• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Aldar Xelîl: Tirkiye krîza Sûriyeyê girantir dike

Navenda Nûçeyan / AW

9 KANÛN 2024 - 11:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl destnîşan kir ku bi ketina rejîma Esad re divê li Sûriyeyê demeke nû destpê bike û wiha got. “Destwerdana Tirkiyeyê krîzê girantir dike.”

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li ser bûyerên dawî yên li Sûriyeyê ji ANFê re axivî. Li ser rewşa heyî ya piştî ketina desthilatdariya Beşar Esad, Aldar Xelîl got: “Weke ku tê zanîn Baas 8ê Adara 1963an bûbû desthilatdar. Di 8ê Kanûna 2024an de bi dawî bû. Piştî 3 mehan wê 62 sal li pey xwe bihişta. Yanî dema Esad û rejîma Baasê ya 61 sal û 9 mehan bi dawî bû. Desthilatdarî ji salên 1970î û vir ve di destê malbata Esad de bû. Di nava 14 salên dawî de ji bo guhertina desthilatdariyê gelên Sûriyeyê li her derê di nava berxwedanê de bû. Lewma di dîroka Sûriyeyê de îro rojeke dîrokî û bi wate ye. Ji ber ku desthilatdariyeke 61 sal û 9 mehan bi dawî, wê bibe destpêka demeke nû. Ya rast divê mirov vê bipirse; Desthilatdariya malbata Esad bi dawî bû lê belê Sûriyeya nû wê çawa be? Gelo çeteyên dewleta Tirk û hêzên cuda wê bi çi rengî nêzî Sûriyeya nû bibin? Wê Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin? Wê sîstemeke çawa bê avakirin? Ev mijar hêjayî nirxandinê ye û her kes li van mijaran difikirin. Divê Sûriyeyeke demokratîk ne tenê ji bo neteweyekê, lê ji bo hemû gelan bê avakirin.”

‘Heta dagirkirina Tirkiyeyê neyê dîtin dê krîz çareser nebe’

Aldar Xelil anî ziman ku ji sala 2011an û vir ve wan her tim heman nirxandin kirin û wiha axivî: “Eger wê şoreşek pêk were divê ev mejiyê hişk biguhere. Divê rêveberiya Sûriyeyê biguhere. Êrîşên li ser Sûriyeyê ku rejîma Esad têk bir, ji aliyê komên cuda ve hatin kirin. Di nava van koman de pirsgirêk û nakokî hene. Weke gava destpêkê li hev kom bûn û hilweşandina desthilatdariya Şamê ji xwe re kirin armanc. Lê belê her komek xwedî planeke cuda ye. Metirsî heye ku li Sûriyeyê di nava van koman de şerekî navxweyî destpê bike. Divê ev yek jî bê dîtin. Sedemeke din a neçareseriya krîza Sûriyeyê ya bi salan destwerdana dewleta Tirk a li Sûriyeyê bû. Heta ku dagirkeriya dewleta Tirk neyê dîtin, heta ku Tirkiye weke berpirsyarê vê krîz û kaosê neyê dîtin krîza Sûriyeyê bi dawî nabe. Lewma hilweşîna rejîma Esad nayê wê wateyê ku krîz bi dawî bûye. Destwerdana dewleta Tirk a li dosya Sûriyeyê neqediya ye. Mînak me êşên giran ji destê Baas û desthilatdariya wê kişand. Li hemberî gelên Sûriyeyê bi taybetî li dijî gelê Kurd 61 sal û 9 mehan polîtîkaya tinekirin û tepisandinê hate meşandin. Ev yek êşeke giran e. Dema ku me dît em ji vê rejîmê azad bûn, em kêfxweş bûn.”

