Amerîka, li Deryaya Omanê ÎHAyeke Îranê ya ku nêzî keştiya balafiran a Amerîkayê dibû xist.
Hat ragihandin ku li Deryaya Omanê ÎHAyeke Îranê ya ku nêzî keştiya balafiran a Amerîkayê dibû, ji aliyê hêzên deryayî yên Amerîkayê ve hatiye xistin. Li gorî çapemeniya Amerîkayê, Îran xwestiye li Tengava Hurmuzê dest deyne ser tankereke Amerîkayê. Ev hewldana destserkirinê ji aliyê keştiyên şer ên DYAyê ve hat astengkirin.
Li gorî nûçeya ku di Reutersê de derbas dibe, DYAyê li Deryaya Omanê ÎHAyeke Îranê ya ku nêzî keştiya balafiran a Amerîkayê dibû xist.













