Amed – Hevserokê Odeya Endezyarên Avahiyan a Şaxa Amedê (ÎMO) Mahsûm Çiya Korkmaz diyar kir ku Amed ji erdhejê re ne amade ye û xwest demildest ji bo erdhejê projê bên amadekirin.
Li Kurdistan û Tirkiyê xetên erdhejê zêde ne. Her sal erdhejên dijwar pêk tên. Di erdhejên 30 salên dawî de bi sed hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dane. 2 sal berê di 6ê Şibatê 2023an de li 10 bajarên ku navenda wê Pazarcix û Elbîstan ên Mereşê bû, erdhejên hêza wan 7.8 û 7.5 pêl pêk hatibû. Li 10 bajaran li gorî daneyên fermî 53 hezar û 537 mirovan û li gorî daneyên ne fermî zêdetirî 100 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dabû. Herî dawî di 23ê Nisan 2025an de li Stenbolê erdheja heza wê 6.2 pîle pêk hat. Di erdhejê de mirovan jiyana xwe dest nedan. Dewleta Tirk “baca erdhejê” kom dike lê wê bacê ji bo erdhejê naxe xizmeta welatiyan. Têkildarî mijara erdhejê Hevserokê Odeya Endezyarên Avahiyan a Şaxa Amedê (ÎMO) Mahsûm Çiya Korkmaz ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Mahsûm Çiya Korkamaz diyar kir ku di pêşiya wan de du tişt hene û got: “Xebata yekemîn divê beriya erdhejê amadekarî bêne kirin. Ya duyemîn jî piştî erdhejê divê alîkarî bên kirin. Xeta derzê ya Çewligê derbas dibe. Lê dema ku em dinerin tu amadekarî tune ye. Avahiyên ku beriya 2010an hatina avakirin ji bo me talûke ne. Ji ber ku destûra wan a rûniştinê tune ye. Amed jî di nav de destûra rûniştinê ya ji sedî 70yê avahiyan tune ye. Ji bo wê em nizanin ku ew avahî çawa hatina çêkirin. Projêya wan hene? Qatên zêde û bi dizî li ser wan hatine avakirin an na? Em nizanin. Ji ber vê yekê Amed ji bo me gelek xetere ye. Piştî erdhejê felaketa ku dê pêk bê, bajar jê re çiqas amade ye? Ev gelek giring e. Qadên kombûnê gelek kêm in. Tenê li Peyasê hin cih hene. Wekî din di nava bajêr de qadên kombûnê tune ne. Ji aliyê Koordînasyona AFADê ve hin qad wekî qadên kombûnê hatine diyarkirin. Lê ew jî tenê li ser nexşeyê hene. Li cih û qadên kombûnê avahî hatine avakirin. Ji bo Amedê ew qadên kombûnê gelek giring in. Divê perwerdehiya hişmendiya erdhejê bê dayîn. Amed ji erdhejê re ne amade ye.”
‘Divê dewlet baca erdhejê ji bo erdhejê bikar bîne’
Mahsûm Çiya Korkmaz bibîrxist ku dewlet bacên erdhejê ji bo amadekariya erdhejê bikar nayne û got: “Dewlet dibêje ku wan bacên erdhejê ji bo rêyan bikar anîye. Ew şaş e. Dema ku em li rewşa rêyan dinerin, di erdheja Mereşê de rê xera bûn. Berî çend salan di barîna baranê de li Rihayê 10 kes mirin. Divê dewlet bacên erdhejê ji bo erdhejê bikar bîne. Ew bacên erdehejê ji bo hin kesan dewlemend bike bikar tîne.
‘Qeyûm texrîbateke mezin çêkir’
Mahsûm Çiya Korkmaz da zanîn ku ew avahiyên têne çêkirin bi kîjan teknîkê tên çêkirin em nizanin û wiha berdewam kir: “Li semta Ofîsê ya Bajarê Nû destûra avahiyan, zemîn û 4 qat heye. Lê dema ku em dinêrin di gelek avahiyan de katên qaçax hene. Rêveberiya herêmî ji bo erdhejê qels e. Wekî Odeya Endezyarên Avahiyan sekna me zelal e. Li dijî pratîka qeyûm a xelet çi ji destê me hat me kir. Lê dema ku me doz vekir heta biryar hat dayîn, avahî dihatin avakirin. Qeyûm li Amedê texrîbata mezin çêkir. Ji ber ku li dijî qanûnan destûr dida. Perê gel ji alîgirên xwe re xerc dikir. Îhaleyên mezîn didan şîrketên ji derveyî bajêr. Qeyûmê Rezanê ji ber sûcê diziyê hat girtin. Divê ji bo erdhejê hişmendiyeke nû pêş bikeve. Divê em vîneke xurt nîşan bidin. Divê şarêdarên me projeya “veguherîna bajarî” an jî “xurtkirina avahiyan” pêk bînin. Divê ji bo berjewemendiya gel avahiyan ava bikin.”