Aldar Xelîl destnîşan kir ku bêguman ew dixwazin li paşeroja nû ya Sûriyeyê jiyanek aram û aştiyane bijîn û wiha berdewam kir: “Lê destwerdana dewleta Tirk a li dosyaya Sûriyeyê metirsiyan zêde dike. Metirsiyeke çawa? Çawa ku dewleta Tirk polîtîkaya tinekirin û tepisandinê meşand, dewleta Tirk jî ne kêmî wê ye û polîtîkaya wê hîn girantir e. Dewleta Tirk hebûna fîzîkî ya gelê Kurd jî qebûl nake. Qet nebe rejîma Baasê li zindanan û ji bilî rewşên taybet hebûna gel tine nedihesiband. Sînorekî xwe yê diyarkirî hebû. Bi kiryarên Kembera Ereb re hewl dida tevlî nifûsê neke û demografiyê biguherîne, lê belê gelê me li gund û bajaran jiyana xwe dikarîbû dewam bikira. Polîtîkaya dewleta Tirk bi vî rengî nîne. Li gorî polîtîkaya dewleta Tirk ev herêm herêma Tirkan e, divê Kurd li van herêman nebin. Ji xwe ne alîgirê avabûna Sûriyeyeke demokratîk e û nêteke xwe ya bi vî rengî jî nîne. Ji xwe heta niha navek an jî sîstemek ji bo Sûriyeyê diyar nekirine.”

Li ser Minbicê êrîşên giran heye

Aldar Xelîl, bi domdarî bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê û wiha lê zêde kir: “Tirkiye dixwaze projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rabe. Dewleta Tirk piştî hilweşîna rejîma Esad li şûna ku civînan bike, li şûna ku muxalefeta demokratîk li hev kom bibe û gelên Sûriyeyê bi hev bişêwirin, paşeroja Sûriyeyê nîqaş bikin, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Niha li ser Minbicê û derdora wê êrîşeke giran heye. Ev êrîş bi fermana dewleta Tirk têne kirin. Eger tê xwestin Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin, ev yek bi êrîşa li ser Minbicê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabe. Berevajî vê yekê eger Sûriyeyeke demokratîk bixwastibûna diviyabû bi Rêveberiya Xweser re diyalog danîbûna. Ji bo Sûriye karibe bê birêvebirin diviyabû di nava hewldanên nîqaşê de bûna. Bi êrîşan nabe. Ev komên êrîş dikin rastiya Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê temsîl nakin.”

Divê vîna gelên Sûrî esas bên girtin

Aldar Xelîl da zanîn ku eger rejîma Esad guhertin û beşeke Sûriyeyê bi rê ve birin û hebûn û nasnameya Kurdan qebûl nekin dê pirsgirêk çareser nebe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şêweyê xwe yê rêveberiyê navendîparêz be û li ser gelên Sûriyeyê serwer û zordar bin, hingî wê bê pirsîn, çi cudahiya we maye? Lewma li pêşiya Sûriyeyê pêvajoyeke nû heye. Ya girîng ew e ku di vê pêvajoya nû de îradeya gelên Sûriyeyê esas bê wergirtin û êrîşên li ser herêmên Rêveberiya Xweser tavilê bêne bidawîkirin.”

Aldar Xelîl têkildarî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Minbicê got, “Li Minbic û derdora wê êrîşên giran hene. Di van êrîşan de çete bi tenê nînin. Bala xwe bidinê, daxuyaniya destpêkê ya çeteyan ne li ser rê û rêbazên avakirina paşeroja nû ya Sûriyeyê bû. Daxuyaniya wan a destpêkê li ser êrîşa Minbicê bû. Niha (Heta doh êvarê) êrîşên giran têne kirin û ev çete li berxwedaneke mezin rast hatin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kêlî bi kêlî daxuyaniyan dide. Berxwedan dewam dike. Eger ev êrîş neyên şikandin wê dewleta Tirk neyê rawestandin. Eger gava destpêkê ya projeya dewleta Tirk pêk were wê gav bi gav dewam bike. Dewleta Tirk wê nesekine. Şopandina van êrîşan têrê nake, divê mirov tevlî nava refên berxwedanê bibin. Armanca dewleta Tirk tinekirin e. Ji ber vê yekê jî divê gel li eniyekê, li çeperekê li hemberî êrîşan li ber xwe bidin.”

