Ji siyaset û dîplomasiya rojavayî Wezîrên Karên Derve yên Almanya û Fransayê bûn yên destpêkê ku serdana Şamê kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Wezîra Karên Derve ya Almanya Annalena Baerbock vê sibehê hatin payetexta Sûriyeyê Şamê.
Tê payin ku her du wezîr bi hev re hevdîtinê bi şefê HTŞê Ahmed El Şara re bikin ku weke rêveberê nû yê Şamê hatiye diyarkirin.
Rejîma Esad di 8ê Kanûna 2024an hilweşiya bû û piştre HTŞê dest danîbû ser hikûmeta Şamê.
Annalena Baerbock beriya serdanê daxuyaniyek da û got: “Li gel hempîşeyê xwe yê Fransî em ê bi navê Yekîtiya Ewropayê serdana Şamê bikin. Ev yek peyameke vekirî ye ji bo Sûriyeyiyan; di navbera Ewropa, Almanya û Sûriyeyê de destpêkeke siyasî ya nû dikare bê kirin.”
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî got: “Li Sûriyeyê ji bo xizmeta Sûriyeyiyan û aramiya herêmî em derbasbûneke mecbûrî û aştiyane teşwîq dikin.”