Amedsor jî tev li kampanya hûnandina por bûbû û dîmenek li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal belav kiribû. Ji ber dîmen Amedspor û Serokê Qlûba Amedsporê Nahît Eren sewqî PFDKê hatin kirin.
Çeteyek HTŞê li Reqayê keziyê şervanek YPJê-Kurd jê kirib û li ser torên medya dîjîtal belav kiribû. Jêkirina kezî di nav gelê Kurd rê li ber hêrsek mezin vekir û jinên Kurd li dijî jêkirina keziyê şervanê kampanya hûnandina kezî dabû destpêkirin.
Amedspor jî tev li vê kampanya hûnandina kezî bûbû û roja 23yê Çile dîmenek hûnandina kezî li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal parve kiribû.
Ji ber dîmenê hatibû parvekirin Amedspor û serokê qlûbê Nahît Eren sewqî Lîjneya Disiplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) hatin kirin. Ev sewqa lêpirsînê bi îdiaya “propagandaya îdeolojîk” hate kirin.
Li ser hesabên medya dîjîtal nerazîbûn nîşanî vê biryara derheqê Amedsporê de hate dayîn.













