Hîlvanê di têkoşîna li dijî Suleymanlera de hat girtin.

Mahmud Zengîn: Ligel ku ji eslê xwe ji Siwêregê ye, ji ber kale wî li Hîlvanê dimîne nîvî jiyana xwe li wir derbas kir. Dibistana seretayî û navîn li vir xwend. Di sala 1978an de ji şerê li dijî Suleymanlera bandor dibe û tev li refên Apocuyan dibe. Destpêkê di xebatên ciwanan de cihê xwe girt. Di qadên xebatên girseyî û propagandayê de jî xebitî. Di nava têkoşîna li Hîlvan û Siwêregê ya li dijî Suleymanlar û Bucaklar hatibû destpêkirin de cihê xwe girt. 7ê Tirmeha 1979an di yek ji van pevçûnan de hat girtin û anîn Girtîgeha Amedê.

 

Etîket: Eşref AnyikFerhat KurtayMahmut ZengînNecmî Oner
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Rewşan Doner qezaya trafîkê derbas kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 3 têkoşerên azadî, ked û xwebûnê: Sêvê, Pakîze û Fatma

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo helbesta Abdullah Ocalan klîbek hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bafirok li dijî qedexeyan nîşana mezinkirina hêvî û azadiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarê DÎHAyê Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (207)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne