Li navçeya Depê ê warê Kawayê Hemdî Mazlûm Dogan agirê Newrozê hat pêxistin.
Li qada Stasyonê ya navçeya Dep a Xarpête bi dirûşma “Newroza azadî û demokrasiyê” Newroz hate pîrozkirin. Rêveber û nûnerên saziyên demokratîk yên sivîl û gelek kes bi cilên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Newroz rêzgirtînê dest pê kir, bi dirûşmên “Şehîd namirin” geş bû.
Di pîrozbahiya Newrozê de Hevşaredarên Depê, endamên Komîteya Amadekar a Newrozê û hevserokên bajêr û navçeyan axivîn û xwestin ku Newroz bibe wesîyela “Yekitî” û “Azadiyê”. Di axaftinan banga xwedîderketina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Parlamenterê DEM Partî ê Rihayê Omer Ocalan axivî. Omer Ocalan cejna Newroza gelê Kurd û gelên Kurdistanê pîroz kir û ev tişt got: “Em ê her sala Newroza xwe pîroz bikin û pêşeroja xwe ava bikin. Hûn dizanin Newroz têkoşîn û berxwedana li dijî Dehaqan e.”
‘Divê em ji bo aştî çareseriyê têbikoşin’
Omer Ocalan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo aştiyekî birûmet têkoşînekî xurt dide û wiha pê de çû: “Ji bo vê divê em destê Rêbertiyê li ser masê xurt bikin. Kurdan ji bo hebûna xwe berdêl da, bi pêşengiya Rêbertiyê gelê Kurd ji bo aştiyê destê xwe dirêj kir. Li vî welatî ji ber vê divê em ji bo aştî û çareseriyê têbikoşin.”
Ocalan têkildarî geşedanên Rojhilat axivî û got: “Dilê me li Rojhialt e. Li wir zulmek giran haye. Divê gelê Kurd ji bo nasname û têkoşîna xwe yekitiya xwe pêk bînin. Divê yekitiya di nava çar parçeyan pêk were. Gelê Kurd di vê sedsalê de li dijî tunekirinê li ber xwe da û hebûna xwe parast. Ji vir û şûn de jî dê hebûna xwe biparêzin. Bila bizanin em wek zarokên Kawayê Hesinkar em înkarê qebûl nakin.”
Hevjîna yek ji qadroyên pêşeng ê PKKê Zekî Yildiz, Emoş Yildiz û parlamenteran agirê Newrozê pêxistin. Newroz bi berzkirina dirûşm, strîna stranan û gerandina govendê dom kir.













