DBP û DEM Partiyê, li taxa 5 Evlerê bi meşeke meşaleyî û agir pêxistinê Newroz pîroz kir.
Rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Agiriyê bi boneya Newrozê li taxa 5 Evlerê ya navendê pîrozbahiyek li dar xist. Di pîrozbahiyê de ciwan bi meşaleyan meşiyan û agir pêxistin. Şêniyên tax jî beşdarî bernameyê bûn û demeke dirêj li derdora agir govend gerandin. Ciwanan di bernameyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Her wiha ciwan û zarokên taxê xwe bi ser agir ve avêtin û çanda dîrokî zindî kirin.