Li ser rewşa li Dêrazorê jî Aldar Xelîl got: “Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Baxoz a Dêrazorê dawî li DAÎŞ’ê anîn, ev herêm tê parastin. Bi taybetî bi ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê re hîn xurtir bû. Ji wê rojê û vir ve ev herêm di bin kontrola QSD û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê de ye. Dema ku van koman berê xwe dan Hamayê, DAÎŞ’ê jî berê xwe da Dêrazorê. Êrîşên li ser Dêrazorê ji bo kontrolkirina herêmê bû. Eger ev yek pêk bihata wê metirsî li ser herêmên din ên Rêveberiya Xweser jî çêbûya. Lewma Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê, her wiha xelkê Dêrazorê ji bo valahî bi êrîşên DAÎŞ’ê re rû nede, ev valahî dagirtin. Divê were zanîn, heta ku ev polîtîkaya dewleta Tirk û DAÎŞ hebe wê gef jî dewam bikin. Li Dêrazorê di nava amadekariyan de ne. Li hin deveran êrîşê dikin lê belê ev êrîş bi parastineke xurt tê şikandin.”

Ji bo pirsa ‘Rêveberiya Xweser ji çareseriyê re çiqasî amade ye?’ Adar Xelîl ev bersiv da: “Rêveberiya Xweser di demekê de ku hîn nehatibû ragihandin; yanî sala 2011’an û bi îlana sala 2014’an re heta roja îro destnîşan dike ku ji bo Sûriyeyê projeya xwe projeya yekîtî û hevgirtin e. Bala xwe bidinê; di sala 2015’an de weke meclîsa sîwanî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hate ragihandin. Sîwana MSD’ê ew sîwan e ku hêzên muxalefetê hemûyan ên Sûriyeyê li hev kom dike. MSD niha dikare bi rola lihevkomkirina hêzên muxalefetê yên Sûriyeyê bilîze. QSD jî dikare bibe hêza leşkerî ya Sûriyeyeke demokratîk. Projeya Neteweya Demokratîk jî dikare ji bo Sûriyeya nû bibe projeya paşerojê. Rêveberiya Xweser bi hemû sîstem û civaka xwe ji çareseriyê re amade ye. Rêveberiya Xweser amade ye ku bi her kesî re diyalogê dîne û çareseriyê pêk bîne.”

Di dawiya axaftina xwe de Aldar Xelîl destnîşan kir ku destketiyên bi xwîna şehîdan û bi keda gel hatin afirandin di vê dema dîrokî de divê bêne parastin û got: “Eger em karibin roja xwe ya îro biparêzin ev yek wê bê wateya parastina 14 salên me yên dawî. Eger em xwe sist bikin dibe ku em li rewşeke neyînî rast bên. Divê gel bêteredût destketiyan biparêzin û di nava berxwedanê de bin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

14 KANÛN 2025
Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

14 KANÛN 2025
Gelê Licê: Ji tiryak û fihûşê re cih tune ye

Gelê Licê: Ji tiryak û fihûşê re cih tune ye

14 KANÛN 2025
Qetilkiriyên di dema qedexeyên derketina derve de hatin bîranîn

Qetilkiriyên di dema qedexeyên derketina derve de hatin bîranîn

14 KANÛN 2025
Gulistan Sonuk: Komun û meclis bi qasî av û nan pêwîst e

Gulistan Sonuk: Komun û meclis bi qasî av û nan pêwîst e

14 KANÛN 2025
Serdana şîna Murat Kalkan bi girseyî hat kirin

Serdana şîna Murat Kalkan bi girseyî hat kirin

14 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (249)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne